Li Rojhilata Navîn şer, berxwedan û 25’ê Mijdarê: Misir
Jinên ji Misirê yên ku derbarê têkoşîna jinan a li dijî her cûre tundiyê de nirxandin kirin anîn ziman ku binpêkirin û tundiya li ser jinan bi têkoşîna hevpar dikare bê derbaskirin.
Jinên Misirî riyên têkoşîna hevpar digerin
ESMAA FETHÎ
Qahîre – Li Misirê rol û hêviyên jinan ên di civakê de bi qalibên sedsalan hatine bisînorkirin. Li gel ku tê gotin li welat tundî û qetlîamên li ser jinan zêde dibin, jin ne xwedî hiqûqê ne. Ji bo ku rastiya jin tê de bi pêş bikeve û bigihêjin mafên xwe têkoşîn berdewam dike, jin diyar dikin ku ev rê ne dirêj û hêsan e.
Endama Eniya Netewî ya Jinên Misirê Kerîme El-Hefnawî di nirxandina xwe ya ji ajansa me re diyar kir ku hê jî xeyalên jinên ku dixwazin destkeftiyan bi dest bixin pêk nehatine û rewşa welat nirxand. Kerîme El-Hefnawî da xuyakirin ku têkoşîneke ku divê neyê biçûkxistin heye û di gihandina armancê de zehmetî hene, lê di rastiyê de girîngiya têkoşîna hevpar a hemû jinan di vê xalê de derketiye holê.
*Tevî keda tê dayî li saziyên kar li ser mafên jinan dikin lê belê guhertina rastiya wan hîna tune ye, sedema vê yekê çi ye?
Pêşketina xuyayî bi hebûna yekdestiya hemû saziyan tê dîtin. Ji ber wê pêwîstî bi îradeyeke siyasî û karekî dewam heye ji bo maf werin bidestxistin. Her wiha pêngavên hevbeş di navbera hemû rêxistinên civaka sivîl de çêbibin ji bo rayeke giştî û zextek were avakirin û bighêjin armanca xwe.
Di demên dawî de jî pêşketin û rewşeke hevbeş di hundirê civaka sivîl de hebû. Çi ji aliyê partiyan yan jî saziyên jinan yan ên mafî de ji ber wê di encam de gelek doz hatin tevgerandin. Ez bawer dikim ezmûn û pêşketin destpê kirine lê belê kedeke rêxistinkirî jêre pêwîst e ji bo pêk were.
Ez bawer im dê di dema li pêşiya me de pêk were ji ber piraniya karkeran li ser vê dozê kar dikin û dizanin karê komî bi alavên cuda dikare guhertina tê xwestin pêk bîne. Mirov dikare bêje ev yek ne tenê li Misirê zehmetî ye lê belê li gelek welatan wisa ye.
*Beriya pêngava 16 rojan destpê bike hûn rastiya jinan li Misirê çawa dinirxînin?
Tevî hebûna kota gelek jin cihê xwe di navendên biryarê de girtin û derdora ji sedî 25 di encumena cîgiran de nûnertî kirin. Lê belê ez dibînim divê ew rêje bilind bibe ji bo nûnertiya rastiya jinan û hejamara wan a ji sedî 50 ji civakê ye bike. Ev mijareke kar li ser tê kirin û gelek dewlet di dema niha de derbarê de lêkolîn dikin.
Rastiya niha heyî kar jêre pêwîst e ji bo derfet çêbibin û wekhevî di navbera herdû zayendan de pêk were. Her wiha cudahî tune be ji ber heta niha gelek teşeyên cudahiyê hene li gelek cihên kar li ser esasê cureya civakî tên meşandin.
Zagon roleke mezin di danûstandina bi rastiya jinan re dilîzin. Ji ber wê kedeke hîn zêdetir tê xwestin ji bo zagon baştir bibin bi taybet di milê hebûna jinan li kolanan malbat û kar de. Gelek zagon hene ji encumena cîgiran a berê û niha re hatin pêşkêşkirin û heta niha nehatine munaqeşekirin. Ji wan jî zagona malbatê û zagona yekpare li dijî tundiya li dijî jinan û hwd.
Hin beş hene siya parastina civakî û zagonî di zagona kar a nû de wan nagire nava xwe. Gelek sektorên mezin ji karê nebirêxistinkirî hene. Ev yek rastiya wan vedişêre û dihêle hîn zêdetir tundî zextên civakî û aborî li wan bibe.
*Tevî zagona destdirêjiyê derket jî lê belê gelek jin heta roja îro destdirêjî li wan dibe. Sedema vê yekê çi ye?
Hişkkirina zagonan nayê wateya pêkanîna wan. Tevî ku dikarin rê li ber bigrin jî lê belê parastin ji cezayan baştir e. karê li ser çanda civakî heyî alava herî bandorker di rastiyê de ye bi taybet bi berdewamkirina binpêkirinan û necezakirina wan.
Pêwîstiya mijarê êdî bi beşdariya civaka sivîl bi partiyên siyasî û saziyên hikûmetê heye ji bo kar li ser hişyariya li dijî binpêkirinên mafên sereke yên jinan di hemû aliyan de were kirin.
Divê sînorê aliyên têkildar bi vê dozê li cihên nepenî werin danîn bi taybet bi hêzên nerm re her wiha lêkolînkirina sedemên wê diyardeyê û teqezkirina naskirina rastîn û belavkirina agahiyan ji ber ev bingeha karê bi bandor li ser rûyê erdê ye ji bo li ser esasê wê bandora her kes li bende ye di civakê de pêk were.
*Di mijara tundiyê de, gelo serjimariyên herî dawî derketine bilind in?
Di demên dawî de serjimariyên tundiyê li hemû welatan zêde dibin. Li Misirê di demên dawî de rêjeya betalbûna jinan 3 qatî yê mêran zêde bûye. Ev yek jî vedigere derfetên heyî her wiha gelek jin vegeriyan malê û dest ji kar berdan.
Mirov nikare cureyên cudakariyê ya li ser jinan di kar de tê meşandin jî paşguh bike. Li gorî tişta li peymangeha Gorge Town ya jinan ewlehî û aştiyê belav kiriye bal hatiye kişandin ser gelek aliyên taybet bi jinan. Ji wan jî beşdariya siyasî pêşxistinê û parastina ji tundî û cudakariyê her wiha xurtkirina aborî û hwd. Misirê reqem 110 ji 177 welatan wergirt. Ev jî li gorî salên derbasbûyî pêşketineke. Kirîza serjimarî û belavkirina agahiyan de li cem me heye. Li gorî Neteweyên Yekbûyî derdora ji her 40 jinan 10 jin gilî dikin, ji wan 4 jin riya dadgeriyê dewam dikin.
Li Misirê jî serjimarî gelekî kêm in. Li gorî saziya naskirina pêşketin û wekheviyê kiryarên tundiyê di sala 2023’an de derdora 950 kiryaran bû û li ser 492 kiryarên tundiya malbatî, 81 kiryarên tecawizê, 66 kiryarên lêdana dijwar, 42 kiryarên diziyê, 97 xwekuştin, 51 şantajkirin, 5 xirabkirina rû û 14 kiryarên mehrûmkirina ji mîrasê hatine dabeşkirin.
*Di nerîna we de çi çareserî ji bo parastina jinan ji tundiyê hene?
Di dema niha de tundî bi rengekî mezin pêş ketiye. Mirov nikare tundiya li dijî jinan ji ber kiryarên dîjîtal paşguh bike. Divê hîn zêdetir karê komî baldarî û kar li ser bê kirin ji bo têkoşîn li hember tundiyê were meşandin. Her wiha divê kar li ser çanda civakî û bilindkirina rêjeya hişyariya bi mafên jinan were kirin. Di nav de kesên zagonan pêk tînin û gilî ji wan re diçin.
Di heman demê de kar li ser derxistina zagonên nû yên maf diparêzin her wiha avakirina komîsyoneke têkoşîna li hember cudahiyê jî. Ev yek mafeke destûrî ye ji sala 2014’an de hatiye betalkirin ji ber wê yekdestî pêwîst e, ji bo careke din bikeve meriyetê.