Li Sûdanê kolera belav dibe

Ji ber şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de ku ji 15’ê Nîsana 2023’an ve berdewam dike gelek nexweşiyên şewbê yên weke kolerayê belav dibin. Pispor dibêjin ku rêjeya mirina zarokên di bin 5 salî de zêdetir e.

AYA ÎBRAHÎM

Sûdan – Ji ber şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de krîza mirovî ya tê jiyîn her roj zêdetir dibe. Wezareta Tendirustiyê ya Sûdanê ragihand ku ji ber şerên li hawirdorê yên di nava welat de û qirêjiya avê şewba kolerayê derketiye û belav dibe.

Der barê mijarê de pispor ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku rêjeya mirinê bi zarokên di bin temenê 5 salî de zêdetir bûye.

‘Rêjeya mirina zarokên di bin temenê 5 salî de zêde ye’

Bijîjk Aya Xalid diyar kir ku li tevahî Sûdanê bûyerên îshalê zêde bûne û wiha got: “Nexweşxaneyên Al-Jazira Aslang, Al-Sarorab, Al-Nu piraniya van nexweşên li Hartûmê tedawî dikin. Dema nexweş tên destpêkê li nîşaneyên jiyanî yên weke tansiyonê tê mêzekirin. Piştre em hewl didin pêşî li windahiya avê bigrin. Bûyer li gorî semptoman tên nirxandin. Hê zêde mirovên ku ji bikaranîna antîbiyotîkê bi bandor dibin hene. Bi taybet di nava zarokên di bin temenê 5 salî de rêjeya mirinê zêde ye.”

‘Şer di ferhenga zimanê Erebî de peyva herî xirab e’

Berê jî li eyaleta çolwar a Kasale ya rojavayê welat, di têkoşîna li dijî nexweşiyan de gelek zorî hatin kişandin, ji sedî 22 kesên bi şewba kolerayê ketibûn jiyana xwe ji dest dabûn. Pr. Salwa Ghalîb a li zanîngeha bajarê mezin dixebite got: “Şer di ferhenga zimanê Erebî de tê wateya peyva herî xirab. Ji ber ziyanê dide civakê û mirovan dikuje, rê li ber koçberî û belavbûna nexweşiyên şewbê vedike. Şewb ji ber hejmara zêde ya cenaze û ava qirêj belav dibe. Şewb ji qadên operasyonê wê belavî herêmên bi ewle jî bibe. Li qadên ku hemwelatiyan xwe sipartinê jî şewb heye. Ji cihên şer cuda, li herêmên bi ewle, di mijara pêkanîna tedawiyê de li hevnekirin berdewam dike.”

‘Ji ber lehiyê mirov ziyanê dibînin’

Endezyar Salwa Sayed Juma ya ji paytex Hartûmê çû eyaleta bakur, ji wê derê koçî bajarê Port Sûdan ê li eyaleta Derya Sor a li rojhilatê welat bûye wiha got: “Eyaleta bakur ji ber lehî û baranê rastî guherînek mezin a avhewayê tê. Ji ber lehiyê mirov ziyanê dibînin. Ev yek dibe sedem ku gelek nexweşiyên weke kolerayê derbikevin. Ji bo em şert û mercên tê de dijîn hêsan bikin em alîkariya hev dikin.”