Li ser dikê jiyanên rast: Ji bo jinên ji cihê xwe bûne piştgirî
Terapîsta drama û şanoyê Heba Şehadeha, di nava hawirdora koçberî û tirsê de, ji bo ku ji jin û zarokên keç ên li Xezayê re piştgiriya derûnî mîsoger bike, terapiya drama û şanoyê bikar tîne.

REFÎF ISLÎM
Xeza – Heba Şehadeh, bi piştgiriya Weqfa Rojên Şanoyê re ji bo ku jin û keç bikaribin hestên xwe vebêjin, qadek bi ewle peyda kir. Heba di nav êşên ku beşdar dijîn de, ji wan re hesta jiyanê ji nû ve da qezenckirin.
Di demeke ku jin û zarok ji cih û warên xwe bûne û leza êrîşan roj bi roj zêde dibe de, ji bo jinan piştgiriya derûnî hewcedariyek lezgîn e. Gelo jin û zarokên keç, bêyî ku xwe bavêjin xeteriyê çawa dikarin xwe bighînin vê yekê?
Ji bo parastina derûniya wan piştgiriya derûnî dide
Terapîsta drama û şanoyê Heba Şehadeh a li malên wan xwe dighîne jin û zarokên keç, da zanîn ku ev fikir ji ber ewlehiyê hatiye bîra wê. Heba him ji bo parastina ewlehiya xwe û him jî parastina ewlehiya jin û zarokên keç ên li malên wan, piştgiriya derûnî dide. Heba, balkişand ser zehmetiya tevger û xwegihandinê û hewcedariya dûrketina ji fikra pêkanîna vê erkê ya li navendên koçberiyê û stargehên her tim ji aliyê hezên Îsraîlê ve tên hedefgirtin.
Bi egzersîza nefesê destpê dikin
Heba wiha got: “Ev fikir xwe dispêre rehabîlîstasyona derûnî ya15 seansî ya li taxek nêz. Bi dîtina malbatek guncaw û jin û zarokan re, wan li avahiyê kom dike. Beşdar, bi egzersîza nefesê û rihetbûnê destpê dikin û li ser rihetbûna derûnî, bi xêzkirin û rengkirinê ev çalakî didome û herî dawî dabeşî çend qonaxan dibin. Her yek ji wan, çîrokên xwe dinvîsin û mîna li ser dikê dilîzin zindî dikin, dixebitin. Tiştê ku em dibêjin terapiya dramayê, ew e.”
Weqfa Rojên Şanoyê destek dide
Heba Şehadeh, destnîşan kir ev fikir ji aliyê Weqfa Rojên Şanoyê ve hatiye destekkirin. Ev weqf, tevî hemû zehmetî û astengiyên ku rûbirû dimîne jî, ji bo jin û zarokên keç ên li Xezayê piştgirî dide. Ev yek bi taybetî, di van demên zehmet ên birçîbûn, koçberî, tirs, windakirina mal û hezkiriyên xwe û înkarkirina mafên wan ên herî bingehîn de, zêdetir derbasdar e.
Jin û zarokên keç dîmenên jiyanê zindî dikin
Heba Sehadeh, da zanîn ku bi taybetî ji jinên temenê wan ji 50’yî zêdetir e, bertekên cuda dîtine û wiha axivî: “Tevgeriyan, li ser lingan sekinînin, beziyan û xwe bi awayên cuda îfade kirin. Çîrokên ku jin û keçan jî vegotin, bandorker bûn. Dibe ku xwîner bawer nekin ku nivîskarê vê çîrokê keçikek 18 salî ya bermalî ye. Jinan û zarokên keç, dîmenên koçberbûna xwe û vegera malên xwe yên piştî zehmetiyên mezin zindî kirin. Dîwar û eşyayên malên xwe, mîna yek jî li mûzaxaneyên lûks ên Romayê ye, lêkolîn dikirin. Her wiha bihayên bilind û vegera şêwaza mêrekî ya ji bazarê ya piştî du saetan û peydanekirina xwarinê ya ji bo xwe û zarokên xwe zindî kirin.”
‘Piraniya jin û zarokên keç tevî hemû êrîşan jî piştgirî dan min’
Heba Şehadeh, da zanîn ku carna rastî jinên ku hewildanên wê têk dibin û hevkariyê nakin hatiye û wiha got: “Lê, ev model nûnertiya komek berfireh nedikir. Berevajî, piraniya jin û zarokên keç tevî tundbûna xela û zehmetiyan jî, ji bo pêkanîna xebatên min piştgirî dan min. Her wiha di dema dawîbûna seansê de xemgîniya xwe tînin ziman û daxwazên xwe yên pêkanîna xebatên bi vî rengî tînin ziman.”
Tevî hemû şert û mercan jî beşdariyek berfireh pêk hat
Heba Şehadeh, diyar kir ku pêdiviyek mezin e ku jin di mijara tirs û xeyalên xwe de bi kûrahî biaxîvin û ya herî girîng jî pêdivî bi ewlekariyê dibînin û wiha axivî: “Jinan çend saet be jî vê qadê ji bo xwe cihekî biewle ditîn. Hesta jiyankirinê hîs dikin. Min şanoyek bi navê “Hemû tişt tenê du roj bû û xilas bû” ku êşa jinên ji bakurê Zîvala Xezayê ji cih û warên xwe bûne şênber dike, pêk anî. Tevî hemû şert û mercan jî beşdariyek berfireh pêk hat. Ev beşdarbûn, ji bilî piştgiriya jinan a ji bo şanoyê, di heman demê de hesreta wan a ji bo vegera jiyana hunerî ya li Zîvala Xezayê ya di bin dorpêçkirî de jî nîşan da.”
Di van şertan de zehmet e
Heba da zanîn ku ji ber çavkaniyên sînorkirî, gelek zehmet e ku Weqfa Rojên Şanoyê di şert û mercên heyî de xebata xwe bidomîne û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Lê belê, ji destpêkirina şer vir ve me hewl da ku bernameyên xwe li gorî şert û mercên heyî pêk bînin. Mînak, mîna atolyeyên azadiya derbirînê ya ji bo zarokan ên li ser bingeha drama û anîmasyonê, amedekirina fîlmên rolên sereke dilîzin û atolyeyên vegotina çîrokan.”