KCDP: Di meha Çileyê de 33 jin hatin qetilkirin

Li gorî rapora KCDP’ê di meha Çileyê de 33 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. 32 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya Çileya 2025’an eşkere kir. Li gorî raporê, di meha Çileyê de 33 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 32 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.

Di raporê de hate destnîşankirin ku ji jinên hatin qetilkirin ji sedî 24 jê ji aliyê hevjînên xwe ve, ji sedî 70 li mala xwe û ji sedî 52 jî bi çekan hatine qetillkirin.