Li Xezayê di nava hefteyekê de 5 pitik ji ber sermayê mirin

Hejmara pitikên ku di hefteya dawîn de li Zîvala Xezayê ji ber sermayê mirin derket 5’an.

Navenda Nûçeyan - Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrîşên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomîne. Ji êrîşan herî zêde jin û zarok zirarê dibînin. 

Li Xezayê ji ber sermayê pitikekî din mir. Bi vî awayî hejmara pitikên Filistînî yên ku ji ber sermayê mirin derket 5’an. Di medyaya dîjîtal de mirina pitik jî bi dîmenan hat parvekirin. Di dîmenan de tê dîtin ku cesedê pitik di destê bavê xwe de rakirin Nexweşxaneya Şehîd Eqsayê ya li navenda Xezayê.