Li Zîvala Xeza 59 hezar û 733 kes hatin qetilkirin

Hejmara kesên ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê de hatin qetilkirin wek 59 hezar û 733 hate ragihandin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîl li dijî Zîvala Xezayê bi navber didome. Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê têkildarî rewşa dawî, daneyên di destê xwede parve kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku artêşa Îsraîl li Xeza agirbesta 19’ê Çilêyê xirab kiriye û ji 18’ê Adarê heta niha di êrîşan de 8 hezar û 581 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane, 32 hezar û 436 kes birîndar bûn. 

Hate destnîşankirin ku hejmara kesên ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha di êrîşên Îsraîlê li dijî  Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane giha 59 hezar û 733’an, hejmara birîndaran jî gihaye 144 hezar û 477’an.

Hate diyarkirin ku li Xezayê hejmara kesên bi awayek sîstematîk ji 27’ê Gulanê heta niha li dijî xalên belavkirina alîkariyan hatine qetilkirin giha 1021’an, hejmara birîndaran jî giha 7 hezar û 485’an. Li Zivala Xezayê hê dibin xirbeyan de bi hezaran cenaze hene.