Li Taxa Şêx Meqsûd komkujî: 6 kesên ji malbatek hatin qetilkirin

Di encama komkujiya cîhadîstên HTŞ’ê ya li dijî maleke li taxa Şêx Meqsûd a Helebê de, 3 jê zarok 6 kesên ji malbatek hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Taxên Kurdan ên li Helebê, rastî bombebaranek dijwar a cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam tên. Balafirên bêmirov, bi êrîşên bi topan û çekên giran rasterast mal û sivîlan hedef digrin. Di encama van êrîşan de, piraniya wan jin û zarok bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan an jî birîndar bûn.

Bi êrîşên li dijî taxên Şêx Meqsûd, Eşrefiye û Benî Zeyd ên bajarê Helebê yên Sûriyeyê, êşa sivîlên bêparastin zêdetir dibe. Li gorî çavkaniyên herêmî, cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam duh êvarê komkujiyek pêk anîn û li taxa Şêx Meqsûd malek hedef girtin.

Di encama bombebaranê de, 3 jê zarok ji malbetek şeş kes hatin qetilkirin. Li gorî agahiyan, bav Emîn Reşo, keça wî Zeynep Emîn Reşo û bûka wî Şerfîn Hesen û sê zarokên Şerfîn Hesen ên bi navê Nora Reşo, Emîn Reşo û Mîra Reşo jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hevjîna Emîn Reşo ya bi navê Nora Hesen jî di bombebaranê de bi giranî birîndar bû, niha li Nexweşxaneya Xalid Fecir a li taxa Şêx Meqsûdê ya di bin bombebaranê de ye tê dermankirin.

Vê komkujiya ku li dijî malbatê çêbû, berdewmiya êrîşên li Helebê ye û careke din nîşan da ku di van êrîşan de sivîl tên hedefgirtin. Bi dubarebûna komkujiyan re, fikarên ku wê rewş xirabtir bibe zêdetir dibin.