Li Xirvastîstanê Gora 'vampîr' a aydê Serdema Navîn hat dîtin
Bermaniyên ku tê diyar kirin aydê salên di navbera sedsalên 13 û 16’an de ne, da fikirandin ku pêkanînên Serdema Navîn li vê herêmê, li gorî deverên din ên Ewropayê dirêjtir didome.
Navenda Nûçeyan – Arkeologan, li Xirvastîstanê goreke ne asayî ya 'vampîr' keşif kirin. Daneyan, nîşan da ku li Ewropaya Rojhilat a Serdema Navîn baweriyên bi vî awayî, çiqas hene.
Gora vampîr, li qada vekolanê ya li Rasaskayê bi qasî 112 kîlometreyan li başûrê rojhilatê paytext Zagrebê, derket holê.
Bermahiyên ku tê diyarkirin aydê serdemên di navbera sedsalên 13 û 16’an de ne, da fikirandin ku pêkanînên Serdema Navîn a li vê herêmê, li gorî deverên din ên Ewropayê dirêjtir didome.
Arkeologa serbixwe Natasa Sarkic, di daxuyaniya xwe ya Livescience de, wiha got: "Em dizanin ku piştî pejirandina Xirîstiyaniyê jî li gelek welatên Slavê baweriya li hemberî rihên xerab berdewam kiriye.”
‘Bêguman baweriya li hemberî vampîran pir berbelav bû’
Lêkolîneran, ewil li qada gorê kevirên mezin ferq kirin. Piştre hat fêmkirin ku mimkun e ji dîwarekî nêzîk ketine. Lê analîzan surprîzek derxist holê. Serê îskelet hatiye jêkirin û kilox ji hestiyên din cudatir li cihek din hatibû bicihkirin.
Lêkolînên li ser îskeletê hatine çêkirin nîşan da ku cenaze aydê mêrek e û piştî mirinê bedan wî bi zanebûn hatiye tewandin. Her wiha, Sarkic û hevpîşeyên wê ragihandin li dibe lingên cenazê ji cihê xwe hatibin derxistin.
Li gorî lêkolîneran, ev gora ne asayî nîşan dide ku ferdê li wir hatiye veşartin, dema sax bûye mîna "kesek civakî yê awarêbûyî" hatiye qebûlkirin û tirsiyane ku piştî mirinê dubare zindî bibe.
Birînên kevin ên li ser îskeletê, derxist holê jî ku dema sax bûye tundî lê bûye. Her wiha ji ber derbên ji kiloxê xwe girtine jiyana xwe ji dest daye. Ev jî tê wateya ku hatiye kuştin.
Li aliyê din, ev ne ewil gorê 'vampîrê' ya Serdema Navîn e ku lêkolîneran li Xirvatîstanê dîtine. Her wiha ekîb, di sala 2024’an de li Bajarê Kevin ê Pakracê yê çend kîlometre li bakurê rojavayê devera Rasaskayê gorek din jî ditîbûn.
Ew kes jî di nava tabûtek dar a xemilandî de hatibû veşartin lê dîsa serê wî tunebû.
Her du gor jî nîşan didin ku kesên li herêmê Serdema Navîn dijîn, ji bo kesên mirî ‘zindî nebin’ serî li ser jêkirine dane.
Herêma Rasaska, perçeyek niştecihbûna mezin a aydê terîqeta leşkerî ya Şovelyayên Perestgeha ku di destpêka Serdema Navîn de navê xwe ji Perestgeha Silêmanê efsûnî ya Qudisê girtiye ye.
Herêm piştre derbasî Şovelyayên St. John bûye û di sedsala 15’emîn de jî ji aliyê Sadegan ve hatiye desteserkirin.