Li peravên Mazandaranê 32 seyên avî mirin
Seyên avî yên Xezerê tekane seyên li Deryaya Xezerê tên dîtin in û di Lîsteya Sor a IUCN’ê de wekî ajalên di bin xeterê de cih digrin. Hejmara seyên avî yên Xezarê li peravên Mazandaranê mirin bû 32.
Navenda Nûçeyan – Li peravên çar navçeyên Mazandaranê, bi dîtina çar termên din ên seyên avî yên Xezerê re, ji destpêka sala 2026’an vir ve hejmara seyên ku mirina wan hatiye tomarkirin li parêzgehê bû 32.
Ji ber ku termê wan xirab bûne sedema mirinê nehat zanîn
Çar termên ku nû hatine dîtin, ji aliyê yekîneyên parastina jîngehê û dildarên parastina xwezayê ve li peravên navçeyên Çalûs, Nûr, Fereydûnkenar û Miyandorud hatin dîtin. Li gorî Cîgirê Rêveberê Daîreya Jîngehê ya Mazandaranê Ruhullah Îsmaîlî ku ji Jîngeha Xwezayî û Cûrbecûriya Biyolojîk berpirsyar e, lêkolînên pisporan destnîşan kirine ku term ji ber derbasbûna demê xirab bûne, ji ber wê nikaribûne nekropsî ango nimûneyên zanistî bikin. Ji ber vê term di bin çavdêriya pisporan de û li gorî protokolên tenduristiyê hatin veşartin.
Ji ber ku nimûne nehatin girtin, sedema mirina çar seyên avî nehat diyarkirin. Di mehên dawî de li perava Mazandaranê mirina çend seyên avî yên din jî Xezerê hatine tomarkirin û hejmara termên ku di demên cuda yên salê de hatine dîtin zêde bûye.
Welatî û masîgir hatin hişyarkirin
Rêveberiya Jîngehê ya Mazandaranê ragihand ku xebat ji bo tesbîtkirina rewşên nû bi riya toreke çavdêriya jîngehê ya çalak li seranserê xeta peravê berdewam dikin. Welatî û masîgir hatin hişyarkirin ku dest nedin termên seyên avî ku rastî wan tên, hat gotin ku ger bibînin divê li hejmara 1540’an ji Rêveberiya Jîngehê re ragihînin da ku lêpirsînên pêwîst û tedbîrên tenduristiyê bên girtin.
Seyên avî yên Xezerê tekane ajalên bi memik ên deryayî yên li Deryaya Xezerê ne û di Lîsteya Sor a IUCN’ê de wekî ajalên di bin xeterê de cih digrin. Hejmara zêde ya mirina seyên avî li peravên Îranê girîngiya çavdêrîkirina domdar û lêkolînên zanistî yên li ser faktorên ku dibin sedema mirina wan radixe ber çavan.