Li Qamişlo li ser sucên êrîşên zayendî semîner hat dayîn
Buroya Jin a Tevgera Civaka Demokratîk bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ji bo lêkolîn û belgekirina sûcên tundiya zayendî ya di rewşên pevçûnan de, semînerek li bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li darxist.
Qamişlo-Bi nêzbûna 25 ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî tên li darxistin. Îro li bajarê Qamişlo ê Kantona Cizîrê li Parka xwendinê buroya Jin a TEV-DEM li ser belgekirina sûcên şîdeta zayendî ya li ser Jinan semînerek li darxist.
Semîner bi amadebûna Endamên Kongra Star, Rêveberiya Xweser, PYD, Saziya Malbatên Şehîdan, Kesayatên ser bixwe, partîn siyasî ve hat dayîn.
Semîner ji aliyê Rêveberiya Buroya Jin a TEVew-DEM’ê Îlham Omer û Rêveberîya Komeleya Mafê Mirovan a Sûrîyeyê Evîn Cuma ve hatin rêvebirin.
Rêveberîya Komeleya Mafê mirovan a Sûrîyeyê Evîn Cuma têkildarê belgekirina tundiya zayendî a li ser jinan ji ajansa mere axivi.
`Em bi rêya zagonan dixwazin çareser bikin`
Evîn Cuma balkişand li ser nêzbûna 25’ê Mijdarê û parastina mafê jinan û got: “Ji bo vê rojê em hewil didin tundî û êrîşên li ser jinan bi taybetî, yên zayendî bi rêya zagonan bînin ziman. Di serîde em dixwazin li gor protokol û lêpirsînên navneteweyi, bi çi rengî tên şopandin, çi alikarî tên kirin, di bin kîjan bendên zagonî de tên rêvebirin li gor vê daxwaza mafê jinan bikin.”