9’emîn Pakêta Darazê ji aliyê Komîsyona Edaletê ve hat qebûlkirin

9’emîn Pakêta Darazê ku ji ber paşnav û hinek guhertinan ji aliyê rêxistinên jinan û civakê ve rastî bertekan hat, ji aliyê Komîsyona Edaletê ve hat qebûlkirin.

Navenda Nûçeyan - 9’emîn Pakêta Darazê ji aliyê Komîsyona Edaletê ve hat qebûlkirin. Pêşnûmeya ku ji aliyê gelek derdoran ve rastî bertekê hat, gelek guhetinan bi xwe re tîne. Bi pêşniyarqanûnê re wê guhertina Qanûnên Îcra û Îflasê bê kirin.

Firotina wesayîdan tê sererastkirin

Bi guherîna Qanûna Trafîkê ya Riya Bejahiyê re, prosedura firotina wesayîdên li otoparkên ewlekariyê yên ji ber ku li gorî qanûnê hatine dîtin an qedexeya trafîkê hatine girtin û di nav 6 mehan de ji hêla xwediyên wan ve nehatine girtin an jî lêgerîna wan nehatiye kirin dê firotina wan ji nû ve bê diyarkirin.

Sererastkirina der barê paşnav de

Bi pêşnûmeyê re wê di çarçoveya biryara betalkirina Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê "paşnavê jinan" de, Qanûna Medenî ya Tirkiyeyê bê guhertin. Li gorî vê guhertinê jin dê piştî zewacê paşnavê hevjînê xwe bigrin. Jin dê bikaribin paşnavê xwe yê berê li pêş paşnavê hevjînê xwe bi kar bînin.

Guhertinên di lihevkirinê de

Heyama gilîkirina sûcê heqaretê ku lêpirsîn û şopandina wê bi gilîkirinê ve girêdayî ye, di her rewşê de divê ji roja kiryarê ve du salan derbas nabe. Sûcê heqareta bi riya peyama deng, nivîskî yan jî bi vîdyoyê wê ji çarçoveya navbeynkariyê were derxistin û bikeve çarçoveya pêşdarazandinê. Heke gumanbar, mexdûr an jî kesê/a ji sûc zirarê dîtiye di nav 7 rojan de ji roja teklîfa lihevhatinê biryara xwe agahdar neke dê were hesibandin ku ew pêşniyar hatiye redkirin. Ger lihevhatin pêk were, ji ber sûcê ku lêpirsîn hatiye destpêkirin, ji bilî zirarên ku di dema lihevkirinê de neyên dîtin an jî piştî lihevkirinê çêdibin, wê tu dozek tazmînatê neyê vekirin. Ji bo ku bibe navbeynkar dê destûrnameyek ku hiqûqê xilas kiriye were xwestin. Navbeynkar dê ji lîsteyên navbeynkar ên ku Wezareta Dadê diyar kiriye, di nav de derçûyên lîsansa hiqûqê jî hene, bên tayînkirin.

Sînorên diravî

Bi vê pêşniyarqanûnê têkildarî sînorên pereyî yên di Qanûna Muhakemeyên Hiqûqê de dê sererastkirin bên kirin. Li gorî vê, sînorên pereyî ji destpêka salnameya her sal û pê ve, sînorên pereyî yên ku di sala berê da hatine sepandin; wê bi zêdekirina rêjeya bihabûnê ji aliyê Wezareta Maliyeyê ve her sal ji bo wê salê bê diyarkirin û ragihandin.

Sererastkirina navbeynkariyê

Li gorî guhertina ku di Qanûna Navbeynkariyê ya Lihevnekirin a Hiqûqê de hatiye diyarkirin yek ji aliyên belgeya lihevkirinê piştî ku şerha dikare bê îcrakirin were dayîn dê bikaribe ji midûriyeta tapûyê daxwaza tescîlê bike. Piştî ku ji aliyê midûriyeta tapûyê ve lêkolîn û nirxandinên pêwîst ên têkildarî neguhezbarê hatin kirin bêyî senedeke fermî bê amadekirin dê daxwaza tescîlê were bicihanîn. Kesên perwerdeya xwe ya navbeynkariyê temam kirin û di pîşeya xwe de xwediyên qidema 20 salan in dê bikaribin bêyî ku bikevin ezmûna nivîskî qeyda xwe ya ji bo sicîla navbeynkariyê çêbikin.

TMSF dê bikaribe qeyûm tayîn bike

Ger gumaneke zêde çêbibe ku sûcên rêxistina çekdarî, alîkariya çekan a ji rêxistinê re, fînansekirina terorîzmê û reva ji bacê hatine kirin û biryar hat dayîn ku ji şîrketan an jî nirxên hebûna mal qeyûm bê tayînkirin ji dîroka ku qanûn bikeve meriyetê ve ji bo 5 salan Fona Sîgorte ya Mewdûata Teserufê (TMSF) dê bikaribe weke qeyûm were tayînkirin.