Li Rojava qonaxa krîtîk: Parastin an jî hemleya siyasî?

Wek Abdullah Ocalan hişyar kir, dema pêvajoyên aştiyê bi samîmiyet nayên meşandin, ji sabotajê re vekirî ne. Li Tirkiyeyê her cara îhtîmala aştiyê çêdibe zêdebûna êrîşên li dijî Rojava, muzakere dibin amûra taktîkê.

FERÎDE YÎLMAZ
Navenda Nûçeyan-
Êrîşên li dijî Rojava tenê li ser geşedanên leşkerî, yan jî hincetên ewlehiyê xwendin kêm dimîne. Ji ber tişta tê hedefgirtin, ji pergala diyar, leşkerî û erdnîgariyê wêdetir, li dijî alternatîfa pergala netew-dewlet a yekî ku bi sedsalane li Rojhilata Navîn hatiye avakirin e. Wek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan beriya salan îşaret pê kirî, krîzên herêmê ne ne sînor an jî nasnameye, forma dewletê ku li ser yek ziman, yek netew û yek serwerî hatiye avakirin û bi rastiya civakê re di nava pevçûnan deye. Rojava ceribandinek ku tam di nava vê qelşê de derketiye.
Em hişyariyên Abdullah Ocalan bi bîr bixin
Hişyariya herî bingehîn a Abdullah Ocalan ku hertim hevsengiya Rojhilata Navîn di nirxîne di aliyê ku bi tepesandina meseleya Kurd nayê çareserkirin bû. Abdullah Ocalan bi caran diyar kir ku meseleya Kurd bi rêbazên leşkerî û ewlehiyê, tenê pevçûnan kûr dike, wê pirsgirêkê herêmî bike û dewletê bîne halê şikandinê. Tevî vê jî di serî de Tirkiye, dewletên herêmê, hê pirsgirêka Kurd wek ‘pirsgirêka kontrolê’ digrin dest. Encam li holê ye. Weke ku pirsgirêk nehatî çareserkirin, bû qadek a krîza piralî ji Iraqê, heta Sûriyeyê ji Îranê heta Tirkiyeyê.


Di pêvajoyên aştiyê de îhtimala sabotajê
Hişyariya duyem a mezin, ger pêvajoyên aştiyê bi samimyet neyên meşandin, wê ji sabotajê re vekirî be. Abdulah Ocalan destnîşan dike ku di rewşa ku muzakere tenê wek amûrek a taktîkê were bi karanîn, wê şer bi aliyên xwe yên hê hilweşîner re cardin vegere. Pêşveçûnên aştiyê yên li Tirkiyeyê tên meşandin, tam ji ber vê şikestî maye. Naskirina îradeya siyasî ya Kurdan, hate taloqkirin, daxwazên demokrasiya xwecihî wek gefa ewlehiyê hate dîtin û aştî bi hevsengiya hêzê, li dijî Kurdan hate zivirandin û vegeriya ‘pêvajoya bendêmayîn’ê: îro her cara îhtimala aştiyê tê diyarkirin, zêdebûna êrîşên li dijî Rojava, nîşan dide ku ev hişyarî çiqas raste.


‘Model dê were hedefgirtin’
Hişyariya sêyem a krîtîk a Abdullah Ocalan, da zanîn ku modela netewa demokratîk ji aliyê dewletan ve wek gef tê dîtin. Di halê dewletabûna Kurdan de, wê di nava hevsengiya hêzên klasîk de bi fetise. Li beramberî vê destnîşan kir ku derveyî dewlet, modelek ku pir gel û bingehên xwecihî hê bi hêztir xwendina meyadana siyasî ava bike. Ceribandina Rojava bû beramberiya pratîk a tezê. Lê belê bertekên dewletan, niqaşkirina modelê an jî li cihê vegere, bi awayê berbi tesfiyekirinê ve  pêşket. Îro di hedefa êrîşên li dijî Rojava, ne tenê pergelên leşkerî, tax, jiyana sivîl, yekîtiya di nava gelan de heye. Eve teyîda eşkere ya Abdullah Ocalan a ‘model were hedefgirtin’ e.


Pergala DAIŞ’ê ya ku rûpoşa xwe guherandiye
Hişyariyek din a girîng, pergalên wek DAIŞ’ê dê ne demkî bin. Abdullah Ocalan, ev cûrên rêxistinan, wek awayên tundiya ku di qadên krîzê yên modernîteya kapîtalîst hilberandî bi nav kir. Ji ber vê jî bixistina leşkerî, wê rê li ber tasfiyeyên rêxistînî û îdeolojîk veneke, ev pergal dê bi nav û qilifên cûda cardin vegerin. Îro HTŞ, ‘Hikûmeya dmekî’, êrîşên li ser koalîsyonên cûda ên cîhadî dide meşandin, ev hişyarî çima divê cidî werin girtin bi awayek zelal derdixe holê. DAIŞ nehate tunekirin, hate vegerandin û bikaranîn. Karên van pergalan, karê qirêj ên dewlet nekin didin meşandin. Hezimkirina sivîlan, hilberandina tirsê, belavkirina rêveberiyên demokratîk û valekirina qadê.


Faktora Îsraîlê
Hişyariyek din a Abdullah Ocalan, derbarê xetereya herêmên Kurdan û di bazarên navneteweyî de were fedakirin bû. Hevsengiya di nava Îsraîl, Sûriye Tirkiye û hêzên kûrewî de, li ser qadên Kurdan ava bikin, Kurdan hinek caran wek rêgezên hevsengiyê, hinek caran bîne halê bedelên bêndeg bû. Îro di xeta Tepeyên Golanê de, li hevkirinên jeopolîtîk tên meşandin, hemwext hedefgirtina taxên Kurdan ên li Helebê, rastiya vê hişyariyê ye. Qadên ku Kurd lê dijîn, bûye madeyên ‘neyê axaftin’ ên bazarên mezin.
Hemû ev tablo, êrîşên li dijî Rojava, ne tenê navend Tirkiyeye, nîşan dide ku berhemek a mutabaqata berjewendiyên herêmî û navnetewî ye. Îsraîlê Golan garantî kir, rejîma Sûriyeyê destekftiyên Kurdan sînordar dike, Tirkiye jî hewl dide li her cihê dinava sadebûna siyasî û aborî de bi fetisîne. Berjewendiyên cûda, li dijî ceribandina neteweya demokratîk di heman xalê de dibe yek.


Pirsgirêka çavkaniyên aborî
Lê belê li piştî êrîşên li dijî Rojava, tenê hişmendiya gefek a îdeolojîk nîne. Ev erdnîgarî di heman demê de, wek li qadên Sûriyeyê ku sahaye gaza xwezayî û dewlemendiya petrolê lê heye û ev çavkanî beşek wê yê girîng di pêşengtiya Kurdan de Rêveberiya Xweser kontrol dike. Wek Abdullah Ocalan diyar dike ku, pirsgirka Kurd ne tenê siyasî, di heman demê de pirsgirêka aborî- polîtîk e. Kontrola li ser petrol, av û xeta demkî, bingehê têkiliyên serweriyê ne. Bûna xwedî gotin ya gel li ser van çavkaniyan, ne rewşek ku aqlê dewletên kapîtalîst  qebul bikeye.
Ji ber vê êrîşên li dijî Rojava, di esas de hewldana destdanîna bi zorê ji nûve parvekirina çavkniyane. Ev di aliyê rejîma Şamê de, tê wateya windabûna kontrola aborî ya navend, di aliyê Tirkiyeyê de, Kurd bi awayek aborî li ser lingan bimîne, bi awayek siyasî bi hêz bibe, di qadekê de avabûna gefek startejîke. Di aliyê hêzên navneteweyî de jî, petrol ji aliyê pergalek ku di bingehê gel de û derveyî kontrol were rêvebirin nayê qebulkirin. Sedemê dorpçêkirina Rojava, tam jî pevçûna pir alî ya berjewendiyane.     
Xala îro hatine, êrîşên li dijî Rojava, şikestina pêvajoyên aştiyê, ne aramiya herêmê, tabloya ku beriya salan Abdullah Ocalan xêz kiriye nîşa dide.


Wê çawa bibe?
Piştî vê xalê ‘wê çawa bibe’ hevsengiyên hêzên nayê vegerandina senaryoyekê, pevçûnên berjewendiyan û daxwazên li qadê emê bi kijan aliyan ve biçin nîşan dide. Ji ber wê di pêvajoyên ji niha şûnde derbarê ihtimala polîtîk de xêzkirina nexşeyekê hê rastire.
Tişta ku em di demên pêşiya xwe de bibînin, guherîna awayê şerê bidomeye. Êrîşên li dijî Rojava bi îhtimalek mezin bê navber û bi pêl pêşde biçe. Ango li cihê dagirkeriyek tam, dijwariya kêm û domdarî stratejiyek a hilhilandinê pêkbîne. Sedemê vê jî hertim Rojava di parastinê de hiştin, tunekirina çavkaniyan û mehandina rewatiya siyasî.
 
Armanc afirandina belavbûna civakî ye
Di vê merheleyê de dê komên weke DAIŞ’ê yên hatine veguherandin, her dem bera qadê bidin. Li cihên hatine dagirkirin, bi destên çeteyan dê şîdet were kirin lewre hem ji hiqûqa navneteweyî dikare were veşartin hem jî wekî ku êrîşan wekî “pevçûnên herêmî” bidin nîşandan. Bi taybetî derdorên bajaran, cihên sivîl lê dijîn û xalên sembolîk ên jiyana hevpar a Kurd û Ereban werin hedefgirtin. Armanc, ji serkeftina leşkerî zêdetir ew e ku civakê ji hev belav bikin.
Di heman demê de niha di qada dîplomatîk de ‘behsa çareseriyê’ tê kirin lewer dewlet, şer û müzakereye ne weke nakokî, weke amûra ku bi hev re tê bikaranîn dibînin. Her ku zexta li ser Rojava zêde dibe, dê li ser maseyê, gotinên; “maqûl bin” “rasteqîn bin”, “zêdetir nexwazin” zêdetir werin gotin. Ango de hewl bidin zexta leşkerî bînin rewşa bingeha tawîza siyasî.


Tirsa dewketê hevgirtina Rojava ye
Gelo ji aliyê Rojava ve wê çi bibe? Li vê derê merheleyek krîtîk heye. Serdema li peş me, dê diyar bike Rojava tenê ne leşkerî dê bikaribe xeteke polîtîk a berxwedêr ava bike yan na. Ger modela neteweya demokratîk tenê weke pergaleke her dem tê parastin bimîne dê her dem derbas bibe lê ger ev model, di nava gelên herêmî û navneteweyî de bigihîje meşrûyeta polîtîk dê hevsengî biguherin. Tişta ku dewlet herî zêde jê ditirsin jî ew e ku Rojava bi tenê nemîne.
Tiştên ku ji niha û şûnve bibin, ne tenê di eniyê de; di têgihîştin, aborî û di dîplomasiyê de dê diyar bikin. Nîvê şer ne bi çeke dê bi hevdîtinên dîplomatîk were meşandin. Kî îstîqrarê çêdike, kî gefê dixwe, kî “maqûl” e, kî “radîkal” e dê wiha were etîketkirin û têkoşîna rastî li vê derê çêbibe.
Wisa xuya dike ku tişta li benda me, ne aştiya wisa di demek nêz de ye lê ev nayê wateya ku dê Rojava winda bike. Dijberî wê, pêvajoya li peş me dê di bersiva Rojava ya ji vê pirsê re bi teşe bibe: Gelo ev tenê têkoşîna ji bo mayîna li jiyanê ye, yan jî hemleyeke siyasî ya ji bo mezinkirina îdiaya li ser pêşeroja Rojhilata Navîn e?
Dewlet di berdewamkirina şer de bi îsrar in lê di dîrokê de cara yekem e li hemberî wan tenê ne hêzeke çekdarî, projeya gelê ku dikare li ser ax, çavkanî û jiyanê gelek tiştan bibêje heye.


Her êrîş mudaxeleya li dijî îhtîmala aştiyê ye
Tiştên li Rojava tên jiyîn, ji aliyê Tirkiyeyê ve her çendî di bin navê polîtîkaya derve de were destgirtin jî di rastiyê de mesele bi hevsengiyên siyasî yên hundir ên Tirkiyeyê û meseleya Kurd re têkildar e lewre Rojava ji bo Enqereyê tu carî ne pergaleke ji bo Sûriyeyê bû, weke qada ku hemû senaryoyên meseleya Kurd a li Tirkiyeyê tê dîtin e. Ji ber vê yekê her êrîşa li ser Rojava, di heman demê de divê weke mudaxeleya Tirkiyeyê ya ji bo îhtîmala aştiyê were dîtin.
Ji niha û pê ve li Tirkiyeyê ji bo pêvajoya aştiyê du îhtîmalên bingehîn hene. A yekemîn ew e ku behsa aştiyê tê kirin lê nava wê hatiye valakirin, Rojava ji aliyê leşkerî û aborî ve hatiye dorpêçkirin û hewl tê dayîn ku têkiliyên herêmî yên tevgera Kurd werin qutkirin. Di vê senaryoyê de aştî dê weke sozeke ku her dem tê paşxistin bimîne, şer jî bi awayê kêm lê bi awayekî domdar bidome. Îhtîmala duyemîn jî a pir zor lê ya ku dikare biguherîne ye ew jî ev e: Rastiya Rojava nikare were înkarkirin, Kurd weke neteweyek herêmî, kirdeyên siyasî tên dîtin û pejirandin û nikarin werin înkarkirin, aştî êdî ne tenê di nava sînorên Tirkiyeyê de, bi perspektîfeke herêmî tê destgirtin.
Hevsengiyên niha, nîşan didin ku îhtîmala yekemîn zêdetir e lê nayê wateya ku îhtîmala duyemîn bi temamî ji holê rabûye. Dijberî wê, ewqas dijwarbûna êrîşên li dijî Rojava, nîşan dide ku dewlet çiqas ji vê îhtîmalê ditirse. Dema ku ji aliyî dîrokî ve were nihêrîn, tê dîtin ku demên tirsê yên bi vî rengî di heman demê de potansiyela mezin a guherînê jî nîşan didin.
Weke encam: Tiştên li Rojava diqewimin yek ki faktorên sereke ye dê pêşeroja pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê diyar bike dê bibe referansek li Rojava û Tirkiyeyê ya ku pêşî li aştiyê vedike. Dijberî vê her ku daxwaza ji bo îhtîmala aştiyê were çewisandin dê şer li tevahiya herêmê kûrtir bibe.


Peyamên dawî yên di daxuyaniya dawî ya Mazlûm Ebdî
Bi vê ve girêdayî daxuyaniyên dawî yên Mazlûm Ebdî, tiştên li qadê tên jiyîn piştrast dike. Gotina Mazlûm ya “Vî şerî li ser me ferz kirin”, nîşan dide ku Rojava ne aliyê ku pevçûnan tercîh kiriye, aliyê ku neçarî şer maye ye. Biryara xwevekişandina ji Reqa û Dêrezorê ber bi Hesekê ve jî divê weke gaveke paşve a leşkerî neyê dîtin.
Bi taybetî gotina ji bo “Ev şer mezin nebe û veneguhere şerekî navxweyî em vekişiyan” nîşan didin ku armanc bi êrîşan ew e ku ji têkbirina QSD’ê zêdetir, hevsengiya gelan a ku li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin were perçekirin. Ev hemleyeke bi zanîn û siyasî ye. Ev hemle, nîşan dide ku Rojava parastinê ne tenê di xeta eniyê de; ji bo pêşîgirtina belavbûna civakî û parastina bingeha aştiyê ava kiriye.
Di encamê de armanca Rojava, ew e ku bêyî mezinkirina şer berxwedan hebe, bi redkirina şerê navxweyî parastina destkeftiyan û aştiyê ne weke qelsî, weke hêza siyasî ava bike.


Li dijî êrîşan her kes li kolanan e
Piştî êrîşên li ser Rojava, xwedîderketina li çar perçeyên Kurdistanê û diasporayê divê “bertekek ji nişkave” neyê dîtin. Beriya her tiştî ev xuya ye: Rojava êdî tenê weke erdnîgariyek an jî rêveberiyek nayê dîtin. Rojava ji bo gelê Kurd, veguheriye asoyeke siyasî ya şênber. Mirov dema li Rojava xwedî derdikevin, ne tenê axa wê; mafên hatine destgirtin û fikra ku nîşan dide “bi awayê din jiyan pêkan e” diparêze. Ev parastin, nîşan dide ku parastin çiqas berfireh û bi biryar e.
A duyemîn ev pêl, nîşan dide ku gelê Kurd ji hişmendiya perçebûyî, ber bi hişmendiya yekbûnê ve diçe. Bi salan, Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava weke cihên xwedî çarenûsa cuda hatin dîtin. Îro jî êrîşek ku li ser Rojava çêdibe, wekî li tevahiya Kurdistanê hatibe kirin tê dîtin. Ev refleks, ji bangeke klasîk a yekîtiya neteweyî zêdetir, li ser hişmendiya destkeftiyên hevpar tê avakirin.
Her tişt nîşanî me dide ku çendî êrîş hebin, gel û şervan bawer dikin ku dê bi zanîn, îrade û bîrdoziyê bigihîjin serkeftinê.