Li Xezayê 21 kesan jiyana xwe ji dest dan

Di êrîşên Îsraîlê li dijî Xezayê di nava 24 saetên dawî de 21 kesên din hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê li dijî Zîvala Xeza bê navber didome. Hate ragihandin ku artêşa Îsraîlê li Xan Yûnisê ya başûrê Xezayê konên koçberan ê li kampa Mexazî ya navenda Xezayê êrîşî malekê û di encamê de bi kêmanî 21 kes hatin qetilkirin û hinek kes birîndar bûn.

Ajansa Nûçeyan a Filistînê (WAFA) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên xwecih, ragihand ku di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li herêma Esdaa ya bakurê rojavayê Xan Yûnisê de, tevî pitikek û 6 zarokan, 17 kes hatin qetilkirin.

WAFA’yê da zanîn ku artêşa Îsraîlê li kampa Mexazî bi dronekê êrîşî malekê kir, di encamê de 2 kes hatin qetilkirin û hin kes jî birîndar bûn.

Li gorî Nexweşxaneya Ewdayê, di êrîşa li ser kampa Nisêrat a navenda Xezayê ya li dijî avahiyeke niştecihan de hejmarek welatî birîndar bûn û ev agahî da: “Me di 24 saetên dawî de ji ber êrîşên dagirkeran ên li dijî kombûna welatiyan a li nêzî xala belavakirina alîkariyan a li başûrê Wadî Xezayê 2 mirî û 26 birîndar pêşkêşwazî kirin. 9 birîndar ji bo Nexweşxaneya El Eqsayê hatin veguhastin.”