Bi dersa çand û exlaqê hewl didin nirxên civakî biparêzin

Nûnera Saziya Perwerdeyê ya Kantona Minbicê Abeer Al-Barho, diyar kir ku di pirtûkên perwerdeyê de mijarên çand û exlaq hene û da zanîn ku hewl didin nifşeke xwedî nirxên exlaqî û civakî bigihîjînin.

SIBELIA AL-IBRAHIM

Minbic – Exlaq ji bo civakan weke rêgeza bingehîn tê zanîn lewre hemû rêgez û hukum li ser wê hatine avakirin. Exlaq bingeha başiya civakê ye û di heman demê de dema ku xirab bibe, dibe sedema têkçûna civakê. Bingeha gihîştandina kesayetiyên îdeal e. Ji ber vê yekê exlaqê baş civakan ji xirabûn û parçekirinê diparêze, dibe bingeha vejîn û hêza neteweyan. Exlaq, di başkirin û amadekirina civakan de rolek mezin dilîze. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, vê mijarê girîng dîtiye û di dibistanan de kiriye waneyek bingehîn. Waneya çand û exlaq a di mufredatên perwerdeya herêma Bakur Rojhilatê Sûriyeyê de tê dayîn, kesayetiya xwendekaran saxlem dike, bi nifşên nû, bingeha civakên xwedî çand û exlaq amade dike.

Nûnera Saziya Perwerdeyê ya Kantona Minbicê Abeer Al-Barho, bal kişand ku parastina nirxên civakî girîng e her wiha nifşeke xwedî çanda xwe, dikare civakê bi hêz bike. Mamosteya waneya çand û exlaq Sherine Ajlan jî diyar kir ku waneyên tên dayîn bandorek erênî li ser kesasyetiya xwendekaran dikin.

‘Li ser civakan qirkirina çandî heye’

Abeer Al-Barho, got ku di serdema pergala kapîtalîst çandên gelan û nirxên civakî hedef girtiye de; dersên tên dayîn girîng in û wiha domand: "Di serdemek ku civak bi pirsgirêkên çandî re rûbirû ne, waneyên çand û exqal girîng in. Divê hemû netew girêdayî çand û zimanê xwe bin. Pergalên kapîtalîst li cîhanê, li dijî civakan qirkirina çandî pêk tînin. Li dijî bişavtinê divê em nirxên çandî yên civakê biparêzin. Ji ber vê perwerdekirina nifşên nû di van mijaran de girîng e. Piştî ku me bandora li ser xwendekaran dît, me giranî da vê mijarê. Em hewl didin nifşeke xwedî exlaq û nirxên civakî bigihîjînin.”  

Abeer Al-Barho, li ser waneya çand û exlaq di mufredatê jî got: “Me vê mijarê bi gihîştandina 4 mamosteyan bi merheleya duyem dest pê kir. Mijara çand û exlaq piştî ku di sala 2018’an de ket nava mufredata fermî, li bajar û gundan, hejmara mamosteyên ku waneya çand û exlaq didin bû 220. Dersa çand û exlaq du hefteyê de du caran tê dayîn.”

‘Bi saya vê waneyê zarok çanda xwe hîn dibin’

Mamosteya waneya çand û exlaq Sherîne Ajlan jî li ser mijarê vê nirxandinê kir: “Waneya çand û exlaq, xwendekaran hînî çand û kevneşopiyên civakê dike, bi beşa etîk jî aliyên erênî û neyînî yên van kevneşopiyan ji hev vediqetîne. Waneya çand û exlaq, xwendekaran li kolan, mal û dibistanê hînê tevgerên ku divê di jiyanê de bike dike. Çand, nirx û pîvan in lê ya ku me hîn dike em tiştên baş û nebaş ên ji bo civakê ji hev veqetînin exlaq e.”

‘Di kesayetiya xwendekaran de bandorên erênî çêdike’

Sherîne Ajlan, bal kişand ku mijara çand û exlaq li dibistana yekem, navîn û merheleyên perwerdeyê yên din de, yek ji mijara herî bingehîn e û wiha bi dawî kir: “Ji ber ku li ser tevger û kesayetiya xwendekaran bandorên erênî çêdike, xwendekaran û malbatên wan girîngî dan vê mijarê. Armanca saziya me ya ku nirxên civaka me jê re radigihîne ew e ku; civak ji aliyê exlaqî û çandî ve xwe bigihîjîne. Em bi riya perwerdeyê hewl didin civaka exlaqî û çandî bigihîjînin.”