Wezareta Xwendina Bilind heta niha ti bersiv nedaye Zanîngeha Rojava
Berdevka Navenda Lêkolînan a Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Rojava Mizgîn Hesen da zanîn ku ji Wezareta Xwendina Bilind a Sûriyeyê re daxuyaniya amadebûna xwe ya bo wergerandina materyalan a ji bo Kurdî ragihandine, lê heta niha ti bersiv negirtine.
SORGUL ŞÊXO
Qamişlo – Di 17’ê Îlonê de Zanîngeha Rojava ragihandibû ku ew amade ye ku bi Wezareta Perwerdê ya Sûriyeyê re bibe alîkar û materyalan wergerîne zimanê Kurdî. Zanîngehê ji bo domandina perwerdeya bi zimanê Kurdî ya di asta xwendina bilind (zanîngehan) de jî diyar kiribû ku ew amade ye stratejiyeke akademîk pêşkêş bike.
‘Hê jî Zanîngeha Rojava bi fermî entegre nebûye’
Berdevka Navenda Lêkolînan a Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Rojava Mizgîn Hesen ji ajansa me re rewşa xwendinê û stratejiyên ku ji bo xwendina xwendekaran li zanîngehan ranewestin pêşkêşî Wezareta Perwerdê a Bilind dikin, nirxand.
Mizgîn Hesen di destpêkê de li ser pêvajoya entegrasyonê rawestiya û got ku ji bilî tekane civîna ku demek berê hatibû lidarxistin, Zanîngeha Rojava heta niha bi rengekî fermî entegre nebûye.
Çima zimanê Kurd ji saziyên entegrebûyî nayê xwestin?
Mizgîn sedema nexwestin û nebûna zimanê Kurdî ya di saziyên ku entegre bûne de pirsî û wiha berdewam kir: “Ger entegrasyon rêve diçe, dibêjin gelê Kurd gelekî resen yê Sûrî ye û zimanê Kurdî bûye zimanê nîştîmanî yê Sûriyeyê, heta bawernameyên Kurdî jî tên pejirandin, çima hikûmet û Wezareta Perwerdê zimanê Kurdî hê jî mîna pirsgirêk dibînin? Di demek ku saziya me ya ziman, saziya minhacan û navenda lêkolînan a zimanê Kurdî heye de, ji saziyên entegreyê û navendên din zimanê Kurdî nayê xwestin.”
‘Zanîngeha Rojava amade ye proseya wergerandina materyalan birêve bibe’
Mizgîn da zanîn ku wan wek Navenda Lêkolînan a Zimanê Kurdî nêrîn û çareseriyên xwe yên pratîkî pêşkêş kiribûn û wiha behsa wan kir: “Em dikarin proseya wergerandina materyalên hikûmetê ji bo Zimanê Kurdî birêve bibin. Heman demê em dikarin stratejî û planekê pêşkêşî Wezareta Xwendina Bilind bikin, ka wê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanê çawa werin temamkirin, fakulteyên ku nebûne Kurdî çawa wan bikin Kurdî. Ji bo aliyên wê yên madî jî, ger hikûmet zanîngeh û dibistanan entegreyî xwe dike, ew berpirsyar e ku bûdçeyên wê jî bide. Nêrîn û stratejî li ser me ye û danîna bûdçeyan jî li ser hikûmet, werzaretên perwerdê û xwendinê ne.”
Sala xwendinê li ber deriyan e lê heta niha hevyazbarî eşkere nebûye!
Mizgîn got ku tevî wan daxuyanî daye jî, heta niha ti bersiv ji aliyê Wezareta Xwendina Bilind ve wernegirtine û ne diyar e ku rêgeh ber bi ku ve biçe û wiha pêl da gotina xwe: “Heta niha me ti bersiv wernegirtiye. Em jî nizanin ka wê rewşa zanîngehên me çawa be, ji ber demek kurt maye sala xwendinê ya nû destpê bike û heta niha ti hevyazbarî eşkere nebûye.”
‘Em dixwazin di qada perwerdê û di astên bilind yên xwendinê de werin ba hev’
Mizgîn ji pêşketina çanda danûstandinê ya di navbera qada perwerdê li Rojava û Sûrî hêvîdar e û tiştên girîng ku divê bên kirin, wiha bilêv kir: “Êdî pêwîstî bi şer nemaye. Em dixwazin bi awayekî aştiyane hev nas bikin, rêz li çand û zimanên hev bigrin. Ger gelê Kurd gelê resen yê Sûrî û zimanê Kurdî zimanê nîştîmanî ye, divê hikûmet me wek hemwelatiyên Sûriyeyê bibîne. Ne wekî neteweyekê di dema rejîma Baasê de herêmên Kurdan wekî herêmên paşguhkirî didîtin. Em dixwazin êdî di qada perwerdê di asta xwendina bilind de werin ba hev nîqaş bikin û hevdû bipejirînin. Çimkî ev rastiyek e ku em li ser axekê di nav sînorê dewletekê de dijîn.”
‘Hikûmet berpirsê bilindkirina zimanê Kurdî ye’
Mizgîn bal kişand ser girîngiya bilindkirina asta perwerdeya bi Kurdî, tekez kir ku berpirsyartiya hikûmeta demkî ye û wiha pê de çû: “Ne pêkan e ku hikûmet Kurdan wekî gelê resen nas bike, lê seredêriya biyaniyan pê re bike. Ji lewra hikûmeta demkî ji pêşxistin û bilindkirina asta perwerdeya bi Kurdî berpirsyar e.”
‘Kurdî zimanekî dewlemend ê perwerde û zanistê ye’
Mizgîn bal kişand ser tecrûbeya perwerdeya bi Kurdî ya 30 salan a li başûrê Kurdistanê û li Ermenistanê nîşan dide ku Kurdî zimanekî dewlemend ê perwerde û zanistê ye û wiha qala sûdwergirtina wê ya li Rojava û pêkanîna wê kir: “Aliyên angaşt dikin ku zimanê Kurdî nikare bibe zimanê zanistê, tecrûbeya başûrê Kurdistanê û Ermenistanê, bi derçûna xwendekarên wê li ber çavan e. Ji Bihara 2012’an heta 2014’an vejîneke zimanê Kurdî li Sûriyeyê çêbû. Bi hezaran kesan Kurdî xwendin, xwendekar derçûn, wergêr çêkirin û ev di dîrokê de jî cihê xwe girtiye.”
‘Ji hikûmetê tê xwestin ku ji bo Kurdî stratejiyekê diyar bike’
Mizgîn ferq kir ku gava rê li ber Kurmancî vebe û zemîna wê bê avakirin Kurdî dikare ji wî awayî zêdetir bipêş bikeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji kurmancî re piştgiriyek mezin pêwîst e. Divê Kurdî wekî zimanekî fermî di destûra Sûriyeyê de were bicihkirin. Her wiha divê hikûmeta heyî jî ji bo Kurdî stratejiyekê diyar bike, da ku asta zimanê Kurdî statuya wê bilindtir bike û bighînin rêza zimanê Erebî li Sûriyeyê. Divê xwendekarên ji zanîngehan bi Kurdî derbiçin li cihên kar jî bi Kurdî kar bikin ne bi Erebî. Lewra ji bo ku Kurdî bighêje asta Erebî, divê hikûmet bûdçeya wê ya demkurt û demdirêj jî pêşkêş bike.”