Ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê tedbîrên ji bo jiyanê

Di Raporeke nû ya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê de hat diyarkirin ku sepandina şeş tedbîrên avhewa û tenduristiyê dikare salane jiyana 1.6 milyon kesan rizgar bike û qezencên aborî bîne.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê duh ragihand ku girtina şeş tedbîrên ku bi avhewa û tenduristiyê re girêdayî ne dikare bibe sedema dûrketina nêzî 1.6 milyon mirina mirovan di salê de li seranserê cîhanê, ji bilî bidestxistina qezencên aborî yên ku bi dora 3.9 trîlyon dolarî di salê de tên texmînkirin.

Raporê ku bi sernavê "Feyde û Lêçûnên Giştî yên Tedbîrên Pêşîn ên der barê Guherîna Avhewayê û Tenduristiyê" ye, bal kişand ku ev tedbîr dikarin feydeyên mezin ên tenduristî, aborî û jîngehî bi dest bixin, bi riya kêmkirina xeterên guherîna avhewayê û qirêjiyê û baştirkirina xizmetên bingehîn.

Di raporê de hat tekezkirin ku tedbîrên pêşniyarkirî pêşxistina sîstemên hişyariya zû ji bo rûbirûbûna pêlên germahiyê, xurtkirina xizmetên ava vexwarinê û kanalîzasyonê ne. Her wiha peydakirina dezgehên paqijiyê û şûştina destan her wiha bikaranîna sotemenî û teknolojiyên paqijtir ji bo çêkirina xwarinê û germkirinê û pejirandina polîtîkayên bi bandor ji bo bihayê sotemeniya fosîlî dihewînin.

Alternatîfên din

Li gorî texmînên rêxistinê, ev tedbîr dikarin beşdarî kêmkirina derketina nêzî 16.7 milyar ton gazê dîoksîdê karbonê bibin ku ev yek bi qasî ji sedî 31 gazên serayê yên salane yên cîhanî ye, bi îstisnayakirina gazên ku bi guherîna bikaranîna zeviyan û daristanan ve girêdayî ne.

Rêxistinê da zanîn ku ev hejmar li ser model û texmînên pêşerojê disekinin, ne encamên ku jixwe pêk hatine ne û tekez kir ku pêşbînî bi ferziyên demdirêj û senaryoyên azwerî (ambîsyon) ve girêdayî ne ku ev yek dibe sedema çend aliyên nediyar.