Li Sûdanê pevçûn didomin: Li Kordofan bi hezaran kes koçber bûn

Rêxistina Koçê ya Navnetewî, ragihand ku ji ber zêdebûna pevçûnên li Başûr û Bakurê Kordofanê, zêdeyî 2 hezar kes neçar mane koç bikin, krîza mirovî ya li Sûdanê her ku diçe kûr dibe.

Navenda Nûçeyan- Ji ber pevçûnên ku di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn (RSF) de didomin, êşên ku sivîl dijin her ku diçe zêde dibin. Pevçûn rê li ber koçberiya bi milyonan mirovan di nav welat û derve de vedike, rewşa mirovî bi awayek xeter xirab dibe.

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM), di daxuyaniya ku têkildarî mijarê dayî de, ragihand ku ji eyaletên Başûr û Bakur ê Kordofanê 2 hezar û 615 kes, ji ber pevçûnên tund ên di navbera artêşa Sûdanê û RSF’ê de û xirabbûna rewşa ewlehiyê, koçber bûne.

Rêxistinê da zanîn ku tîmên li qadê di navbera 21-22’ê Kanûnê de tesbît kirine ku ji bajarê Kaduglî yê navenda eyaleta Başurê Kordofan, 475 kes ji ber giranbûna rewşa ewlehiyê koç kirine. Ji bajarê Dilling 180 kes, ji bajarokê Dallamî 60 kes û ji gundê El-Şul yê girêdayî navçeya Bara ya bakurê Kordofan 900 kesan koç kirine.

Bajarê Kaduglî û Dilling, ji dema destpêkirina pevçûnan heta niha ji aliyê RSF û hevgirtiyên wan Tevgera Rizgariya gel a Sûdanê ve di bin dorpêçê de ne. Ev rewş zoriya ku gelê herêmê jiyan kiriye, kûrtir dike.

Li aliyê din, li sê eyaletên herêma Kordofan (Bakur Rojava û Başurê Kordofan) di hefteyên dawî de, di navbera artêşa Sûdan û RSF’ê de pevçûnên dijwar tên jiyîn. Ev pevçûn bi xirabbûna şertên ewlehiyê û mirovî li herêmê bû sedemê koçkirina bi deh hezaran mirovan.

Di pevçûnan de pêlên xeter

Rêxistina Koçê ya Navnetewî, îfade kir ku ên ku ji Başûr û Bakurê Kordofan ji cihên xwe bûn, li gel li herêmên cûda yên herdu eyaletan, berê xwe dane eyaleta Nîlê spî, ji ber ne aramiya rewşa ewlehiyê û domandina pêlên xeter, wê ji nêz ve geşedanan bişopînin.

Rêxistinê di daxuyaniya xwe ya 18’ê Kanûnê weşandî de, ragihand ku di navbera 26’ê Cotmehê û 17’ê Kanûnê de hejmara kesên ku ji sê eyaletên Kordofan koç kirine, gihîştiye 50 hezar û 445’an.

Şerê di navbera artêşa Sûdanê û RSF’ê de, di Nîsana 2023’an de ji ber mijara entegrasyona Hêzên Piştevaniya Lezgîn destpê kir, ev şêr rê li ber mirina bi dehhezaran kesan û koçkirina 13 milyon mirovan a di nava welat û derveyî welat de vekiriye.