Li Nîjeryayê 18 jin û zarok hatin revandin
Li eyaleta Zamfara ya li bakurrojavayê Nîjeryayê çeteyeke çekdar 18 jin û zarok revand.

Navenda Nûçeyan – Eyaleta Zamfara li bakur rojavayê Nîjeryayê ev demek dirêj e dibe hedefa êrîşên çeteyan. Çete diavêjin ser gundan, talanê dikin, agir berdidin malan, ji bo fîdyeyê mirovan direvînin. Ev kom, ku li Nîjeryayê wekî "bandît" têne zanîn, di salên dawî de gelek caran êrîşî gundan kirine û tevlî revandinên girseyî û fîdyeyê bûne.
Destpêka meha Tebaxê li gundekî din ê eyaletê zêdeyî 50 kes ji aliyê komên çekdar ve hatibûn revandin. Li eyaleta Zamfara ya li bakurrojavayê Nîjeryayê çeteyeke çekdar 18 jin û zarok revand. Li gorî rayedarên xwecihî û şahidan, êrîş sibeha Înê li gundê Birnin Zarmayê rû da.
Çekdarên ketin nava gund avêtin ser malekê, mêrek kuştin, hevjîna wî birîndar kirin û piştre jî 18 jin û zarokeke bi zorê birin. Hate ragihandin ku yek ji jinên hatin revandin karîbû xwe rizgar bike û vegeriya mala xwe.
Hêzên ewlekariyê yên li herêmê nekarîn destwerdanê li êrîşê bikin. Weke sedem jî gotin, çemê li nêz fûriya ye û ji bo karibin jê derbas bibin botên têrker nînin.
Gundî li bendê ne ku çete ji bo fîdyeyê têkiliyê bi wan re dîne ku kesên hatine revandin bêne berdan.