Li Xezayê di 48 saetan de 26 komkujî!
Hikumeta li Xezayê ragihand ku Îsraîlê di nava 48 saetên dawî de 26 komkujî kirine û zêdeyî 300 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber komkujiyan cenaze li derve mane û êdî cihên goran jî nemane.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xezayê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve heta niha bênavber didomin.
Di daxuyaniya nivîskî ya ji aliyê hikumeta li Xezayê hat dayîn de, hat diyarkirin ku di nava 48 saetên dawî de Îsraîlê li dijî Filistîniyan 26 komkujî kirine. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di êrîşan de nêzî 300 kes hatine kuştin û bi sedan kes birîndar bûne. Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hat kirin ku piranî êrîş li dijî xalên belavkirina alîkariyan, bazar, park, mal, kon û cihên bicihbûnê yên ku Filistîniyên ji cihên xwe bûne lê diman pêk hatine. Di heman demê de agahiya ku piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in hat parvekirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşên Îsraîlê nîşan didin jin û zarokên bê parastin bi zanabûn hatine hedefgirtin.
Cihê goran nemaye
Ji aliyê Wezareta Karên Dîn û Weqfên Filistînê ya li Zîvala Xezayê ve daxuyaniyek nivîskî hat weşandin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama êrîşên Îsraîlê yên 22 meh in didomin de, di beşeke mezin a Zîvala Xezayê de cihên goran nemane û wiha hat gotin: “Hedefgirtina sivîlan bi awayekî sîstematîk û qirkirina ku didome, bû sedem ku li gelek herêmên Zîvala Xezayê cihê goran nemîne.” Di daxuyaniyê de hat îfadekirin ku ji ber êrîşan goristan jî hatine texrîbkirin. Îsraîl destûr nade kefen, malzemeyên înşaatê û malzemeyên din ên di amadekirina goran de tên bikaranîn bikevin Xezayê û destûr nadin kesên jiyana xwe ji dest dane li gorî quralên Îslamê bên definkirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hinek goristan veguherîne spartgehan, cenaze li nexweşxane, baxçeyên dibistan û li ber ber deriyên malan kom bûne, banga mudaxeleya demildest li saziyên navneteweyî hat kirin.
Midurê nexweşxaneya Endonezyayê û endamên malbata wî hatin kuştin
Artêşa Îsraîlê li Xezayê mala midurê nexweşxaneya Endonezyayê Merwan Sultan kir hedef di encama êrîşê de, Merwan Sultan, hevjîna wî û 5 zarokên wî jiyana xwe ji dest dan. Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Tenduristiya Xezayê ve hat dayîn de, hat diyarkirin ku Îsraîlê mala midurê nexweşxaneya Endonezyayê Merwan Sultan kiriye hedef. Di daxuyaniyê de îşaret bi wê yekê hat kirin ku Îsraîl li Xezayê binesaziya cihên sivîl, Filistîniyên ji cihên xwe bûne û li dijî birçîbûnê têdikoşin, personelên tenduristiyê bi zanabûn dike hedef. Êrîşên artêşa Îsraîlê yên ku personelên tenduristiyê dibin hedef hatin şermezarkirin.
Merwan Sultan bi têkoşîna xwe ya ku ji bo nexweşxaneya Endozneyayê ya ji aliyê Îsraîlê ve gelek caran hat dorpêçkirin û hilweşandin dihat nasîn. Li gorî daneyên herî dawî yên Ofîsa Medyaya Hikumeta Filistînê li Xezayê, di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha dane destpêkirin de hezar û 580 xebatkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dane.