Li Tûnisê xurafe bûn hinceta tundiyê: Dîsa jin dibin hedef

Rêbazên hin derdorên li Tunisê ku xurafeyan ji bo qezenca aborî bikar tînin, tirsnak in. Ev bûyerên tundûtûjiyê, bi taybetî li dijî jinan, ne tenê ne; ew mînakek berbiçav a tundûtûjiya sîstematîk in ku mafên jinan paşguh dike.

NEZÎHE BUSEÎDÎ

Tûnis – Li Tinûsê baweriya gel a ku hê jî heye û li gorî hinek xurafeyan, çavên mezin ên di nava wan de xalên reş hene, ji bo derxistina xezîneyên di bin erde dikarin werin bikaranîn.

Tu kesê xeyal nekiribû ku dê ramanên bi vî rengî, bibin sekem mêrek hewl bid çavên hevjîna xwe bi çetela xwarinê derxe. Jinê li dijî îdiaya hevjînê xwe -ku fêlbazek gotibû- ji bo dîtina xezîneya veşartî pêdivî bi “çavên bi xalên reş heye” li ber xwe dabû.

Tûnisî li bajarê Kayrawanê bi nûçeya mêrek ku çavên hevjîna xwe derxistiye hejiyan. Hovîtiya ku hatibû kirin rastî bertekan hat. Vê bûyerê nîşan da ku fêlbazî êdî pêşî li şîdet û kuştina jinan vedike. Bi vê bûyerê re jiyana jinan ket nava tarîtiyeke mezin.

Ev bûyer ne ya yekem e. Berê jî bûyerên bi vî rengî hatibûn jiyîn. Komeleya Dengê Jinan li ser vê bûyerê pirsên; "Ev rewş dê heta kengê bidome? Dê kengê dawî li kuştina jinan a bi awayê hovane were? Hikumet li ku ye? Kî li malê jinan diparêze?” pirsî û bertek nîşan da.

‘Berê bûyerên bi vî rengî çêbibûn’

Aktivîsta mafên jinan û endama Komeleya Dengê Jinan Munya Karî wiha got: “Em hikumetê ji berdewamkirina van sûsan berpirsyar dibînin. Di 48 saatên dawî de bûyerên kuştina du jinan ketin qeydan. Em dixwazin balê bikşînin ku li Tûnisê 145 hezar sêrbaz hene û hemû sûcên ku kirine, li benda pêşnûmeya zagonê yak sêr û sêrbaziyê sûc dibînin e. Vê pêşnûmeya zagonê meha Nîsana borî pêşkêşî meclisê hatibû kirin lê jî nehatiye destgirtin.”

Munya Karî der barê mirovê ku çavên hevjîna xwe derxistiye de wiha got: “Ev yekem nîn e. Berê bûyerên bi vî rengî çêbibûn. Ev yek jî asta cehaletê ya li welatê me nîşan dide lewre wî mêrî bawer dikin ku bi çavên hevjîna xwe dê xezîneyê derxe. Ev yek di heman demê de çavbirçîtiya ku di nava civakê de zêde ye jî nîşan dide. Mirov ji bo pere dikarin jiyana kesên din feda bikin. Ev yek jî nîşan dide ku civak çawa bi derew û xurafeyan re dijî.”

‘Tu awayê şîdet ji ya din hovanetir an jî kêmtir nîn e’

Munya Karî wiha domand: “Sûcdîtin û cezakirin bi tenê ji bo têkoşîna bi şîdeta li ser jinan re têrê nakin. Divê li ser vê mijarê em zêdetir bixebitin û civakê şiyar bikin. Divê jin her dem nebin qurbanên mêran.” Muna Karî da zanîn ku planeke stratejiyê ya ji bo pêşîgirtina şîdeta li ser jina, ji aliyê Wezareta Jinan ve hatiye amadekirin û got:

“Ev plan dibe ku ji bo zanabûna civakê destpêkek baş be. Em hêvî dikin ku medya jî piştgirî bide.  Tu awayê şîdet ji ya din hovanetir an jî kêmtir nîn e. Şîdet, şîdet e, bi her awayî zirarê dide jinan. Li gorî asta wê nabe mirov hesab bike.”

Dema ku şîdet ji rêzê were dîtin

Dorra Hemîda ya di Nexweşxaneya Tibê ya Susayê de hîndekar e li ser bûyerê wiha got: “Ev bûyereke pir bi êş e. Li dijî jinê şîdetek pir xofdar hatiye kirin. Em çiqas êşa wê xeyal bikin jî, em nikarin hîs bikin. Em niha behsa jineke ku êdî çavên wê nabînin dikin. Vê yekê jî hevalê wê yê jiyanê, kesê ku divê wê biparêze kiriye. Asta vê felaketê nîşan dide ku li Tûnisê şîdet çawa ji rêzê tê dîtin. Şîdet ne tenê li jinan; li dijî zarok û kesên kêmendam jî tê kirin. Dîtîna şîdetê ya ewqas ji rêzê desthilatdariya mêr nîşan dide. Jin ne tenê ji aliyê zayendî ve, bi giştî weke ‘tiştek’ tê dîtin. Hîs nakin ku zindiyek e û êşê dikşîne.”

‘Bûyerên gelek xirab diqewimin lê em ji gelekan haydar nîn in’

Dorra Hemîda gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo vê rewşê biguhere divê jin û mêr werin şiyarkirin. Divê jinên rastî şîdetê tên werin parastin. Bi wê yekê dê jin bêdeng nemînin û şîdetê vebêjin. Lewre tişta ku di nava civakê de zêde ye, ew e ku jin rastî şîdetê were jî bêdeng dimîne. Jin ji ber ku ji bertekên civakêditirsin û difikirin ku dema ji hevjînên xwe veqetin dê nikaribin jiyana xwe bidomînin bêdeng dimînin.”