Li Qamişlo rêzeçalakiyên 8’ê Adarê hate eşkere kirin
Li bajarê Qamişlo Kongra Star di bin diruşmeya “Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî emê deskeftiyên şoreşa jin biparêzin” bernameya 8`ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê bi daxuyaniyekî eşkere kir.
Qamişlo – Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bernameya çalakiyên xwe yên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi dirûşma “Bi felsefeya jin, jiyan azadî, em ê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin” di 19’ê Sibatê de aşkera kir.
Ji rêzeçalakiyên 8’ê Adarê de Kongra Star li bajarê Qamişlo bernameya 8’ê Adarê bi daxuyaniyek li stadyuma “12 Adar ê” daxuyaniyekê eşkere kirin. Bi dehan endamên rêxistin û tevgerên jinan beşdarî daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî ji hêla rêveberiya Kongra Star ya bajarê Qamişlo Rihan Temo ve hate xwandin.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi felsefeya jin jiyan azadî emê destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin” tevahî tevger, rêxistin û partiyên jinan bi degelarasiyonekê hevbeş helwestê jinan yê demê li hember kiryar û êrîşê li ser nasname û hebûna sîstema xweser eşkere kirin û bi yek dengî me û wan bi hevre soza bilindkirina têkoşîna xwe da û me bang kir kû wê tû rêjîm nikaribin jinan ji rola pêşengtiya şoreşa mirovahiyê ya guhertin û vegûhertina demokratîk piştguh bikê.
Li ser vî esasî em li ser navê tevahî hêza jinên ku îro li vir kombûye di şexsê pakrawanên xwe yên nemir rêheval şehîd Denîz Çiya, Fareşîn, Rojbînan de dilsoziya ku emê bibin şopdarê riya Sakine, Arîn, Avesta, Salîha, Jiyan û Zeyneban de 8’ê Adarê li Rêber Apo, tevahî jinan û kedkaran pîroz dikin.”
‘Ev roj ji bo me roja teqezkirina têkoşin û berxwedanê ye’
Daxuyaniya Kongra Star bi vê awayî didome: Ev roj ji bo me roja teqezkirina têkoşin, serhildan û bilindkirina asta rêxistin û berxwedana li hember tevahî hişmendiya desthilatdar yên kû dijminatiya nasnameya jina azadin dikin. Jin bi dehan salane bi fedekarî, bi dayîna bedelê giran civak ber bi azadiyê ve bir û bûn pir ji bo pêkanîna aştî û demokrasiyê.
Emê li hemberî tevahî kujerên jinan û civakê bi bin jinên berxwedêr û têkoşînvan. Emê ax, ziman, nasname, çand û rûmeta xwe biparêzin û bibin mîmarê jiyanek azad û wekhev. Em carek din bi boneya 8’ê Adarê û bi diruşmeya “Jin şoreşa rojava diparêzin, bi rihê ku emê li projeya Rêbertî xwedî derkevin, pergala xwe misoger bikin, çalakiyê xwe yê Kantona Qamişlo eşkere dikin.
Çalakiyên ji hêla jinan ve were pêkanîn bi vê awayî ye:
*Di 1’ê Adarê de wê bajar bi rengê jin were xemilandin û keziyê 100 metre bê honandin.
*Di 2’yê Adarê de li bajarê Tirbêspiyê civînên jina pêk were.
*Li navenda Mihemed Şêxo bi pêşengtiya Tevgera Hîlala Zêrîn ji bo piştgiriya YPJ wê rêze çalakiyên hunerî were lidarxistin.
*Li bajarê Qamişlo bi pêşengtiya tevgera jinên ciwan rêze semîner pêk were.
*Di 3’yê Adarê de li piraniya bajaran rêze semîner wê bên dayîn
*Li bajarê Amûdê pêşengeha karê destan ya akademiya Şehîd Eqîda
*Di 4’ê Adarê de li bajarê Amûdê li darxistina civînên jinan.
*Jinên ciwan û Konra Star wê bi hevre biçin gundê Jin War.
*Li Qamişlo jinên ciwan wê li 2 taxan li ser parastinê semîner bidin.
*Di 5'ê Adar ê li bajarê Dêrikê meşa meşaleyî pêk were.
*Li Qamişlo meşa bi meşale pêk were.
*Li Amudê semîner bên dayîn.
*Di 6'ê Adarê de li bajarokê girêdayî Dêrikê Koçeratan bi pêşengtiya jinên ciwan morel bê li dar xistin.
*Di 7'ê Adarê de wê li ser tevahî goristanên şehîdan mum werin pêxistin.
*Bi pêşengtiya jinên ciwan wê li Çil Axa gul werin belav kirin.
*Li Girkê Legê meşa bi meşale.
*Li Amûdê daxuyanî were dayîn û kezî were hûnandin.
* Di 8'Adarê de wê bajarê Qamişlo û Dêrikê şahî bên li dar xistin.