Di mehekî de 31 êriş: Yek jê zarok 2 kes jiyana xwe ji dest dan

Li gor daneyên ANHA’yê Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî di meha Hezîranê de 31 caran êrişî herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Di encama êrişan de yek jê zarok, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 4 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Êrişên dewleta Tirk ê li ser Herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dije. Li gor daneyên Ajansa Nûçeyan a HAWAR’ê (ANHA dewleta Tirk di meha Hezîranê de 31 êriş li dijî 33 gundan pêk aniye. Her wiha  ji ber êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî yek jê zarok, 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 4 kes jî birîndar bûne.

Daneyên êrişan a meha Hezîranê wiha ye:

1’ê  Hezîranê: Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî gundê Seyada yê dikeve bakurê rojavayê kantona Minbicê bi obîsan topbaran kir. Der barê ziraran de agahî bi dest neketin.

2’yê Hezîranê: Artêşa Tirk bi çekên giran derdora gundê Xerab Kort ê bakurê rojavayê Qamişloyê ya kantona Cizîrê topbaran kir. Ji ber topbaranê agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî gundê Semoqa yê kantona Efrîn-Şehba bi çekên giran topbaran kir. Agahiyên der barê encamên topbaranê de nehatin bidestxistin.

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî devera nevbera gundê Seyada û gundê Ereb Hesen ê bakurê Minbicê bi çekên giran û navîn topbaran kir. Di encama topbaranê de agir bi zeviyên çandiniyê ket.

3’ê Hezîranê: Balafira bê mirov a bi çek li başûrê bajarê Kobanê yê kantona Firatê erebeyek bombebaran kir, 2 endamên Asayîşê birîndar bûn.

4’ê Hezîranê: Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî gundên Seyada û Yalanlî yê bakurê rojavayê Minbicê bi 14 guleyên hewan û obîsan kirin hedef. Di encamê de zirarên madî çîbûn.

Artêşa Tirk xetên ceyranê yên gundewarê rojavayê bajarê Girê Spî yê kantona Firatê bi çekên giran topbaran kir, di encamê de ceyran li ser gundewarê Girê Spî qut bû.

5’ê Hezîranê: Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Semoqa û Bendava Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin. Di encamê de zirar li mal û baxçeyên welatiyan bûn.

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî xetên ceyranê yên gundewarê rojavayê Girê Spî kirin hedef.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî gundê Aqîbê yê bajarê Şêrawa yê kantona Efrîn-Şehbayê bi obîsan topbaran kirin. Di encamê de agirbest bi daristanên gund ket.

6’ê Hezîranê: Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî gundê Semoqa yê kantona Efrîn-Şehbayê bi çekên giran topbaran kirin. Di encamê de zirar li mal û baxçeyên welatiyan bûn.

7’ê Hezîranê: Artêşa dewleta Tirk gundê Şeala yê Şehbayê bi obîsan topbaran kir. Der barê ziraran de agahî nehatin bidestxistin.

9’ê Hezîranê: Leşkerên artêşa Tirk ên li ser sînor gule li ciwanekî û zarokekî ji gundê Doda yê di navbera Qamişlo û Amûdê de reşand. Di encama gulebaranê de zarokê bi navê Mistefa Hisên Selmo (16) jiyana xwe ji dest da û ciwanê pê re birîndar bû.

10’ê Hezîranê: Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî gundê Ereb Hesen bi 5 guleyan, gundê Dendeniyê, Camûsiye û Seyada bi 38 guleyên hawan û obîsan, gundên Qert Wêran û Kawiklî yên Minbicê bi 26 guleyan topbaran kirin. Ji ber topbaranê zirar gihiştin mal û baxçeyên welatiyan.

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî li derdora gudnê Teana yê Şehbayê da. Agahiyên der barê encamên topbaranê de nehatin bidestxistin.

12’ê Hezîranê: Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî derdora gundê Minix ê kantona Efrîn-Şehbayê bi guleyên obîsan topbaran kir.

13’yê Hezîranê: Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî gundê Um El Kêf ê dikeve rojavayê bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê bi hawn û obîsan topbaran kir. Di encamê de zirar gihîşt li milkên welatiyan.

15’yê Hezîranê: Şervanên Meclisa Leşkerî ya Babê hewldana çeteyên dewleta Tirk a ketina gundê Cebla Hemra yê rojavayê bajarê Babê têk bir.

17’ê Hezîranê: Şervanên Cebhet El Ekrad hewldana çeteyên dewleta Tirk a ketina gundê El Biwêhîc ê dikeve rojavayê kantona Minbicê têk bir.

19’ê Hezîranê: Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî gundê Ewn Dadat ê bakurê Minbicê topbaran kir û gundê Mehsenlî yê bakurê rojavayê kantonê jî gulebebaran kir. Di encamê de agir bi erdên çandiniyê ket

20’ê Hezîranê: Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî gundê Semoqa yê Efrîn-Şehbayê bi obîsan topbaran kir.

24’ê Hezîranê: Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî  derdora gundê Seyada yê Minbicê da ber topan. Agahiyên li ser ziraran bi dest neketin.

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî derdora gundê Um El Hoş ê kantona Efrîn-Şehbayê topbaran kir.   Têkildarî encamên êrişî agahî nehatin zanîn.

25’ê Hezîranê: Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî gundê Zewaniyê û gundê Koletiyê yê bajarê Şêrawayê bi obîsan da ber topan.

27’ê Hezîranê: Atêşa Tirk devera navbera gundê Koltep û Bexdik ên rojavayê bajarê Kobanê bi obîsan û balafireke bê mirov a bi çek bombebaran kir. Di encamê de agir bi zeviyên çandiniyê ket.

Çeteyên dewleta Tirk gundê Derc ê bakurê Minbicê bi çekên giran topbaran kir. Di encamê welatiyê bi navê Îbrahîm Semo (45) jiyana xwe ji dest da û welatiyê bi navê Xalid Kamil Hîlal (26) birîndar bû.

Artêşa Tirk gundê Şewarxe yê bajarê Şera ya kantona Efrîn-Şehbayê û derdora bendava Şehbayê bi guleyên obîsan topbaran kir.

29’ê Hezîranê: Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî gundê Şewarxe bi obîsan topbaran kir. Di encamê de zirar li baxçeyên welatiyan bû.

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî li gundên Cat, Toxar,  Hoşeriyê, Ewn Dadat û Seyada yên Minbicê dan.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê droneke xwekuj a artêşa Tirk li gundê Derc ê bakurê kantonê xist.

Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wî navbera gundên Um El Kêf û Til Cuma yê rojavayê Til Temirê kirin hedef. Der barê ziraran de agahî bi dest neketin.