Li Tehranê xwendekarên jin li derve hiştin
Koleja Teknîkî ya Pîşeyî ya Şerîetî ya li Tehranê, biryar da ku êdî xwendekarên jin ên pola yekem, nikarin di wargehê de bimînin û ev biryar bû sedema bertekan.

Navenda Nûçeyan – Koleja Teknîkî û Pîşeyî ya Şerîetî li Tehranê, bi biryareke ku nedihat hêvîkirin û di destpêka sala nû ya akademîk de hat dayîn, ragihand ku mayîna xwendekarên jin ên sala yekem li wargehê dirêj neke. Ev biryara derbarê wargehên zanîngehên li Îranê de, di nav xwendekarên jin de bû sedema bertekeke tund. Nebûna daxuyaniyeke fermî û zêdebûna zextên aborî, hêrsa xwendekaran hîn zêdetir kir.
Biryarek niheqî û kêfî ye
Bi destpêkirina sala nû ya akademîk re, komek xwendekarên Koleja Teknîkî û Pîşeyî ya Şerîetî li Tehranê bi krîzeke ji nişka ve ya bicihkirina wargehê re rû bi rû man. Li gorî raporên medyayê, rêveberiya dibistanê biryar da ku mayîna xwendekarên jin ên sala yekem, li wargehê dirêj neke. Xwendekaran ev biryar wekî niheqî û kêfî binav kirin û diyar kirin ku ev biryarek li ser rêziknameyeke zelal a ku ji hêla Wezareta Zanistê ve hatiye dayîn nîne.
Xwendekar neçar man li xaniyan bigerin
Xwendekaran hewl dan ku têkilî bi rêveberiya wargehê û karûbarên xwendekaran re deynin, lê bê bersiv man. Her çend rayedaran behsa "rêziknameyên nû" kirine jî, derbarê naveroka wan de ti ravekirinek nehatiye dayîn. Vê nezelaliyê gelek xwendekaran neçar kiriye ku di destpêka sala akademîk de wargehên xwe biterikînin. Xwendekar neçar mane ku ji bo dîtina xaniyek ewle serî li çareseriyên demkî bidin; hin ji wan di xaniyên nefermî yên pansiyonê de mane, hinên din jî serî li kirêyên demkurt dane.
Pisporên perwerdehiyê hişyariya devjêberdana perwerdê kir
Ev krîz di demekê ku di salên dawî de zextên aborî li ser xwendekaran zêde bûne de, pêk hat. Zêdebûna kirêyan bi taybetî li Tehranê, ji bo xwendekarên zanîngehê yên jin astengiyeke girîng çêdike. Pisporên perwerdeyê berê tekez kirine ku bêparkirina xwendekaran ji mafên wargehê dikare bibe sedema devjêberdana bi zorê û newekheviya perwerdehiyê girantir bike. Ev rewş bi prensîba "dadweriya perwerdehiyê" re nakok e, ku perwerdehiya bilind armanc dike.
Rayedaran soza ‘piştgiriya bi xwendekarên jin re’ dabûn
Pispor bawer dikin ku ev biryar ne tenê kêmbûna kapasîteya wargehê, di heman demê de pirsgirêkên îdarî yên cidî di polîtîkayên refaha xwendekaran de jî eşkere dike. Ev pratîka ku li şûna piştgirî bidin barên darayî û psîkolojîk ên zêde li ser xwendekaran ferz dikin, mafên perwerdehiyê yên xwendekarên jin tehdît dikin. Tevî daxuyaniyên dubare yên rayedarên perwerdehiyê yên payebilind ên ji bo "piştgiriya xwendekarên jin", rastiya ku mafê wan ê herî bingehîn ê wargeha ewle tê paşguhkirin, pirsên cidî derdixe holê. Pirsa “Pergala perwerdehiya bilind a Îranê çiqas qîmetê dide dadweriya li ser bingeha zayendî?” derket pêş û li benda bersivê ye.