Li Zîvala Xezayê 5 kesên din ji birçîna mirin

Ji ber dorpêça Îsraîlê, şêniyên Xezayê ji birçîbûnê dimirin. Di 24 saetên dawî de 5 Filistîniyên din, ji ber birçîbûn û kêmbûna xurekê mirin.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê der barê binpêkirinên li Xezeyê de daxuyaniyek weşand. Li gorî daxuyaniyê, di 24 saetên dawî de 5 Filistîniyên din, ji ber birçîbûn û kêmbûna xurekê.

Bi vî awayî, hejmara miriyên ji ber birçîbûnê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve 141 jê zarok, bû 404.

Li gorî daxuyaniya Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC) ya ku ji Neteweyên Yekbûyî tê destek dibîne, ya 22’yê Tebaxê ku li Xezayê xela hat îlankirin, heta niha 26 jê zarok 126 kes ji birçîna û xureka kêm mirine. IPC’ê li bajarê Xeza ‘rewşa krîtîk’ îlan kir û diyar kir ku dive ku ev heta dawiya Îlonê belavîî bajarn Han Yunus û Deyr el-Belah yê Zîvala Xeza bibe.