Mamosteyên Til Temirê ji bo şervanan xwarin çêkirin

Îro mamosteyên bajarê Til Temirê bi rihê şerê gelê şoreşgerî beşdarî seferberiya li Rojava bûne û bi destpêşxerekî çêkirina xwarinê spasiya berxwedana şervanên QSD/YPJ-YPG’ê kirin.

Til Temir – Êrîşên ku li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine destpêkirin didomin, gelek sûc li hemberî Kurdên li herêmên ketine bin desthilatdariya çeteyên cîhadîst HTŞ’ê tên kirin.

Herêm di pêvajoya entegrasyonê de derbas dibe lê berxwedana şervanan li eniyên berxwedanê didome.

Li gorî Rêveberiya Dibistanan li bajarê Til Temirê zêsetirî 8 hezar xwendekar ji xwendinê hatine rawestandin. Ji ber êrîşan deriyên dibistanan hatine girtin.

Rêveberiya ribistanên bajarê Til Temirê ku di demek de nikarin dibistanan vekin de, bi awayekî din piştgiriyê didin. Ji derveyî parastina taxan, îro xwarin ji şervanan re çêkirin.

Mamote Sebah Riso got ku ji ber êrîşên li ser herêmê çêdibin, pergala wan a perwerdeyê rawestiyaye. Her wiha da xuyakirin ku zêdetirî 8 hezar şagirt û xwendekarên dibistanan zêdetirî mehek e li malên xwe ne.

Sebah Riso da zanîn ku bi dehan mamosteyan bi hev re dest bi destpêşxeriyê kirine, pere kom kirine û ji bo şervanên li xetên agir xwarinê çêkirine.

Xwarina ku ji goşt û girar li kêleka becanên sor û pîvazan hat amadekirin, ligel wê jî nivîsa “Hêza şervanên me hebûna me ye” hat danîn û ji şervanan re hat rêkirin.

Sebah Riso di dawî de got ku ew ê di vê pêvajoyê de jî bi ser bikevin û hêviya xwe anî ziman ku di demek nêz de ev pêvajo çareser bibe û xwendekar vegerin dibistanên xwe.