Li Xezayê di 6 mehan de 3 hezar û 958 bûyerên kurtajê hatin tomarkirin
Li Zîvala Xezayê di 6 mehên destpêka salê de, di nav jinên ducanî de 3 hezar û 958 bûyerên kurtajê hatin tomarkirin. Ev yek astengiya giran a li ber xizmetên tenduristiya hilberînê û şert û mercên mirovî yên dijwar ku jinên li Xezayê pê re rûbirû ne ye.
Navenda Nûçeyan – Li Xezayê bi berdewamiya şer re, jinên ducanî bi pirsgirêkên tenduristiyê yên gelekî cidî re rûbirû dimînin. Hilweşîna pergala tenduristiyê, xirabûna şert û mercên jiyanê û belavbûna nexweşiyan; xetereya kurtajê, zayîna pêşwext û nebûna lênêrîna bijîşkî zêdetir dike.
Ji ber şer û koçberiyê xetere zêde dibe
Rêvebirê Alîkariya Bijîşkî ya Xezayê diyar kir ku di 6 mehên ewil ên salê de, ji ber şert û mercên xirab ku ji encamên şer, koçberiya bi darê zorê, tirsa domdar a bombebaranê, nebûna paqijiyê û xizmetên nebaş ên tenduristiyê ne, 3 hezar û 958 bûyerên kurtajê hatine tomarkirin.
Rêveber bal kişand ser ku pergala tenduristiyê ya li Xezayê ji ber kêmbûna derman, alavên bijîşkî û pêdiviyên bingehîn di krîzeke giran de ye û xizmet hêj di bin şert û mercên awarte de tên meşandin. Her wiha hate destnîşankirin ku şert û mercên nebaş ên hawirdorê dibin sedema belavbûna nexweşiyan.
Xwarinparêziya kêm û nebûna xwînê rêjeyê zêde dike
Kêmbûna alîkariyê, xurekê û pêdiviyên paqijiyê êşa mirovên koçber ên ku di bin şert û mercên dijwar de di konan de dijîn giranştir kiriye.
Neteweyên Yekbûyî texmîn dike ku li Xezayê di destpêka şer de nêzî 50 hezar jinên ducanî hebûn û her meh bi qasî 5 hezar û 500 pitik ji dayîk dibûn. Lê belê, hilweşîna xizmetên tenduristiyê û ambargoya li ser herêmê, peydakirina lênihêrîna bijîşkî pir dijwar kiriye. Li gorî raporên bijîşkî, ji ber xwarinparêziya kêm (kêmbûna xurekê) û kêmbûna xwînê rêjeya kurtajê pir zêde bûye û ev yek jî metirsiya zayîna pêşwext û pirsgirêkên cidî yên tenduristiya dayîkan zêde dike.
Sûcên şer û binpêkirina mafên zarokan
Rêxistinên mafên mirovan diyar dikin ku li Xezayê tenduristiya jinan ji ber wêrankirina navendên tenduristiyê û xirabûna şert û mercên jiyanê bi lez xirab dibe. Her wiha li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka şer ve bi hezaran zarok hatine kuştin an jî dayîkên xwe winda kirine.
Di raporê de hate destnîşankirin ku êrîşên zayendî yên li dijî zarokan, wêrankirina dibistan û nexweşxaneyan zêde bûne. Hilweşîna pergala tenduristiyê ya li Xezayê rewşê li ser jiyana jin û zarokan girantir dike.