‘Divê azadiya gelê Îranê ji bo hesabên jeopolîtîk neyê rehîngirtin’

Komek Îraniyan, ji bo gelek kesyatên siyasî û medyayê nameyek şand. Di nameyê de hat diyarkirin ku têkoşîna gelên Îranê bi mudaxeleya derve û zextên leşkerî, rê li ber krîzên kûr ên civakî vedike.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê ev nêzî mehekê ye xwepêşandanên li seranserê welat didome. Xwepêşandanên li Tehranê ku ji ber krîza aborî, zextên siyasî destpê kir û belavî bajarên din ên welêt bû. Tevî êrîşên rayedaran û girtinan, xwepêşandan didomin. Raporên mafên mirovan nîşan dide ku binpêkirinên giran ên li dijî sivîlan didome. Tevî vê jî xwepêşandan didomin.

Komek Îranî ku ji aktivîstên di nav de Şîrîn Ebadî, Muhammed Cevad Ekberîn, Nazanîn Ansarî, Fuad Başayî, Yezdan Şehdayî, Muhsîn Mahmelbaf, Abdullah Mehtedi jî hebûn pêk tê, ji medyayê re nameyek şandin. Di nameyê de hate diyarkirin ku têkoşîna gelê Îranê wek ‘mudaxeleya ji derve’ an jî ‘zextên leşkerî’ bê binavkirin, ev xeter dibe.

Di nameyê de ev tişt hate gotin:

“Ji Şîrin Ebadi, Muhammed Cevad Ekberin, Nazanin Ansari, Fuad Başayi, Yezdan Şehdayi, Muhsin Mahmelbaf, Abdullah Mehtedi,

Berpirsên zextên dijwar ên li dijî xwepêşadanên gel, girtinên kêfî û binpêkirinên mafên mirovan, Komara Îslamê ye. Rejîmê hemû rêyên aştiyane girtiye û ji bo belavbûna tundiyê zemîn amade kiriye. Em wek gelê Îranê ji bo ku ev rêbaza tundiyê bi dawî bibe, têdikoşin.

‘Ev şibandin gelek bi xetere ye’

Têkoşîna gelê Îranê bişibînin ‘mudaxaleyên ji derve’ û ‘zexta leşkerî’ û ‘pêkanînên giran’, ev  gelek bi xeter dibe. Wek di mînakên Iraq û Lîbya de hatî dîtin, ev rê, dibe ku civakê ber bi hilweşîn û şerê navxweyî ve bibe, bedelên giran û demdirêj bi gel bide dayîn.

Ev nêzîkatî îradeya gel lawaz dike, têkoşîna wê di destên hêzên ku bi berjewendî û hesabên bazarê tevdigerin, vegeriya amûrê. Pêşeroj û rûmeta gelê Îranê, divê di nava hêzên navneteweyî û herêmê de nebin mijara bazarê.

Ev name bibîrxistina dîrokî û ehlaqî ye. Divê aktorên bi bandor ên siyasî û medyayê encamên van bangan bi cidiyet binirxînin û bi mudaxeleyên derve zextên leşkerî rasterast berpirsyariya encaman bigrin.
Azadiya gelê Îranê, hêza civakê, piştevaniya navxweyî, rêxistin û bi desteka hinek saziyên serbixwe yên mafên mirovan were pêkanîn. Divê pêşeroja welat ji bo hesabên jeopolîtîk neyê rehîngirtin.”