Li Sûriyeyê binpêkirin zêde dibin
Li Sûriyeyê ji ber êrîş û binpêkirinên komên tundrew rojane li dijî mirovan sûcên ku tên kirin zêde dibin. Her wiha bertekên li dijî nediyarî û bêîstîqrariya heyî, ji aliyê xwendekarên ku rêbazên ezmûnan napejirînin ve jî didomin.

Navenda Nûçeyan – Li Sûriyeyê ji ber ku çareserî ji binpêkirinên ku li gelek deveran çêdibin û krîzên ewlehiyê re nayê dîtin, her diçe rewş xirabtir dibe. Ji ber ku hikumeta demkî ya Sûriyeyê bi awayekê cidî nêzî hevdîtinên bi Rêveberiya Xweser û aliyên weke Suweydayê re nabe û peymanên ku tên kirin li ser pelan dihêle, binpêkirinên maf û ewlehiyê zêde dibin.
Dosyaya Sûriyeyê di rojeva Konseya Ewlekariyê ya NY’ê de ye
Konseya Ewlekariyê ya NY’ê, ji bo ku li ser dosyaya Sûriyeyê, hem ji aliyê siyasî, hem jî mirovî ve û li ser sererastkirina ferzkirinên navneteweyî nîqaş bike, di civîna vekirî ya roja 22’yê Cotmehê de nîqaş kir. Di civînê de pêşketinên mirovî û siyasî yên li Sûriyeyê hatin nirxandin, aloziya di navbera hikumeta demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk, rewşa Suweydayê û vê pêvajoyê de temsîliyeta kêm a komên mezhebî hatin destgirtin.
Di civînê de her wiha, li ser bûyerên li Golan û Başûrê Sûriyeyê û pêkanîna peymanên ewlehiyê yên di navbera Sûriye û Îsraîlê de nîqaş hatin kirin. Di dema nîqaşan de behsa zêdebûna xebatên şaneyên DAIŞ’ê hat kirin. Alîkarê Sekreterê Giştî yê NY’ê bi alîkarê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê Nejah Rushdî re ji Şamê bi riya vîdyo axivî û bal hat kişandin ku divê jin jî bikevin parlamentoyê û bang li hikumeta demkî hat kirin ku gavên ku pêşî ji dervehiştina jinan a ji pozîsyonên rêveberiyê bigrin bavêje.
Çalakiyên xwendekaran
Li aliyê din, li Zanîgeha Tibê ya Şamê, krîza azmûna bi hev re ya doktorayê, bû sedema çalakiyên protestoyî yên xwendekaran. Xwendekaran mekanîzmaya azmûnan, cudahiyên perwerdeyê yên di navbera zanîngehan de û li berçavnegirtina asta wan weke “neheqî” bi nav kirin.
Xwendekar li pêşiya Wezareta Hîndekariya Bilind a Xwendekaran kom bûn, pankartên bi nivîsên betalkirina azmûnê yan jî rewşeke li gorî daxwaza wan be hilgirin. Azmûn dê du hefte bidomin, di nav de 7 testên zêde hene û cudahiyên perwerdeyî û zextên derûnî li ber çavan nehatine girtin. Li Suweydayê jî 22’yê Cotmehê, ji ber binpêkirinên hikumeta demkî yên li dijî civaka Durzî, li hemû dibistan û enstîtuyan perwerde hat rawestandin. Di daxuyaniya Muduriyeta Perwerdeyê ya Suweydayê ya li ser hesabê medyaya dîjîtal hat dayîn bi hat diyarkirin ku ji ber “hincetên ewlehiyê yên heyî” hatiye kirin. Di dema aloziya ewlehiyê de, hikumeta demkî bi balafirên bêmirov hinek qadên sivîl û cihên nêzî dibistanan hedef girtibû.
Vîdyoya gefa mezhebî
Di vîdyoyek li ser medyaya dîjîtal hat weşandin de, xuya dibe ku komên tundrew, ji şêniyên gundê Cebel el Werd ê Şamê ku zêdetirî wan Elewî ne xwestiye malên xwe vala bikin û gefa talankirina malên wan li wan xwarine.
Piştperdeya bûyera Omar Omsen
Li navçeya Harem a dikeve bakur rojavayê Idlibê, li kampa “Etrab-I Xerb” ku cîhadîstên Fransiz lê dimînin, di navbera Heyet Tehrîr-el Şam bi navê îro “Hêzên Ewlehiya Giştî ya Sûriyeyê” û leşkeren bi pere yên Tabûra Fransiz ku di bin peşengiya Omar Diaby (bi navê din Omar Omsen) de ne de pevçûn derketin. Li vê kampê bi dehan çeteyên Fransiz û malbatên wan hene. Omer Omsen di nava kampê de pergala xwe ya darazê û polîsan ava kiriye, biryarên cezayî yên serbixwe girtiye. Piştî ku kampa berê ji “Kampa Şîn” birin “Kampa Firdanê” pêkanînên bê kontrol dest pê kirine; li dijî sivîlan kiryarên weke revandin, xesp, cezayên fizîkî hatine kirin û di bin navê “desteka cîhadê” de baş hatine dayîn.
Di encama zextên navneteweyî de, Heyet Tehrîr el-Şam, li dijî mutefîkê xwe yê berê ket tevgerê û di rojên dawî de li kampê pevçûnên dijwar diqewimin. Cîhadîstên Ozbek û Çeçen, diyar kirin ku ew jib o parastina cîhadîstên Fransiz, ji bo mudaxeleyê amade ne. Ji ber vê yekê, hêzên Ebu Muhammed el-Colanî nikaribûn kampê desteser bikin. Di rojên li pêş de nediyar e ku dê di navbera Colanî û mutefîkên wê yên berê de çi biqewime.