Li Nîjerya dibistan hilweşiya: 22 xendekar jiyana xwe ji dest dan

Li navçeya Busa Bojî ya bi ser parêzgeha Plateau ya ku dikeve bakurê Nîjerya avahiyek hilweşiya û di encamê de 22 xwendekarên temnê wan dibin 15 salî de jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Rêveberiya Lezgîn a Neteweyî ya Nîjeryayê ragihand ku duh li navçeya Busa Bojî ya bi ser parêzgeha Plateau ya ku dikeve bakurê welat avahiyek ya xwendekarên keşîş hilweşiya.

Her wiha hate diyarkirin ku di encama buyerê de 22 xwendekarên jiyana xwe ji dest dane, temenê wan dibin 5 salî de bûn.

Di derbarê sedema hilweşîna avahiyê de jî hate diyarkirin ku ji ber xirabeya kalîteya binesaziyê, dibistan hilweşiyaye.