Jinên Sûriyeyî li Tirkiyeyê dikşînin nav zewaca polîgamîk
Li gorî rapora 2024’an UNFPAyê ya Tirkiyeyê, jinên Sûriyeyî ji ber xizanî, norm û koçberiyê dikşînin nav zewaca polîgamîk.

Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyeyê nêzî 2,5 milyon Sûriyeyê dijîn, zewacên polîgamî (pirzewacî) bi taybetî ji bo jinên Sûriyeyê hem bûye stratejiya jiyanê hem jî bûye çavkaniya pirsgirêkan. Li gorî rapora 2024’an a Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) ya Tirkiyeyê, jinên Sûriyeyî, ji ber xizanî, norm û koçberiyê ber bi pirzewaciyê ve tên kişkandin. Li gorî daneyên 2023’an a Zanîngeha Hacettepeyê, ji sedî 10’ê jinên Sûriyeyê yên ji temenê wan di ser 15 de, zewacên polîgamî dikin. Lê belê kêmaniya zewaca fermî, xizanî û reşkirina civakê van jinan zêdetir diêşîne.
Li gorî nûçeya DW, civaknas Prof. Dr. Mahmut Kaya da zanîn ku jinên Sûriyeyê van zewacan weke amûra xweparastina ji xeterên mefyayên fihûşê û ewlehiya aborî dibînin. Kaya mînakek dide û wiha tîne ziman: “Li Rihayê jinek, li nexweşxaneyê ji bo keçên xwe bide zewicandin, diqîre dibêje kî dixwaze bi keçên min re bizewice?”
Ji ber reşkirinê ditirsin
Ji Navenda Dîyalogê ya Sûriyeyê ku navenda wê Stenbol e Kînda Hawaslî îfade kir ku li bajarên mezin ev zewac zêde ne, jin ji ber xizaniyê li cihên kar, rastî van daxwazan tên û got: “Ger jin bixebitin jî li cihê kar rêveber vê daxwazê ji wan dikin, ji ber dizanin ew bi hêz in, jin xizan in.” Da zanîn ku hinek jin dixwazin hevjînê xwe berdin lê ji ber li gorî hiqûqa dînî ger mêr wê bernede nabe, hev bernadin. Di heman demê de di mijarên weke xwedîkirina zarok û mîras de pirsgirêk derdikevin.
Kînda Hawaslî da zanîn ku jinên pirsgirêkan dijîn şerm dikin serî li rayedar û saziyên civaka sivîl bidin û got: “Ji ber ji reşkirinê ditirsin.”
Li Tirkiye polîgamî (pirzewacî) ji 1926’an ve qedexe ye lê belê di 2015’an de Dadgeha Destûra Bingehîn zewaca dînî ji sûc derxist, vê jî zewacê asan kir. Nebûna zewaca fermî, rê li ber wê yekê vedike ku jinên Sûriyeyê ji mafên weke mîras, xwedîkirina zarokan bêpar bimînin. Endama Hîndekariyê ya Beşa Xizmetên Civakî ya zanîngeha Kocaeliyê Dr. Nurgul Certel da zanîn ku riya rewakirina pirzewiyê gotinên dinî ne. Nurgula Certel destnîşan kir ku bi taybetî di mijara pêwistiyên zayendî de civak hemfikir e û wiha got: “Dibêjin li cihê heramiyê, min bi helalî têkilî çêkir û ev yek wisa tê kirin.”
Valahiyên zagonî û meclîsa şerî
Têkoşîna jinên Sûriyeyê di asta polîgamî de, valahiyên zagonî û normên civakî zêdetir tevlîhev dike. Pisporan diyar kir ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê divê hem di polîtîkayên dewletê de, hem jî di hişemendiya civakê de guherînên ji dil çêbibin. Mahmut Kaya behsa yên li van cureyên mijaran mêze dikin, komîsyona bi navê meclîsa şerî ku ji mirovên dînî yên Sûriyeyê, fiqih û akademîsyenan pêk tê dike. Diyar kir ku Şaxa komîsyona Rihayê navenda wê li Stenbole heye û wiha got: “Min bi rayedarên wê meclîsê re hevdîtin kir. Civaka Sûriyeyê ya li Tirkiyeyê, pirsgirêkên civakî, aborî û dînî ku jiyane bi quralên xwe hevdîtin û çareserî dibînin. Hûn dikarin weke hiqûqa paralel û hiqûqa dîasporayê bifikirin. Hewl didin pirsgirkan li gorî zagon û kevneşopiyên xwe çareser bikin. Ji Sûriyeyê feraset, ango nêrîn jî digrin.”