Girtiyên Qezalhasarê greva birçîbûnê didomînin
Li Îranê nêzîkî hezar û 500 girtiyên cezayê darvekirinê xwarine, yên li Girtîgeha Qezalhasarê ya bajarê Kerecê, 5 roj berê ji bo protestokirina darvekirina çend girtiyan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Navenda Nûçeyan – Zêdebûna cezayên darvekirinê yên dawî li Îranê di nav komên mafên mirovan û raya giştî de fikarên cidî derxist holê. Xwepêşandan di heman demê de bi pêkanîna darvekirinên nû dest pê kirin. Çalakiya herî mezin li Girtîgeha Qezalhasarê pêk hat.
Di bersiva pêla zêde ya darvekirinan a li seranserê Îranê de, peşveçûnek balkêş çêbû. Nêzîkî hezar û 500 girtiyên li beşên cûda yên Girtîgeha Qezalhasarê ku di nav de girtiyên cezayê darvekirinê xwarine jî hene, dest bi greva birçîbûnê ya girseyî û çalakiya rûniştinê kirin. Girtî, xwarinê qebûl nakin. Daxwazên wan: rawestandina tavilê ya darvekirinan û rakirina tevahî ya cezayê darvekirinê ye.
Tenduristiya girtiyan di xeterê de ye
Li gorî dîmenên parvekirî, alozî li girtîgehê zêde bû. Rayedaran amûrên astengkirinê yên bihêz bikar anîn da ku ji hundir agahî neçin derve. Vê yekê bi tevahî têkiliya di nav girtîgehê de felc kir. Greva birçîbûnê, niha di roja xwe ya 5’emîn de ye û tenduristiya gelek girtiyan bi giranî xirab kiriye. Vîdyo nîşan didin ku girtî nîşanên lawaziya zêde, gêjbûn û bêhişbûnê nîşan didin. Tevî vê yekê, tu alîkariya bijîşkî nehatiye peydakirin û tê gotin ku tenduristiya girtiyan di xeterê de ye.
Darvekirin jî nebû asteng
Greva birçîbûnê ya li Qezalhasarê, di 13’ê Cotmehê de dest pê kir. Wê rojê, 16 girtî ji bo darvekirinê kirin hucreyên takekesî. Piştî vê yekê, di hucreyan de dirûşmeyên "Ji cezayê mirinê re na" bilind bûn û girtiyan bi awayekî sîstematîk xwarin red kirin. Darvekirina herî kêm 8 girtiyan a di çend rojên pêşîn de, hêrsa girtiyan zêdetir kir. Li ser vê yekê girtiyên ji beşên din jî tevlî xwepêşandanê bûn.
Rêveberiya girtîgehê di şûna ku bersiva daxwazên girtiyan bide zextan zêde kir, hemû têkiliyên bi cîhana derve re qut kir û girtiyan bi tevahî îzole kir.
Banga Lezgîn
Di vîdyoyek bi dizî ji girtîgehê hatiye kişandin de, yek ji girtiyên cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, ji gelê Îranê re dibêje "Ev Qezalhasar e… dojehek Rojhilata Navîn e ku bêhna mirinê jê tê. Bi dengê banga sibehê ya nimêjê, lêvên me ji tirsê spî dibin. Zincîr li ser singên me dixin. Ey gelê Îranê, ey welatê min, ey Neteweyên Yekbûyî, ey parêzvanên mafên mirovan… Em zarokên vê axê ne. Vê carê, qîrîna lêvên me yên dirûtî bibhîzin û li kêleka me bimeşin da ku makîneya qirkirina mirovan rawestînin."
Peyamek hevgirtinê ji girtiyên jin ên Girtîgeha Evînê
Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Evînê jî duh daxuyaniyek weşandin, piştgirî dan greva birçîbûnê ya li Qezalhasarê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku "Divê xwepêşandanên li dijî cezayê darvekirinê bibin fikarek hevpar a civakê.”
‘Krîza mirovî di civakê de dibe sedema dabeşbûnên kûr’
Çalakvana sivîl a li Girtîgeha Evînê girtî ye Kolorx Iraeî jî, daxuyaniyek parve kir. Kolorx wiha got: "Her kesê ku destê xwe dirêj bike da ku xwe an zarokên xwe têr bike, tê birîn û dişînin ber sêdarê. Her serê ku birçîbûn û xizaniyê red dike, tê daliqandin. Xizanî û bêbextiyê civak kiriye du beş: yên li jor û yên li jêr. Êdî nanê hişk jî li ser sifrê nemaye."
Kolorx tekez kir ku rejîma Îranê darvekirinan bikar tîne da ku têkçûnên xwe yên aborî û siyasî veşêre û hewl dide ku bi dabeşkirina sûcan wekî "tundûtûjî" an "sûcên asayî" raya giştî manîpule bike. Li gorî daxuyaniyê, rejîm bi vî rengî hewl dide ku balê ji pirsgirêkên sîstemîk - gendelî, xizanî û qelsiyên rêveberiyê - dûr bixe.
Hevgirtina jinan û berxwedana li dijî darvekirinan
Beşa jinan a Girtîgeha Evînê berê piştgiriya xwe ji bo girtiyên cezayê darvekirinê nîşan daye. Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: "Têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê divê bibe meseleya hemû civakê. Em jinên girtiyên siyasî, li kêleka girtiyên cezayê darvekirinê û malbatên wan radiwestin."