Fîlmên çar aliyê Kurdistanê li Silêmanî hatin nîqaşkirin
Di çarçoveya berdewamiya Mihrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê de, panelek bi sernavê ‘Mihrîcana Kurdî û Nasname’ bi beşdariya fîlmçêkerên ji her çar aliyên Kurdistanê hate lidarxistin.
Silêmanî – Îro li bajarê Silêmanî di çarçoveya Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê de, bi amadebûna gelek derhêner û dadwerên fîlman, li her çar aliyê Kurdistanê panelek bi sernavê ‘Mîhrîcan Kurdî û Nasname’, hat lidarxistin. Panelîst û dîzaynera deng a ji Rojavayê Kurdistanê Şîrîn Yûsûf Hesen, beşdara panelê ji Başûrê Kurdistanê Adel Abdulrehman, derhêner wênekêş û fîlmçêker ji Elmanya Rewand Cewad Îsmail, derhênerê ji Bakurê Kurdistanê Weysî Altay û derhênerê ji Bakurê Rojhilatê Kurdistanê Dr. Xosrew Sîna, beşdarî panelê bûn. Rewşa filmên Kurdî, li gorî rewşa siyasî û jiyanî ya li her aliyê, ligel mêvanan di panelê de hate nirxandin.
‘Min xwest êşa ku gelê Kurd jiyaye pêşanî hemû cîhanê bidim’
Dîzaynera deng a ji Rojavayê Kurdistanê Şîrîn Yûsif Hesen ragihand ku di sala 2015’an de li Rojavayê Kurdistanê dest bi xebatên sînemayê kiriye û serpereştiya xwe wiha vegot: “Sedem ew bû ku ez êş û azarên gelê Kurd li wir nîşan bidim û tevahiya cîhanê ji wê zilm û îşkenceya li ser Kurdan agahdar bikim. Piştre bi têkoşînek nû, em li dijî rejîma nû kar û xebat dikin. Bi rêya fîlman, me karîbû êşên ku gelê me ji ber DAIŞ’ê dikşand, bighînin cîhanê. Em çîroka gelê xwe diparêzin. Me çîroka Kobanê parast, me bi riya nivîs û performansên xwe parast. Niha, gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafên xwe û pêşxistina zimanê Kurdî têkoşînê didomîne. Tevî zehmetiyên li Rojavayê Kurdistanê, em ê piştî bidestxistina mafê axaftina bi Kurdî, xebatên xwe yên sînemayê berfireh bikin. Tevî nebûna derfetan û şerê li herêmê di salên borî de ku şer li Rojava li pêş bû. Hêzên terorîst ên DAIŞ’ê hatin. Niha ji bo daxwaza mafê Kurd em li ser maseya danûstandinê ne. Ev dê di warê çêkirina fîlman a li Rojavayê Kurdistanê de guhertineke mezin çêbike. Em hewl didin bi rêkxistina karê xwe, vê rewşê arşîv bikin û xebatên nû ji bo vê rewşê encam bidin. Ji şer ber bi aştiyê ve, em ê xebatên xwe yên fîlmçêkirinê di çarçoveya destkeftiyên Kurdan ên li wir de bidomînin.”
‘Sînemaya Kurdî bipêş dikeve’
Derhênerê ji Bakurê Kurdistanê Weysî Altay destnîşan kir ku sînemaya Kurdî û tevahiya Kurdistanê her tim bipêş dikeve û wiha domand: “Di pêşerojê de jî dê mezintir bibe, ev erênîbûn mirovan kêfxweş dike. Sînemayek baş û serkeftî têkilî bi wêjeyê ve heye. Ger sînema zimanê kurdî tevlî xwe neke, ew ê pêşve neçe û dê her tim rûbirûyê dagirkeriyê bimîne. Sînemaya Kurdî hêj ji sîstema xwe ya dagirkeriyê rizgar nebûye. Dagirkerên Ereb û Tirk berdewam in li ser dagirkirina sînemaya Kurdî. Dagirkerên Tirk li Bakurê Kurdistanê ji bo fîlmên Kurdî û derhênerên Kurd pirsgirêkan çêdikin. Di girtîgehan de gelek çîrokên me Kurdan hene. Lê dagirkerên li her çar aliyên welat rê nadin me, an jî temamiya derhênerên fîlman ji bo berjewendiya xwe bi kar tînin.
‘Divê arşîvek me ya fîlman hebe’
Derhênerê ji Rojhilatê Kurdistanê Xosrew Sîna jî da zanîn ku ew wek derhênerek, her tim fîlmên ku herî zêde xelatan digirin dinirxîne û şaşiyên wan lêkolîn dike û wiha pê de çû: “Fîlmên herêmî ji bo xwe nîşan didin, ev yek ji bo me dibe sedema xeletiyan. Her wiha, em di warê avakirina toreke ji bo destekkirina filmên Kurdî de hinekî lawaz in. Divê ev mîhrîcan piştî nîşandanê ji aliyê tevahî bajar, gund û cîhanê ve bê dîtin. Nabe ku piştî hatin pêşkêşkirin, êdî kes wan nebîne. Divê di fîlman de nêrînek li ser dîrokê bigre nava xwe. Divê nifşê nû hemû dîrokan bibîne û divê arşîveke me ya fîlmên hebe. Mixabin, arşîvên me yên têrker ji bo fîlmên Kurdî nînin. Divê xwendekar di pêşerojê de ji van arşîvan sûd bigirin.”
‘Welatî bi kelecan beşdarî nîşandana fîlman dibin’
Wênegir û fîlmçêkerê ji Elmanyayê Rewend Cewad Îsmaîl ku beşdarî beşdarî panelê bû, diyar kir ku mîhrîcan ji bo danasîna zimanê Kurdî di asteke gelek baş de hatine lidarxistin û nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Li Ewropayê pêşveçûneke girîng a Kurdî heye. Welatî bi kelecan beşdarî nîşandana fîlman dibin. Pêşkêşkirina nasname û çanda kurdî di fîlmên Kurdî de gelek baş pêşve diçe. Li seranserê cîhanê, em berdewam dikin ku ziman û çanda Kurdî li dîasporayê bidin naskirin. Fîlmên ji her çar aliyên Kurdistanê tên wir û em wan didin naskirin, em fîlmçêker li hev kom dibin û atolyeyan li dar dixin.”
‘Rola jinan di çêkirina fîlman de pêşve diçe’
Dadwer û mêvana panelê Leyla Şukrulah da zanîn ku zêdetirî du carane wek dadwer beşdarî Mîhrîcana Fîlman a Silêmaniyê bûye û wiha got: “Ez zêdetirî du caran beşdarî Mîhrîcana Fîlman a Silêmaniyê bûme. Wek dadwerekê fîlman dinirxînim. Ez duh li wir amade bûm, lê ya ku bala min kişand, koma Hunergeha Welat ya ku ji Rojavayê Kurdistanê hatibû. Bi hunera xwe karîn bandor li me bikin. Wan performansek pir balkêş pêşkêş kir, ev performansa herî xweş bû. Ez ji wan re serkeftinê dixwazim. Wan performaneke gelek xweş pêşkêş kir.”
Leyla Şukrulah di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya mîhrîcanan û wiha got: “Bi rêya van mîhrîcanên em fîlman, çand û nasnameya Kurdî biparêzin. Pêwîstî bi berdewama pêşandanan heye, da hemû cîhan nasname û çanda me nas bike. Her wiha rola jinan a di fîlm û mîhrîcanê de jî girîng bû. Jinên li wir di mihrîcana fîlman de wek dadwerên fîlman, derhêner, hunermend û lîstikvan beşdar bûn. Ev li kêleka mêran berdewam dikin û ev cihê kêfxweşiyê ye.”