Maria Rossi ya Îtalî: Em li şoreşa jinan xwedî derkevin

Her ku berxwedana jinan a li hember DAIŞ’ê bipêş dikeve, piştgiriya jinan a enternasyonalîst jî berdewam dike.

HÊLÎN XWEBÛN

Îtalya – Ji Rete Jin Îtaliya Maria Rossi, ji bo jinên Kurd peyamek piştgiriyê şand. Maria berxwedana Kobanê bi bîr xist û baweriya xwe ya bi têkoşîna jinan anî ziman.

Ji Rete Jin Îtalya Maria Rossi destnîşan kir ku Kobanê ji bo wan bajarê sembola berxwedana li dijî DAIŞ’ê bû û wiha got: “Di van rojên ku li tevahiya Sûriyê guherîn pêk tên de, Kobanê careke din xwe di bin êrîşên hêzên Tirk de dibîne. Çawa ku wan bi Rêveberiya Xweser û Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê demê em parastin, (heta îro jî parastine) niha jî em ê parastina wan bikin.”

‘Kobanê gelek îlham daye hemû cîhanê’

Maria Rossi diyar kir ku berxwedana Kobanê ne tenê bi azadiya jinê, her wiha bi jiyana bi pirdengî, bizava ekolojîk a bi hev re ya gelên bi ziman û komên etnîkî yên bi tevahî cihêreng a li ser rastiyek ewqas girîng jî, gelek îlham daye hemû cîhanê. Maria, sedema pêwîstiya piştgiriyê ya ji bo jinên berxwedêr û piştgiriya xwe, bi van gotinan anî ziman: “Gelek girîng e ku em vê yekê bînin ziman. Bi taybetî jî li ser xaka ku ev demeke dirêj e ji ber şer di îşkenceyê de ye. Bijî Kobanê, bijî berxwedana Kobanê, bijî Rojava û Jin Jiyan Azadî.”