Gulîstan Tara li ser gora xwe hat bibîr anîn
Rojnameger Gulîstan Tara ya ku di êrişa dewleta Tirk a 23’ê Tebaxa 2024’an de li Silêmaniyê hat qetilkirin, li ser gora xwe hat bibîr anîn.

Êlih – MEBYA-DER, Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) û Tevgera Jinên Azad (TJA) rojnamevan Hêro Bahadîn û Gulistan Tara ên di 23'yê Tebaxa 2024'an de li navçeya Seydîsadiq a bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe hatin qetilkirin, bibîr anîn.
Bîranîn li avahiya Şaxa Petrol-Îşê hat lidarxistin. Malbata Gulistan Tara, gelek rojnamevan û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdarî bîranên bûn. Li cihê bîranînê wêneyên Gulistan Tara û Hêro Bahadînê hatin danîn.
Bîranîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de tim dirûşmeyên "Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin. Paşê sînevîzyona li er jiyana her du rojnamevanan hat nişandan. Ji MEBYA-DER'ê Guneş Çetînkayayê got: "Nivîsandina heqîqetê ne sûc e. Em her tim li cem Çapemeniya Azad in ku heqîqetê dinivîsîne. Dê mîrateya Gulistan Tara û Hêro Bahadînê bibe ronahî ji bo têkoşîna me."
Seroka MKG'ê Roza Metînayê jî diyar kir ku hêzê ji têkoşîna rojnamevanên hatine qetilkirin digirin û got: "Ji ber ku di rêya Gûrbettelliyê de bûn hatin qetilkirin. Em ê li ser şopa wan ji bo heqîqetê bitêkoşin."
Fatma Ablay a TJA'yî jî îşaret bi geşedanên li Rojhilata Navînê kir û xebatkarên Çapemeniya Azad bibîr anî.