Meşa ‘Rêzgirtina ji bo îradeyê’ pêl bi pêl mezin dibe

DEM Partiyiyên ku ji gelek bajaran beşdarî ‘Meşa rêzgirtina ji bo îradeyê’ bûne dê îro li Wanê bigihîjin hev. Hevşaredarên ku di meşê de cih girtine diyar kirin ku avêtina qeyûm tunehesibandina îradeya gel e û gotin ku ew ê têkoşînê bidomînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Êlih – Piştî ku di 3’yê Hezîranê de qeyûm avêtin ser şaredariya Colemergê, Partiya Demokrasî û Wekheviya Gelan (DEM Partî) dest bi çalakiyan kir. Herî dawî jî DEM Partiyê, 30’yê Hezîranê bi navê ‘Rêzgirtina ji bo îradeyê’ ji Stenbolê dest bi meşê kir û li bendê ye meşvan îro bigihîjin Wanê. Girseya ku li Wanê were ba hev, piştî daxuyaniya li Parka Mûsa Anter dê bi bernameya ku 6 rojan bidome armanc dike bigihîje Colemêrgê. Di meşa ku 6 rojan bidome de dê meşvanên DEM Partiyê tax bi tax, kolan bi kolan bigerin.

Çalakgerên ku roja 2’yê Temûzê li Êlihê hatin ba hev û ber bi Wanê ve ketin rê, peyama “Em ê li dijî xespkirinê bêdeng nemînin” didin. Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan û ya Depê Songul Duzgun ên beşdarî meşê bûne, ji ajansa me re behsa meşê kirin û berxwedana xwe ya li dijî qeyûm nirxandin.

‘Bi van polîtîkayan dê negihîjin armanca xwe’

Şaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan bi gotinên; “Piştî serkeftina 31’ê Adarê, AKP’a ku li dijî gel têk çû, careke din serî li riya ku baş dizane da” dest bi axaftina xwe kir û li ser rêwîtiya xwe ya ku dest pê kirine wiha got:

“Bi xespkirina îradeya gel, waliyê xwe yê mêtinkar avêtin ser şaredariya me ya Colemêrgê. Me ji Dêrsimê dest bi vê meşê kir, bi koma xwe ya li Xarpêt û Çewlikê re em beşdarî heyetê bûn. Piştî meşê, em ê bi hezaran kesan re berê xwe bidin Colemêrgê. Armanca me bi vê meşê ew e ku em bersivê bidin desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku her carê hebûn û îradeya gelê Kurd red dike. Em diyar dikin ku bi polîtîkayên dijminahiya Kurdan dê nikaribin bigihîjin serî û em ê îradeya xwe radestî wan nekin, destûr nedin vê yekê. Em her dem li vê derê ne û xwedî li îradeya xwe derdikevin.”

‘Em ê bi şiara têkoşînê bimeşin’

Bîrsen Orhan, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ku ew ê tu carî dest ji îrade û têkoşîna xwe bernedin, li hemberî kirinên qeyûman bêdeng nemînin û li ser meşê ev agahî dan: “Em ê coşa Munzûrê bigihîjînin Zapê. AKP’a ku berxwedana Wanê jê re bû kul û keser, bi avêtina qeyûm hewl dide çavên mirovan bitirsîne. Hewl dide bi tunekirin û tunehesibandina gelê Kurd hebûna xwe bidomîne. Em ê li hemberî van polîtîkayan serî netewînin. Şaredarî yên gel in, şaredarî yên me ne. Em ê destûr nedin xespkirinê. Em ê bi vê şiarê bimeşin Colemêrgê. Piştî salên 2016’an û dû re jî 2019’an desthilatdariya ku du caran îradeya gel xesp kir, dît ku gelê Kurd dest ji îradeya xwe bernade. Ev meş nîşaneya vê îradeyê ye. Em îradeya gelan in û ji bo parastina vê îradeyê em ê her tiştî bikin.”

‘Em ji bo îradeya xwe dimeşin’

Hevşaredara Depê Songul Duzgun jî diyar kir ku bi polîtîkayên qeyûm, îradeya gel tune tê hesibandin û wiha got: “Em weke hevşaredar îradeya vî gelî ne. Em bi îradeya vî gelî hatine vê derê. Li dijî zihniyeta ku îradeya gel tune dihesibîne em di nava çalakiyan de ne. Heta ku em şaredariya xwe ya Colemêrgê paşve negirin em ê dest ji çalakiyan bernedin. Li ser gelê Kurd tecrîdeke berfireh heye. Avêtina qeyûm ne tenê li ser şaredariyek e, li ser îradeyê ye. Em ê jî ji ber vê yekê têkoşîna xwe bidomînn û li qadan bin.”