Li Yemenê 36 hezar û 179 binpêkirinên li dijî zarokan hatin belgekirin

Di rapora Tora Mafên Mirovan û Azadiyan a Yemenê de hate eşkerekirin ku ji sala 2017'an an vir ve bi dehhezaran zarok rastî kuştin, birîndarbûn, leşkerkirin û binpêkirinên giran hatine û bi milyonan zarok jî ji perwerdeyê bêpar mane.

Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora nû ya Tora Mafên Mirovan û Azadiyan a Yemenê, di navbera Çileya 2017'an û 8'ê Îlona 2026'an de li Yemenê li dijî zarokan 36 hezar û 179 binpêkirin û tawan hatine belgekirin. Di raporê de Hûsî wekî berpirsiyarê piraniya van bûyeran hatine nîşandan.

Rapora bi sernavê "Zarokên Yemenê: Ji Dibistanan Ber bi Cengan Ve", rewşa dijwar a ku zarokên li herêmên cûrbecûr rû bi rû dimînin, eşkere dike. Di raporê de tê diyarkirin ku ji bilî kuştin, birîndarbûn, revandin, windakirina bi darê zorê, îşkence, destdirêjî, koçberkirin û tevlîkirina bi darê zorê ya di nava hêzên çekdar de, zarok ji perwerdehiyê, xizmetên tenduristiyê, xurek û avê jî bêpar dimînin.

Li gorî raporê, torê bi giştî mirina 5 hezar û 495 zarokan di nav de 712 pitik hene û birîndarbûna 3 hezar û 972 zarokan tomar kiriye. Hate diyarkirin ku mirin an jî birîndarbûna zarokan ji ber gulebaran, topbarana bêserûber, mayînên bejayî û bermayiyên din ên şer çêbûne. Her wiha li dijî zarokan 317 bûyerên revandin û windakirina bi darê zorê hatine tomarkirin. Di raporê de hate destnîşankirin ku 117 zarok di girtîgehan de îşkence dîtine, 9 zarok di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane û 53 zarok jî rastî destdirêjiyê hatine.

Her wiha di raporê de hat ragihandin ku 9 hezar û 728 zarokên leşker mirine û li gorî daneyên nexweşxaneyan jî 12 hezar û 730 zarokên leşker birîndar bûne.

Hûsiyan zêdetirî 42 hezar zarok tevlî hêzên xwe kirine

Ji ber ku şer rê nade ku mirov bigihêje gelek herêman, diyarkirina hejmara rastîn a zarokên hatine leşkerîkirin zehmet dibe. Lê belê, li gorî raporên navneteweyî, Hûsiyan zêdetirî 42 hezar zarok tevlî hêzên xwe kirine.

Şer û binpêkirin her wiha bûne sedema koçberbûna 49 hezar û 965 zarokan û gelek ji wan ji stargeh, perwerde, xizmetên tenduristiyê û parastina civakî bêpar hatine hiştin.

Li Yemenê 4.5 milyon zarok ji perwerdeyê bêpar in

Nêzî 4.5 milyon zarok ji perwerdeyê bêpar in. Ji bilî şer, bikaranîna hin dibistanan a wekî cihên leşkerî û kampên perwerdekirina leşkerên zarok, qeyranê kûrtir dike.

Torê da zanîn ku bêparmayîna ji perwerdeyê û tevlîkirina zarokan a nava hêzên çekdar, gefê li pêşeroja nifşekî dixwe û bang li civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir ku zarokan biparêzin û ji bo rawestandina binpêkirinan zextê li Hûsiyan bikin.