Li Nuristanê ji ber lêhiyê 20 kes mirin, 80 birîndar in û zêdetirî 100 kes jî winda ne
Li parêzgeha Nuristanê ya li rojhilatê Efganistanê ji ber lehiyek bihêz wêraniyeke mezin çêbû, mal û rê di bin avê de man û tîmên rizgarkirinê ji bo dîtina windayan hewldanên xwe didomînin.
Navenda Nûçeyan – Lehiya li parêzgeha Nuristanê li rojhilatê Efganistanê wêraniyeke berfireh çêkiriye û deverên niştecihbûnê di bin avê de hiştine. Ava lehiyê mal û rê birine û li herêma çiyayî ku yek ji deverên herî xeternak ji bo karesatên xwezayî ye, binesaziyê û erdên çandiniyê ziyaneke mezin dîtiye.
Karbidestên Efganî îro ragihandin ku di lehiyên bajarê Barun ê li parêzgeha Nuristanê de 20 kes mirine, 80 kes birîndar bûne û zêdetirî 100 kes jî winda ne. Berdevkê parêzgarê parêzgehê diyar kir ku lehiyên roja Duşemê piştî nîvro bajar dagir kirine û bûne sedema windahiyên girîng ên can û mal. Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê û rayedarên herêmî hewldanên xwe ji bo dîtina windayan didomînin.
Wêneyên ku li ser tora dijîtal hatine parvekirin nîşan didin ku ava lehiyê bi hêz di nav deverên niştecihbûnê yên bajarê Barun re derbas dibe. Avê beşên rê û milkê birin û zirareke mezin gihandin mal û avahiyan.
Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li deverên bandordar lêgerîna kesên winda berdewam dikin. Ditirsin ku hejmara miriyan zêde bibe. ji ber ku hîn jî zêdetirî 100 kes winda ne.
Nuristan, ji ber erdê xwe yê çiyayî yê dijwar û geliyên teng, wekî yek ji parêzgehên Efganistanê tê zanîn ku xetera lehiyê herî zêde ye. Ev tê vê wateyê ku baranên giran dikarin bi lez veguherin lehiyên ji nişka ve û bibin sedema windahiyên girîng ên can û mal.
Ev karesat piştî ku Ajansa Meteorolojiyê ya Efganistanê hişyariyên li ser baranên giran, bahoz û îhtîmala lehiyê li parêzgehên rojhilat - di nav de Nuristan, Kunar, Lagman û Nangarhar - da, qewimî.
Lewiyên demsalî di salên dawî de li Efganistanê pir caran bûne. Van lehiyan bi sedan kes kuştine û zirara mezin dane binesazî û erdên çandiniyê, nemaze li deverên çiyayî û gundewarî. Raport nîşan didin ku parêzgeha Nuristan yek ji herêmên herî zêde ji lehiyê bandor bûye li welêt e.