Li Sûriyeyê di bûyerên cuda de 13 kes jiyana xwe ji dest dan

Li Sûriyeyê di hawîrdora nebûna ewlehiyê de, di 24 demjimêrên dawî de di bûyerên cudayên çekdarî û ewlehiyên de 13 kesan hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Li herêmên di bin kontrola cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam de, ji ber nebûna ewlehiyê, her diçe bûyerên kuştinê zêdetir dibin. Di 24 demjimêrên dawî de 13 kes hatin qetilkirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li taxa Zahira ya kevin a Şamê jineke extiyar di encama bûyera diziyê ya çekdarî ya li dijî mala xwe de hat qetilkirin. Her wiha, hunermenda Sûriyeyî Huda el-Şarawî li mala xwe ya li taxa Bab Srija di bûyera diziyê de hat qetilkirin.

Ciwanekî ji Efrînê dema ku hewl dida ji Reqayê berê xwe bide herêmên di bin kontrola QSD’ê de ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şam ve hat qetilkirin. Bûyer bû sedema bertekên mezin.

Li ser Riya Ziyaretê ya li gundewarê Efrînê, di encama gulebarana çekdarên nenas li dijî texsiyek 3 jinan jiyana xwe ji dest dan. Li ser riya gundê Keferdela Jêrîn ê navçeya Cindirêsê ya girêdayî Efrînê, bi awayekî nediyar û nayê zanîn cenazeyê jinekê hat dîtin.

Li bajarokê Tewal el-Abbat a li herêma Suluk a gundewarê bakurê Reqayê, sivîlek di encama teqîna bermahiya şer de jiyana xwe ji dest da. Li gundê Deyr el-Şerqî yê gundewarê Îdlibê jî cînayetek pêk hat; mêrekî êrîşî mala malbata hevjîna xwe kir û bi çekê 5 kesan qetil kir.