Li Tirkiyeyê zext bi rêbazên cuda li ser rojnamevanan pêş dikevin
MKG û DFG’ê di rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a Tîrmehê de diyar kir ku li Tirkiyeyê zextên li ser azadiya çapemeniyê bi gelek rêbazan bipêş ketine û 12 rojnameger hatine binçavkirin.
Navenda Nûçeyeyan – Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora xwe ya li ser binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî rojnamevanên jin di meha Tîrmehê de pêk hatine weşandin.
Di destpêka rapora MKG’ê de hat ragihand ku di meha Tîrmehê de 5 rojnamevan hatine binçavkirin, 11 rojnamevan hatine darizandin û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatine girtin. Di raporê de hat destnîşankirin ku Tîrmeh mehek bû ku bi zextên dijwar, binpêkirinên mafên mirovan, tacîza dadwerî û polîsan û sansura dîjîtal a li dijî rojnamevanan ve girêdayî bû. Di raporê de wiha hat gotin: “Mudaxele û hewldanên astengkirina rojnamevanan mafê raya giştî yê agahdarkirinê binpê dikin. Her êrîşek li ser rojnamevanan ku ne bûyerên yekane ne, lê ji bo veşartina bûyerên civakî, sûc, gendelî, niheqî û neqanûnî, wêrankirina jîngehê û binpêkirinên cûrbecûr ên mafên mirovan xizmet dike, astengiya herî mezin e li pêşiya eşkerekirina rastiyê.”
‘Tirkiye di nav 180 welatan de di rêza 163’yemîn de ye’
Di raporê de her wiha saziyan bal kişand ser daneyên Endeksa Azadiya Çapemeniya Cîhanê ya 2026’an a Rojnamevanên Sînornenas (RSF). Raporê destnîşan kir ku Tirkiye di nav 180 welatan de di rêza 163’yemîn de ye.
5 Rojnamevan hatine girtin
Rapor diyar dike ku li Tirkiyeyê di meha Tîrmehê de, malên 2 rojnamevanan rastî serdegirtinê hatine, 5 rojnamevan hatine binçavkirin, rojnamevanek hatiye girtin, rojnamevanek ji bo lêpirsînê hatiye gazîkirin, lêpirsîn li dijî 2 rojnamevanan hatine vekirin û rojnamevanek hatiye tehdîtkirin û hedefgirtin.
11 rojnamevan tên darizandin
Rapor destnîşan dike ku darizandinên 11 rojnamevanan ku ji ber çalakiyên xwe yên rojnamegeriyê hatine tawanbarkirin, berdewam dikin. Rapor radighîne ku 8 rojnamevan li seranserê Tirkiyeyê di girtîgehên cûrbecûr de dimînin.
Sînorkirinên medyaya dîjîtal
Rapor her wiha sînorkirinên li ser medyaya dîjîtal jî tîne ziman. Di Tîrmehê de, 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin û 11 platformên medyaya dîjîtal hatin astengkirin.
Daxwaza bidawîkirina zextê
Komeleya Rojnamevanên Tirkiyeyê (MKG ) ji bo çapemeniyek azad û civakek demokratîk daxwaza bidawîanîna hemû zextên li ser rojnamevanan kir û daxwaza serbestberdana rojnamevanên girtî kir.
Her wiha DFG’ê diyar kir ku li Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê zextên li ser azadiya çapemeniyê bi gelek rêbazan bi pêş ketine û destnîşan kir ku li ser rojnamegeriya Kurdî jî zext bi rêk û pêk didomin. DFG’ê da zanîn ku di meha Tîrmehê de 12 rojnameger hatine binçavkirin û 2 ji wan hatine girtin.
Li dijî azadiya çapemeniyê zext bi rêbazên cuda bipêş ketin
Di heman demê de DFG’ê diyar kir ku di meha Tîrmehê de jî li Tirkiyeyê zext û tundiya li ser azadiya ramanê û çapemeniyê zêde bûne û wiha domand: “Rojnameger ji ber parvekirinên medya dijîtal, nûçeyên ku çêkirine û xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatin binçavkirin, girtin û gef li wan hatin xwarin. Dîsa ji ber xebatên xwe hatin darizandin. Bi taybetî beriya Lûtkeya NATO’yê operasyon pêk hatin. Dema rojnamegeran ev operasyon dişopandin, hatin astengkirin. Medyayên dijîtal hatin astengkirin. Li dijî azadiya çapemeniyê zext bi rêbazên cuda bipêş ketin.”
12 rojnameger hatin binçavkirin
DFG’ê da zanîn ku di Tîrmehê de, 12 rojnameger hatine binçavkirin û wiha pê de çû: “Di nava wan de nûçegîhana rojnameya Cumhuriyetê Gulnur Saydam, rojnameger Fatma Sibel Gurcihan, Edîtora T24’ê Buse Sogutlu, Edîtora Odatv Ceren Erdogdu, Nûçegîhanê Niha+ Abbas Vural, Midûra Karên Nivîsan a Berê ya Azadiya Welat Berfîn Ay, Rojnameger Hazar Dost, Nûçegîhanê BîrGunê Kayhan Ayhan, Nûçegîhanê DW'yê Alîcan Uludag, rojnameger Alî Taş, Fermandar Kardaş û Cem Kuçuk hatin binçavkirin. Balkêş bû rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê yên nûçe, parvekirinên medya dijîtal hatin binçavkirin. Ji van12 rojnamegeran, Fatma Sîbel Gurcîhan û Cem Kuçuk hatin girtin.”
DFG’ê di berdewama raporê de ev agahî parve kirin: “Tiştê di Tîrmehê de balkêş bû, operasyonên beriya Lûtkeya NATO’yê ya li Enqereyê ku di 7-8’ê Tîrmehê de pêk hatin, bû. Di van operasyonan de Edîtora Nûçeyan a T24’an Buse Sogutlu, Edîtora Odatv Ceren Erdogdu û Nûçegîhanê Niha+ Abbas Vural hatin binçavkirin. Di heman demê de rojnameger Hazar Dost jî hat binçavkirin. Di binçav de tundî li Hazar Dost hate kirin.
Rasterast mudaxeleya li mafê rojnamegeran a ragihandinê ye
Di 7’ê Tîrmehê de li dijî Lûtkeya NATO li Parka Kurtuluşê çalakî pêk hat. Rojnamegerên çalakî şopandin rastî tundiya polîsan hatin. Polîsan bi mertalên xwe destûr nedan ku rojnameger dîmenan bikşînin. Polîsan rojnameger asteng kirin û ji qadê dûr xistin. Ev rasterast mudaxaleya li mafê rojnamegeran a ragihandinê ye.
Bi pêvajoya darizandinê zextên li ser rojnamegeran berdewam dike
Di Tîrmehê de rojnameger ji ber parvekirinên medyaya dijîtal hatin binçavkirin. Derbarê wan de lêpirsîn hatin destpêkirin. Ji 14 dosyayan 33 rojnameger tên darizandin. Di Tîrmehê de gelek rojnameger hatin darizandin û danişînên wan hatin lidarxistin. Di nava mehê de hin rojnameger tahliye bûn û hinekan beraet kirin. Lê gelek doz jî hatin taloqkirin. Ev nîşan dide ku bi pêvajoya darizandinê ya zextên li ser rojnamegeran berdewam dike.
Li aliyê din rojnameger Aslîhan Gençay beraet kir. Nûçegîhana BirGunê Sarya Toprak jî beraet kir. Nûçegîhanê ETHA'yê Muslum Koyun û rojnameger Yildiz Tar jî hatin berdan. Nûçegîhana Rojnameya BirGunê Ebru Çelîk jî ji ber nûçeya pêvekirina rozetan a CHPê di meha Tîrmehê de bû mijara zextan. Çelîk ji ber vê nûçeya xwe rastî gefan û lêpirsînê hat. Dîsa Kordînatorê Webê yê BirGunê Ugur Koç û Berkant Gultekîn jî îfadeyên wan hatin girtin. Rojnameger Fatîh Altaylî û Tîmur Soykan ji ber heman nûçeyê îfade dan.
Di Tîrmehê de gelek malperên înternetê, yên rojnameyan û hesabên medyaya dîjîtal hatin astengkirin. Di Tîrmehê de 20 naverokên medyaya dîjîtal hatin astengkirin. Xwegihandina 2 nûçe û 2 malperên nûçeyan hatin astengkirin. Di vê mehê de ji ber nûçeyan 11 weşan hatin qedexekirin.
Hesabên saziyên çapemeniyê yên bi Kurdî weşanê dikin hatin astengkirin
Di destpêka mehê de gîhandina malperên înternetê yên Nûmedya24, Azadiya Welat, Ajansa Welat û Nupel hatin astengkirin. Dîsa xwegîhandina hesabên X'ê yên Ajansa Welat û Nûmedya24 li Tirkiyeyê hatin astengkirin. Bi taybetî saziyên çapemeniyê yên ku bi Kurdî weşanê dikin hesabên wan hatin astengkirin. Hesabên wan ên medya dijîtal li ser hev hatin astengkirin. Hat dîtin ku hesabên weşana Kurdî bû hedefa sereke.
Ragihandina hesabên X'ê yên Sendîka.Org û soL Haber hatin astengkirin. Hesabên X, Instagram, Facebook, TîkTok û YouTube yê Ozguruz û malpera înternetê hat astengkirin. Ragihandina hesabê Jinnewsê yê X'ê careke din hat astengkirin. Dîsa hesabên rojnamegeran jî hatin astengkirin. Di nava mehê de ragihandina hesabên rojnameger Dîren Yurtsever, Oznur Deger, Alîcan Uludag û Gulistan Gulmuş ên X'ê hatin astengkirin.
Daneyên Tîrmeha 2026’an nîşan dide ku li Tirkyeyê zextên li ser azadiya çapemeniyê bi gelek rêbazan bipêş ketine. Bi rêbaza binçavkirin, girtin, lêpirsîn, darizandin, gef, astengkirina şopandina nûçeyan, qedexeya weşanê, astengkirina ragihandina hesabên medya dijîtal û şêwazên din zext bipêş ketine.
Zextên li ser rojnamegeriya Kurdî didomin
Ji ber ku rojnamegeran nûçeyên xwe li ser medya dijîtal parve kirine hatine binçavkirin, girtin û der barê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin. Astengiya ragihandina malperên nûçeyan û hesabên medya dijîtal, nîşan dide ku hîn li Tirkiyeyê pirsgirêka astengiya li pêşiya azadiya çapemeniyê berdewam dike.
Bi taybetî astengiyên ragihandina malperên Kurdî yên wekî Azadiya Welat û Ajansa Welat û astengkirina ragihandina hesabên wan ên medya dijîtal, nîşan dide ku zextên bi rêk û pêk li ser rojnamegeriya Kurdî didome.”
Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin
DFG'ê di dawiya raporê de wiha anî ziman: “Em wekî DFG'ê careke din dibêjin; Rojnamegerî ne sûc e. Mafê şopandin û çêkirina nûçeyan û mafê xwe gihandina agahiyên rast nayê astengkirin. Divê mafê azadiya çapemeniyê bê parastin û mîsogerkirin. Divê rojnameger ji ber karê xwe neyên astengkirin û neyên darizandin. Divê sansura li ser medya dijîtal bi dawî bibe.”