Bangek ji bo Rojhilata Navîn a rizgarkirî – GOTAR

Di civakên ji şer westiyane û bi şerên çekdarî re perçe bûne de, ji bo îdiakirina mîsogerbûyîna aştiyê, bêdengiya çekan têr nake. Agirbest tenê destpêkek e û rageşiyên kûr ên siyasî û civakî yên hewceyî nêzîkatiyek rast û berfireh vedişêre.

MAJÎDA TALEB *

Aştî, tenê bi dawîbûna pevçûnan an jî danîna çekan nayê pîvandin. Berovajî wê, bi vîzyonek berfireh a li ser bingehên zelal û mekanîzmayên bibandor ên ku aramî û edaletê mîsoger dikin, tê mîsogerkirin. Ev civakên ku ji çerxa şer derdikevin, hewceyî serdemek bêdengiyê ya piştî leşkerî ne ku parastina rast a mafên kesên bandor bûne, kesên ku ji ber cînayetên mezhebî hezkiriyên xwe winda kirine, mexdûrên gendeliyê û bi taybetî jin û zarokên kesên rastî binpêkirinên giran hatine mîsoger bike, heye.

Pêdiviyek din a ji bo aştiyê, afirandina hawîrdorek bi ewle ya ji bo hemû aliyan e

Darizandina sûcdaran û peydakirina mafên mexdûran jî di nav de, bêyî edaleta civakî ya hişk aştî nayê nîqaşkirin. Edalet li vir ne tenê prosedurek yasayî ye, di heman demê de hêmanek bingehîn a peymana aştiyê ya rast e. Lewma, divê di avahiyên pergalê yên ku di pêşerojê de hemû kes wê beşdar bibe de, kesên sûcdar û gendeliyê dikin werin vederkirin û bi vî awayî dikare bawerî bê avakirin û lihevhatin bê mîsogerkirin. Pêdiviyek din a ji bo aştiyê, afirandina hawîrdorek bi ewle ya ji bo hemû aliyan e, mîsogerkirina aramî û ewlehî ye. Ev yek, ger civakên serbixwe bixwazin, di çarçoveyek siyasî ya nû ya wek pergalek konfederal ku mafên hemû aliyan di nav avahiyek hevpar de ku rêzê li nepenî û cihêrengiyê digre tê mîsogerkirin de, dikare were şênber kirin.

Ev bang dikare rêya diyalogek neteweyî ya berfireh veke

Rêber Abdullah Ocalan, di demekî nêz de banga aştî û civaka demokratîk kir, lê ev ne bangek demkî bû. Berevajî vê, encama pêvajoyek dirêj a revîzyonên kûr ên entelektûel ên bi salan xwedî lê derdikeve ye. Ew ji têgeha dewlet-neteweya Kurd ber bi vîzyoneke nû ve çûye ku wekî konfederalîzma demokratîk tê zanîn. Vîzyoneke rizgarker ku ne ji tundî an veqetandinê, ji avakirina civakên nenavendî û azadbûyî yên li ser bingeha jiyana hevbeş û aştiyê derdikeve holê. Banga aştî û civaka demokratîk, vîzyonek nû ya ku dikare wekî bangek ji bo aqil were binavkirin ku li hember mantiqa pevçûn û tundiyê alternatîfek aştiyane û şaristanî ava dike, îfade dike. Ger dewleta Tirk vê kêliya dîrokî binirxîne, dikare destpêka rêyek siyasî ya rast a ber bi aramiyê ve bê nîşankirin. Lewma, ev bang bi dem û armancên xwe re, dikare di pêvajoya siyasî de bibe sedema guhertinek bingehîn û rêya diyalogek neteweyî ya berfireh li ser bingehên demokratîk û aştiyane veke.

Ev fikir, bi taybetî ji bo Yemen û welatên din ên perçebûyî girîng e

Ev hewildan ne tenê bangek siyasî ye, di heman demê projeyek rizgariyê ya berfireh e ku armanc dike ku têkoşîna Kurdan di çarçoveyek aştiyanê ya ji çek û pevçûnên leşkerî dûr de, ji nû ve çarçove bike. Ev vîzyon, dikare ji bo gelek tevgerên siyasî yên li herêmê bêyî bikevin nav xefika tundî û cudaxwazî ya neteweperestî, di lêgerîna rizgariyê de bibe modelek; ev yek jî bi gelemperî dibe sedema tundiya dijber a aliyên cûda. Rêber Ocalan, ev proje tenê ji bo Kurdan an jî herêmên diyarkirî yên wekî çar perçeyên Kurdistanê, pêşniyar nekir. Berovajî wê, bi alozî, pevçûn û şerên wî re ji bo Rojhilata Navîn, wekî çareseriyek berfireh pêşkêş kir. Ev fikir, bi taybetî ji bo Yemen û welatên din ên perçebûyî yên qeyranên tevlihev û dabeşbûnên navxweyî dijîn, girîng e. Li gorî perspektîfa Rêber Ocalan, konfederalîzma demokratîk ne tenê avahiyek siyasî ye, felsefeyeke ku têkiliya di navbera gel û dewletê de ji nû ve pênase dike ye. Dema artêşek yekgirtî û dewletek yekgirtî ya xwedî polîtîkayek derve pêşniyar dike, di nava çarçoveyek demokratîk a berfireh de pirrengiya çandî, entelektuel û mezhebî dihewîne. Ev dewlet, bêyî dev ji berdana yekîtiya serweriyê û nasnameyek hevpar, rê û destûr dide gelek herêman û cûdahiyan.

Piştî bangê çi bû?

Di vê çarçoveyê de vîzyon, rêgeza edaleta veguhêz ku wî di gelek komxebat û diyalogan de dest digre, temam dike. Ev rêgez, ji parastina mafên kesên bibandor bûne û avakirina saziyên nû yên dikarin li ser mîrateya tundî û dabeşbûnê biser dikevin, mîsoger dikin. Piştî ku Rêber Abdullah Ocalan banga xwe ya aştî û civaka demokratîk da destpêkirin, Platforma Ewropî ya Aştî û Azadiyê, kampanyayek ku bi Rêber Ocalan re daxwaza hevdîtinê dike, da destpêkirin. Ji bo vê kampanyayê, komek ku ji akademîsyen, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevanan pêk tê, beşdar bû. Ji vê platformê şandeyek ku nêzî ji 39 figûrên cemaweriyê pêk tên jî, ji bo hevdîtina rasterast a bi Ocalan re çûn Tirkiyeyê.

Bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin

Ev hewildan, ne mînaka ewil a çeşîdê xwe ye. Di salên dawî de, ji aliyê rêxistinên mafên mirovan ên li Ewropayê û heta Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve jî bi daxwaza berdana Rêber Ocalan çalakiyên bi vî awayî hatin lidarxistin. Tiştê ku vê hewildanê cuda dike, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê jî di nav de ji bilî gelek saziyên navneteweyî  ji aliyê dengên siyasî yên li Tirkiyeyê ve jî bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin.

Îdeolojiya xwe li herêmê veguherandiye bingeha çareseriyek berfirehtir

Lê belê, pirsa ku tê hişê me ev e: Gelo ev serdan û hewildan bi rastî jî wê azadiya Fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bike? Ev îhtîmal, bi taybetî ger di nava Meclîsa Tirkiyeyê de lihevkirinek siyasî ava bibe û partiyên bi bandor wek perçeyek ya pêvajoya edaletê ya veguhêz banga berdana Abdullah Ocalan qebûl bikin, pêkan e. Rêber Ocalan, vîzyonek siyasî û civakî ya nûkirî ku ji mafên Kurdan wêdetir, pirsgirêkên jinan û civakên cûrbecûr ên li Rojhilata Navîn jî di nav xwe de dihewîne pêşkêş kiriye û îdeolojiya xwe li herêmê veguherandiye bingeha çareseriyek berfirehtir.

Projeya konfederalîzma demokratîk dikare hevsengiyê mîsoger bike

Di hawirdora qeyrana aborî û hilweşîna navxweyî ya Tirkiyeyê de, ev vîzyon dikare ji bo zîndikirina jiyana siyasî û serxistina sekantî ya dijî, rêyek pêşkêş bike. Ev nêzîkatiya ku di qada navneteweyî de jî tê pîrozkirin, ji bo daxwaza berdana Ocalan jî pêşketinek bihêz dide qezenckirin û pirsgirêkê ji pirgirêkek heremî vediguherîne pirsgirêkek xwedî rehendên herêmî û kûrewî. Lewma, serdan û hewildan ne tenê peyamek sembolîk in; gava bi vîzyonên kûr ên aborî û siyasî yên Tirkiye, Sûriye û tevahiya herêmê vedihewînin re werin gel hev, dikare bibin xalek werçerxê ya rast. Projeya konfederalîzma demokratîk a ku Rêber Ocalan pêşniyar dike, di civakên perçebûyî de ji nû ve hevsengiyê mîsoger bike û dikare bibe deriyek ji bo çareseriyek berfireh ku ji wan re di çarçoveyek aştiyane de derfeta jiyanê pêşkêş bike.

Kêmbûna agahiyên rast, nikare wek rewşek demkî an pirsgirêkek demkî were nirxandin

Dema qonaxa krîtîk a herêm û bi taybetî Tirkiye di nav de cîh digre de bê nirxandin, ev hewldan di demeke krîtîk ku qeyranên siyasî û leşkerî bi qeyranên aborî yên giran re hevbirîn û lêgerîna çareseriyek aştiyane û maqûl bûye pêdiviyek lezgîn de, ava dibe. Tiştê ku vê hewildanê hîn zêdetir cidî û kûr dike, piştgirîkirina vê ya ji aliyê terefên vekirî û bibandor ve ye. Ev yek dighê konferansa PKK’ê ya biryara çekberdanê ya ku PKK’ê ragihand. Kêmbûna agahiyên rast, nikare wek rewşek demkî an pirsgirêkek demkî were nirxandin. Berovajî wê, ew encama kombûna nezelaliyên salên demdirêj kombûnê û tercûbeya muzakere ya girîng ku Rêber Ocalan di salên dirêj de berhev kirî ye. Di nava salan de, tenê sloganên hestyarî an gotinên populîst danenî holê, di heman demê de ji bo formûlekirina vîzyonên piralî û kûr ên têgehên siyasî, civakî û mirovî yên yekgirtî vedihewîne, xebat meşand.

Ev ne vîzyonek ji nîşka ve ye û ji hestek ji nişka ve jî pêk nayê

Ger zelalî bê mîsogerkirin û bi taybetî jî destûra serdan û hevdîtinan bê dayîn, ji bo mîsogerkirina beşdariya wî ya rast ya ji bo pêvajoya siyasî, emê bibin xwedî derfetek mezin. Bi rêya vê têkiliyê, çarçoveya ezmûna wî dê ji rayagiştî re bê eşkerekirin, bi taybetî di çarçoveya Kurdên Sûriyeyê de ku vîzyonên wî di avakirina pergaleke xweser a rêveberiyê de di hawîrdorek perçe perçe ya krîz û şerê wêranker de berhem dane. Lewma jî, zelalî nikare bi tenê were lêgerînkirin. Berovajî vê, pêşkêşkirina van tercûbeyên qadê, bi rêya rasrerast guhdarîkirina Rêber Ocalan û têgihîştina pêşîniyên siyasî yên ku berî 20 salan bi awayekî kûr diyar kiriye, mîsoger bibe. Ev ne vîzyonek ji nîşka ve ye û ji hestek ji nişka ve jî pêk nayê. Berovajî, ji rêyeke entelektuel û tecrûbeya belavî zêdetirî 20-25 salan bûye çavkanî digre û di pratîkê de li qadê hat pêkanîn. Ev yek, ji her lêgerîna zelaliyê ya nêzî wî, hîn zêdetir pêbawerî dide qezenckirin.

*Rojnamevana Yemenî