Li Tirkiyeyê talana li ser xwezayê: Ne karesata xwezayî encameke polîtîk e
Aktivîsta ekolojiyê Suheyla Dogan, bal kişand ku li Tirkiyeyê qadên xwezayî û jiyanê pêşkêşî sermayeyê hatine kirin û bang li her kesî kir ku ji bo jiyana ekolojîk têbikoşin.

SERPÎL SAVUMLU
Stenbol – Li Tirkiyeyê ji ber agirê ku bi taybetî li pey hev li daristanan derdikevin, cihên şewat lê çêdibin û kêmasiyên di warê mudaxeleyê de, bûn sedema fikar û çalakiyên şermezarkirinê. Ji ber zêdebûna şewata daristanan fikar zêde dibin. Kî dê hesabê eraziyên ku dibin xwelî û kesên ku dimrin bide.
Li ser zêdebûna şewata li daristanên Tirkiyeyê û talana li ser xwezayê em bi endama Lijneya Rêveber a Komeleya Parastina Hebûnên Çandî û Xwezayî yên Kazdagiyê, Suheyla Dogan re axivîn. Suheyla li hember polîtîkayên şewata li daristanan, pêşkêşkirina qadên xweza û jiyanê ji bo sermayeyê bertek nîşan da.
Suheyla Dogan, diyar kir ku di rojên derbasbûyî de du zagonên ku di Meclîsê de hatine pejirandin jî xizmeta lezkirina vê pêvajoyê kirine.
‘Polîtîkaya têkoşînê şaş e’
Suheyla, bal kişand ser kêmasiya polîtîkayên têkoşîna bi şewatan re û wiha got: “Li welatê me di salên dawî de gelek daristan şewitîn, hem hejmara derketina agir, hem mezinbûna qada şewitî hem jî nêzbûna wan a li herêmên niştecih, mirov pir ditirsîne. Daristanên ku ji ber agir tune bûn, welatiyên ku jiyana xwe ji dest dan û ji bo hemû zindiyên ku ji ber derketina agir dişewitin agir bi dilê me dikeve. Xetera rewşa em tê de ne, polîtîkayên şaş ên desthilatdariyê yên têkildarî agir nîşan dide. Niha tenê polîtîkaya mudaxele û pêşîgirtina şewatê heye, li ser sedemên derketina agir û bidawîkirina vê rewşê tu polîtîkayek tuneye.”
‘Divê daristan mîna ekosîstem werin dîtin’
Suheyla Dogan destnîşan kir ku polîtîkayên tedbîrê yên desthilatdariyê tunene û wiha domand: “Daristan perçeyeke ekosîstemê ne. Heta polîtîkayên ku daristanan ne weke perçeyek ekosîstemê weke rant dibînin û bi tunekirina daristanan pêşî li her cure enerjî, madenkarî û razemeniyên turîzmê re vedikin nekevin bin kontrolê, dê zext û girê ku bi daristanan dikeve jî nikaribe were kontrolkirin. Divê desthilatdarî daristanan weke ekosîstem bibîne, tedbîrên ji bo parastina daristanan bigre û li gorî zagonan tevbigere. Divê polîtîkaya heyî ya têkildarî şewata daristanan biguherîne.”
‘Divê ji qesrê sexbêrî bê kirin’
Suheyla Dogan da zanîn ku divê desthilatdarî bi taybetî li ser sedemên derketina agir bisekine, polîtîkayên ku wan sedeman ji hole rakin bipêş bixe û got: “Ji bo îhtîmala şewatan divê ji hewa û bejahî ve ji bo mudaxeleyê tîmên dilxwaz ên amadekirî û profesyonel werin avakirin. Divê bi amûrên weke arazoz, makîneyên kar, helîkopter û balafiran fîloya şewateyê were bihêzkirin. Sexbêriya ji bo agir nabe. Desthilatdarî li cihê ku ji bo mesrefên tedbîrên şewatê sexbêrî bike, divê ji balafirên luks ên taybet, ji wesayîdan û ji qesran sexbêrî bike. Agir tê wateya tunebûna ekosîstemê, mirin, tunebûna mal û milk, tunebûna bîranîn, çand û paşerojê.
Divê daristan ji dagirkeriya şirketên daristan û enerjiyê werin rizarkirin. Divê şirketên enerjî û madenê xebatên xwe bidin rawestandin, hemû parkên makîneyan bidin destê Îdareya Daristanan. Êdî dilê me baristan nade em şewata daristanan û darek jî bibînin!”
‘Li ser xwezayê êrîşeke bênavber heye’
Suheyla diyar kir ku ji bo hilberîn û qezencê li ser xwezayê êrîşeke bênavber heye û wiha berdewam kir: “Çav berî hemû hebûnên sererd û binerd, daristan, zozan, qadên avî, çem, derya, ava binerdê dane. Ji ber xebatên ku şirket ji bo hilberîna zêde û qezenca zêde dikin, di encama projeyan de gerestêrka me ber bi merheleyeke ku telafiya wê tune ye ve diçe. Bi guherîna avhewayê û pê ve girêdayî krîza avhewayê re em bi bûyerên zêde ji ber guherîna avhewayê dijîn. Ev rewş pêşî li bêdadiya li ser avhewayê vedike. Di encama xebatên şirketên kapîtalîst de, li ser gelên cihî koçberî tê ferzkirin, keda wan tê mêtin û her diçe xizanî zêde dibe. Cudahiya di navbera dahatê de her diçe zêdetir dibe.”
Zagonên ji bo sermayeyê
Suheyla Dogan da zanîn ku di TBMM’ê de du zagonên girîng hatine pejirandin û wiha got: “Zagona bi navê “dagirkerî” a bi hejmara 7554 Zagona ku di hinek zagonan de guherînan dike. Herdu zagon jî sermaye ji desthilatdarê dixwaze bi awayekî lezgîn derbas bike bûn. Ne di dema amadekirinê de, ne di komîsyonê de ne jî di lijneya giştî de parlamenteren desthilatdariyê, tu pêşniyar û rexneyê negirtin ber çav, weke ku ji ber agir tiştek birevînin bi lez derbas kirin. Zagona Avhewayê ya hat pejirandin, Zagoneke Bazirganiya Avhewayê ye. Loma dê tu feyde nede çareseriya krîza avhewayê û pêkhatina edaleta ji bo avhewayê.”
‘Zagon bi xwe re talanê tîne’
Suheyla Dogan, behsa hinek sererastkirinên ku di hinek zagonan de hatine kirin bi rêzkirina bendan kir û wiha got:
“*Nirxandina Bandora Derdorê (ÇED) mewzuatê dike rewşeke bê bandor. Ji bo ku ji şirketan re hêsan be, pêvajoyên ÇED’ê tên kurtkirin. Pêvajoyên ÇED’ê li cihê şirketan, ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Karên Maden û Petrolê ve (MAPEG) tên meşandin. Nêrînên saziyê ji aliyê MAPEG’ê ve tên girtin. Beriya ku biryarên ÇED’ê derkevin, dikarin di pêvajoya ÇED’ê de ji bo destûr û ruxsatên din serlêdan bikin.
*Dewrkirina daristanan ji bo şirketan hêsantir dibe. Daristanên di qadên madenê de, bê pere dewrî MAPEG’ê tên kirin.
*Parkên Netewî, qadên tên parastin, qadên şînayî, qadên avdaniyê, qadên parastin û pêşxistina jiyana xwezayî, qadên parastina taybet, pêşkêşî enerjî û madenkariyê tên kirin. Koordînatên van qadan, ji Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî re radigihînin. Li van herêman ger rezerva madenê hebe, wezaret ji bo nêrînê ji saziyan re dinvîse. Sazî di nava 3+1 mehek de ger bersiv nedin, weke nêrîna erênî tê hesabkirin.
*Bi du nexşeriyên di pêveka teklîfa zagonê de, baxçeyên zeytûnên li derdorê Muglayê, daristan, gund û qadên jiyanê tên arizîkirin. Bi wê zagonê bexçeyên zeytûnan, bi awayî li dijî Zagona Zeytûnan, ji bo santralên termîk texsîsê şirketên komirê tên kirin. Heman xeter ji bo hemû herêman derbasdar dibe.
*Guherîna statuya zozanan/armanca peydakirinê guherînê hêsantir dike û ji bo şirketên enerjiyê tê peydakirin.
*Bi biryaren lezgîn ên giştîkirinê arizîkirinê re mafê mulkiyeta taybet tê binpêkirin, tapoyên gundiyan tên desteserkirin. Rayeya giştîkirina lezgîn, desteserkirinê didin EPDK’ê.
*Ji bo razemeniyên enerjiya qaçax efûya avadaniyê tê kirin.
*Maden tên dabeşkirin û madenên krîtîk û stratejîk tên diyarkirin. Ji bo madenên krîtîk û stratejîk lijneyek taybet a girêdayî serokomariyê tê avakirin. Li ser van madenan ev lijne biryar dide. Ji bo madenên krîtîk û stratejîk bi lezgînî giştîkirin dikare çêbibe.
*Ji bo MAPEG’ê ruxseta çêkirina plana îmarê û înşaetê tê dayîn.
Suheyla Dogan got:“Bi vê zagonê hemû daristanên li welatê me yên ku divê werin parastin, qadên avdaniyê, zozan, bexçeyên zeytûnan, dê ji şirketên enerjî û madenan re werin pêşkêşkirin, pêvajoyên wan ên razemeniyê lezgîntir bibin, gundî ji cihên xwe werin derxistin, zeviyên wan ji dest wan werin girtin. Bi zagona ku dagirkerî û desteserkirina axê re ye, her derê welatê me dê mîna baxçeyê bê strî were radestkirin.”
Hevparbûna di têkoşîna ekolojîk de
Suheyla Dogan di axaftina xwe de diyar kir ku têkoşîna ekolojiyê ya li Tirkiyeyê heta tu bêjî bi hêz e û wiha domand: “Yekîtiya Ekolojî ya ji her aliyê welat rêxistinên ekolojiyê û tevgerên herêmî tîne ba hev, heye. Ji 80’yî zêdetir hevgirtiyên wê hene. Her wiha ji bo ku têkoşîna avhewayê koordîne bike jî Koalîsyona Edaleta Avhewayê heye. Di koalîsyonê de ji derveyî rêxistinên ekolojiyê, sendîka, rêxistinên pîşeyî, kesayet, akademîsyen û rojnameger hene. Herdu tor jî dema ku hewce dike hevkariyê dikin. Hevparbûna tevgera ekolojî ya bi tevgerên jin û mêr re pir girîng e. Ji bo guherîna pergalê têkoşîn şert e. Di vê mijarê de jî pêşketinên curbe cur çêdibin. Bi taybetî di têkoşîna ku li dijî du zagonên dawî tê dayîn de, hevkariyeke mezin çêbû.”
Suheyla Dogan, herî dawî vê bangê kir: “Banga min ji hemû rêxistinên muxalif, partiyên muxalefetê û raya giştî re ye: Werin em li welatê xwe ji bo xwezayê, ji bo avakirina jiyana wekhev a gel, giştî, adil û ekolojîk hemû bi hev re têbikoşin.”