Meclîsa Îştar biryara darvekirina Şerîfe Mihemedî şermezar kir
Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Mexmûrê biryara darvekirinê ya rejîma Îranê ya li ser çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî bi daxuyaniyekê şermezar kir û got: “Têkoşîna me wê heya dawî ji bo nasnameya jina azad û îradeya jina azad be.”

Mexmûr – Meclîsa Îştar a wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi daxuyaniyekê biryara erêkirina darvekirinê ya rejîma Îranê ya li ser çalakvan û kedkara mafê jinan Şerîfe Mihemedî, şermezar kir û bang li rêxistinên mafên jinan diparêzin kir ku demildest li hember biryarên qetilkirina jinan bikevin tevgerê.
Daxuyanî li ber deriyê Meclîsa Îştar bi tevlîbûna xebatkarên jin bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevayî cangoriyên azadiyê destpêkir. Piştî rêzgirtinê endama Rêveberiya Meclîsa Îştar Xurbet Îşlek daxuyanî xwend.
‘Armanca wan tinekirina nasnameya jina azad e’
Daxuyanî wiha ye:
Di destpêka daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ji şerên ku di cîhanê de tên meşandin herî zêde jin bandor dibin û ev tişt hat gotin: “Armanca wan hêzên xwînmij tinekirina nasnameya jina azad e. Ji ber ku ji jina azad ditirsin. Dizanin ku ger jin azad be, wê civak jî azad bibe.”
‘Bi cezayên darvekirinê dixwazin desteserkirina îradeya jina azad meşrû bikin’
Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandina ser kiryarên rejîma Îranê yên li hember jinan û wiha berdewam kir: “Rejîma Îranê hertim dixwaze nasnameya jina azad desteser bike, darvekirin û qetilkirinê li ser jinê ferz bike. Bi hişmendiya baviksalarî tevdigere. Serhildana ku bi qetilkirina Jîna Emînî re ya bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ re li tevayî cîhanê belavbûyî xwestin bêdeng bikin. Bi biryara darvekirina Pexşan Ezîzî, Werîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî dixwazin darvekirina jinan û desteserkirina îradeya jina azad meşrû bikin. Wek Rêber Apo gotî wê sedsala 21’an bibe sedsala azadiya jin. Biryarên rejîma Îranê yên darvekirina pêşengên jina azad, wek jinên wargeha Şehîd Rustem Cudî em şermezar dikin.”
Di daxuyaniyê de qala kiryarên dewleta Tirkiyê yên li hember jinê jî hat kirin û hat gotin ku ruxmê pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dayî destpêkirin ku azadiya jinê têde mîsoger dibe, dewleta Tirk kiryarên qirêj ên li hember jinê zêdetir kiriye.
‘Têkoşîna me wê heya dawî ji bo nasnameya jina azad be’
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Têkoşîna me wê heya dawî ji bo nasnameya jina azad, îradeya jina azad be û em ê hertim berxwedana xwe bilind bikin. Em bang li hemu raya giştî, dewlet, kesên demokrat û rêxistinên mafên jin diparêzin dikin ku demildest rojek ya din zûtir li erkên xwe xwedî derkevin û li hember biryarên darvekirinê yên rejîma Îranê yên li ser jinên pêşeng rawestin.”