Binpêkirinên li Suweydayê: Dîmenên nexweşxaneya ku êriş lê çêbû

Ketina HTŞ ya cîhadîst bo navenda bajêr û nexweşxaneya li Swêdayê nîşana paşguhkirina tevahî ya qanûna navneteweyî ye. Xelkê Suweydayê bi zorê têne koçberkirin û jiyana sivîlan têk diçe.

Navenda Nûçeyan – Bajarê Suweydayê yê Sûriyeyê di 13’ê Tîrmehê de ket serdemeke tarî di dîroka xwe de. Herêmên niştecihbûnê veguherî qadên şer û hemû şopên jiyana sivîlan di nav agirê topan, gulebaranê, talankirinê û koçberiya bi darê zorê de hilweşiyan.

Suweyda ku demek dirêj di nav şerê Sûriyeyê de wekî herêmeke aram û aştiyane dihat nasîn, ji nişkê ve vê nasnameya xwe winda kir. Bajar bû cihê îşkenceya sîstematîk. Bi taybetî jin û zarok bê parastin bi mirinê re rû bi rû man.

Nexweşxaneya Neteweyî ya Suweydayê jî ji van binpêkirinan bêpar nema. Çeteyên girêdayî Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) a cîhadîst êrîşî nexweşxaneyê kirin û di korîdorên wê de geriyan. Nexweşxane êdî ne saziyeke bijîşkî ye û bûye herêmeke ne ewle. Ev yek jiyana nexweşan û xebatkarên tenduristiyê tehdît dike û binpêkirineke eşkere ya qanûna mirovî ya navneteweyî ye.