Li hember girtina Şirketa Gizingî Berbeyanî kampanya hashtagê
Li dijî girtina Şirketa Gizingî Berbeyan ku produksiyoneke bernameyan ji bo JIN TV’yê çêdike, li ser torên medya dijîtal kampanya hashtagê hat destpêkirin.
Silêmanî – Duh bi biryara Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hêzên Asayîşa Silêmaniyê bêyî agahdarkirinê bi ser Şirketa Gizingî Berbeyan de girtin.
Di serdagirtina li hember saziya ku produsiyoneke bernameyan ji bo JIN TV’yê amade dike ye de, hemû karên wê hatin rawestandin. Li dijî girtina Şirketa Gizingî Berbeyan, îro saet di 14:00’an de li ser torên medya dijîtal hashtaga bi navê نا-بۆ-بێدەنگکردنی-دەنگی-ژن# (#najibêdengkirinadengêjinre) hat destpêkirin.
Şirketa produksiyonê ya Gizingî Berbeyan, ev 7 sal in li Başûrê Kurdistanê kar dike. Şirket hewl dide ku bikêrhatin û rola jinan derxe pêş û ji bo vê yekê bernameyan çêdike.