Li Rojhilata Navîn 2 hezar û 100 zarok hatin kuştin û birîndarkirin
UNICEF’ê piştrast kir ku di dema zêdebûna pevçûnên li Rojhilata Navîn de zêdetirî 2 hezar û 100 zarok hatine kuştin an birîndarkirin û piraniya wan li Îranê ne.
Navenda Nûçeyan – Raporek nû ji Cîgirê Rêveberê Giştî yê Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) eşkere kir ku di 23 rojên zêdebûna pevçûnên li Rojhilata Navîn de, zêdetirî 2 hezar û 100 zarok hatine kuştin an birîndarkirin.
Li gorî rapora UNICEF’ê, hejmara miriyan 206 zarok li Îranê, 118 li Lubnanê, çar li Îsraîlê û yek li Kuweytê dihewîne. Rapor hişyar dike ku ev hejmar dibe ku zêde bibin ji ber ku tundî berdewam dike û rageşî li herêmê zêde dibe. Nûnerê UNICEF’ê diyar kir ku ev tê vê wateyê ku ji dema zêdebûna pevçûnê ve rojane bi navînî 87 zarok têne kuştin. Nûner, tekez kir ku her berfirehbûna şer dê ji bo bi milyonan zarokan karesatek be û bang li hemü aliyan kir ku sivîlan, dibistan û nexweşxaneyan biparêzin û di her şert û mercî de ji hedefgirtina zarokan dûr bisekinin.
200-350 dibistan wekî stargehên demkî tên bikaranîn
Li Lubnanê, rayedarekî NY’ê diyar kir ku ji destpêka pevçûnê ve 118 zarok hatine kuştin û 372 zarok birîndar bûne. Ev tê vê wateyê ku "her roj tevahiya serdemek dibistanê tê kuştin an birîndarkirin." Rayedar destnîşan kir ku ev di demekê ku welêt bi koçberiyek berfireh û bandorên piralî li ser navendên perwerdehiyê re rû bi rû ye de diqewime. Rayedar ragihand ku 200-350 dibistan wekî stargehên demkî têne bikaranîn.
Rêjeya pêdiviyan ji çavkaniyên berdest zûtir zêde dibe
UNICEF texmîn dike ku zêdetirî yek milyon kesên di nav de nêzîkî 400 hezar zarok hene li Lubnanê, 3.2 milyon kes li Îranê koçber bûne. Dibêje ku sedem, zexta zêde ya li ser xizmetên bingehîn û saziyên perwerde û tenduristiyê ye. Nûner tekez kir ku hewlên mirovî yên heyî pêdiviyên zêde dibin pêk naynin. Nûner, destnîşan kir ku her çend alîkarî ji zêdetirî 151 hezar kesên bêwar re hatiye şandin û bi hezaran zarok û malbat ji av, paqijî, perwerde û xizmetên tenduristiyê re hatine peydakirin jî, rêjeya pêdiviyan ji çavkaniyên berdest zûtir zêde dibe.
Nûnerê NY’ê gotinên xwe bi bangkirina civaka navneteweyî bi avêtina gavên lezgîn bi dawî kir û got: “Di nav de agirbest, parastina sivîlan, mîsogerkirina radestkirina bilez û ewle ya alîkariya mirovî û dabînkirina piştgiriya darayî ya lezgîn ji bo domandina hewldanên mirovî hene.”