Li Xeza zarok bi xeteriya birçîbûn û kênxwarinê re rûbirû ne
Ajansên Netewên Yekbûyî, ragihand ku li Xezayê 508 zarok kêmxwarinek cidî dijîn. Dorpêç û kêmaniya xwarin, derman û tehliyeyên bi zorê, gefê li jiyana zarok û koçberên li herêmê dixwe.
Navenda Nûçeyan – Li Xezayê zarok, yek jî krîzê herî giran ên mirovî dijîn. Ji ber dorpêç, kêmaniya xwarin, dermanan û bê parhiştina ji xwarinên bingehîn, rû bi rûyî xeteriya cîdî ya birçîbûnê ne. Ev rewş pêşeroja nifşekê rû bi rûyî xeteriya hilweşîn û windabûnê dike.
Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Penaberan a Filistînê (UNRWA), di daxuyaniya dayî de, diyar kir ku hate tesbîtkirin ku li Zîvala Xeza 508 zarok kêmxwarinek cidî dijîn.
Ajansê ragihand ku UNICEF, Rêxistina Tenduristiya Cîhanê û bi hevkariya hevkarên din di çarçoveya kampanyaya derizandanê ya telafîkirinê de, nêzî 7 hezar zarok di aliyê xwarinê de hatine lêgerînkirin û ev lêgerîn di navbera 9-20 Mijdarê de hatiye kirin. Dîrektorê Karê Derve yê UNRWA Tamara El-Rifai, diyar kir ku kêmaniya fînansmanê, gefê li jiyana zarok û koçberan dike û ji bo pêşîlgirtina felaketa mirovî banga mudaxeleyê li civaka navnetewî kir.
Tamara El-Rifai, da zanîn ku alîkariya mirovî, ji pêkanîna pêwîstiyên di qadê de dûre. Ajansê da zanîn ku ji ber valetiya fînansmanê neçar mane xizmetên bingehîn kêm bikin. Tamara El-Rifai destnîşan kir ku, ji ber bi zorê tehliyeya kampên li bakurê Şeriaya Rojava, hatine valekirin û ev jî pêşkêşkirina alîkariyên mirovî hê zêdetir zor kiriye.
Zêdeyî 11 hezar kes winda ne
Ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha, hêzên Îsraîl li Zîvala Xeza sûcên qirkirinê dike, ev sûc jî kuştin, birçîhêlan, hilweşîn, bi zorê koçkirin û binçavkirinin. Şer bû sedem ku piranî zarok û jin zêdeyî 239 hezar kes bimirin û birîndar bibin. Zêdeyî 11 hezar kes windane û bi sedhezaran kesên ji cihên xwe bûne li dijî birçîbûnê têdikoşin. Ev birçîbûn, piranî zarok, gelek jiyan bir. Şer di heman demê de beşek zêde yê herêm û bajarên li Xeza bi temamî hilweşand. Bi hezaran cenaze hê dibin xirbeyan de û li ser rêyan mane.