Li Yemenê şewba sorik gef li jiyana zarokan dixwe
Li parêzgeha Dhamar ya Yemenê ya di bin kontrola Hûsiyan de, bi awayekî cidî şewba sorik tê jiyîn. Xizmetên tenduristiyê û bernameyên derzîlêdanê ya bingehîn di asta mezin de tûne dibe, jiyana bi sedan zarokan dikeve xeteriyê.

Yemen - Rêxistina Bijîjkên Sînornenas, di daxuyaniya xwe ya 21’ê Tîrmehê de ragihand ku di heyama kêmtirî mehekê de zêdetirê 600 bûyerên nû yên sorikê hatine tomar kirin. Piraniya kesên tûjî nexweşiyê bûne di bin temenê pênc salî de ne. Hejmara bûyerên ku di navbera meha Nîsan û Tîrmeha îsal de hatine dermankirin, bû zêdetirê hezar û 400.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku di 2’ê Tîrmehê de nêzîkî 800 bûyer hatine tomar kirin, di 21’ê heman mehê de jî hejmara bûyeran bû 1 hezar û 400 û tenê di nava 19 rojan de belavbûna bi lez ya şewba sorikê metirsiyek cidî ye.
Rêxistina Bijîjkên Sînornenas, ragihand ku zêdetirê ji sedî 56’ê nexweşên tên dermankirin, zarokên di bin temena pênc salî de ne. Her wiha ekîbên servîsa lezgîn ya rêxistinê, di nava du mehên ewil ên sala 2025’an de li gorî heman heyama sala borî zêdebûnek pir cidî tomar kir.
Rêxistinê, diyar kir ku şewb girêdayî "valahiyên berfireh ya di kampanyayên derzîlêdanê yên rûtîn de" û "gihandina sînorkirî ya navendên tenduristiyê" ye û da zanîn gelek nexweşan qet derziya sorik nekirine.
‘Pêwistî hewildanên bi koordîne û hevpar heye’
MSF’ê ragihand ku ji meha Nîsanê ve heta niha mudaxaleyên xwe ya tibî ya li bajer zêde kiriye û got: “Ekîba servîsa lezgîn, li Nexweşxaneya Perwerdehiyê ya El-Wahda asansorek 40 nivînî avakir û her weha di şeş beşên cuda de bi rêya sê klînîkên mobîl ên bêpere, xizmetê konsultasyon û dermankirinê dide.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin li Yemenê di bûyerên sorik de zêdebûnek metirsîdar tê diyîn û mirovan di xwegihandina xizmetên tenduristiyê de bi zehmetiyên girîng re rû bi rû dimînin. Kêmbûna xwegihandina xizmetên tenduristiyê, çavkanî ji binesaziya tenduristiyê ya xirab, şerê ku zêdetirî deh salan didome û kêmbûna fonên navneteweyî ya ji bo sektora tenduristiyê ye digre.
Rêxistinê, di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina belavbûna nexweşiyê û hilweşandina berfireh ya xizmetên tenduristiyê, pêwistî hewildanên bi koordîne û hevpar ya hemû saziyan heye. Rêxistinê her wiha soza xwe ya domandina piştgirîkirina sektora tenduristiyê û dabînkirina xizmetên tibî ya ji bo civakên bibandorbûne dubare kir.