Kampanya Rêxistina Sara ya li dijî tundiyê didome

Rêxistina Sara ji bo têkoşîna li dijî kuştina jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kampanyayek di bin dirûşma “Em hêvî ne, em aştî ne” da destpêkirin. Rêveber Arzû Temo dibêje ku ew dixwazin civakeke ku maf û ewlehiya jinan diparêze ava bibe.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Li gorî amarên Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji destpêka sala 2024’an de heta dawiya Hezîranê li Kantona Cizîrê 11 jin hatine qetilkirin, 8 bûyerên xwekuştinê û 5 bûyerên hewldanên xwekuştinê çêbûn. Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan 1’ê Tirmehê bi daxuyaniyek kampanyaya hişyariyê da destpêkirin. Kampanyaya ku bi dirûşma “Em hêvî ne, em aştî ne” hat ragihandin bi riya dayîna semîneran li gund û bajarokan didome.

Rêvebera Rêxistina Sara ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Arzû Temo têkildarî armanc û hûrguliyên kampanyayê axivî.

‘Hişyarkirina jin û mêran erka me ye’

Arzû Temo da zanîn ku di sala 2024’an de bûyerên kuştin û tundiya li ser jinan zêde bûne û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji ber zêdebûna van bûyeran, me dît ku erka li ser milê me ew e ku em kampanyayeke hişyariyê bidin destpêkirin. Jixwe ev kampanya li ser mijara zagonên malbatê û tundiyê, du mehan dê bidome. Bêguman armanca me hişyarkirina jin û mêran e, ne tenê jin dê semîner li bajarok û gundan werin dayîn li tevahî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Pêwîst e jin û mêr zagonên jin, malbatê û danasîna tundiyê weke sûc, nas bikin.”

‘Zagon rêgirtinek e divê civakek bê tundî ava bibe’

Arzû Temo diyar kir ku ew dixwazin civakeke bê tundî ava bibe û wiha pê de çû: “Ji bo avakirina civakeke bê tundî, wekhev ku mafên hemû kesan tê de parastî be, gere ev kampanyayên me berdewam bikin. Ji ber ku di Rojhilata Navîn de heta roja îro jin di bin navê şeref û namûsê de tên kuştin. Di sîstema Rêveberiya Xweser de zagonên di bin van navan de tune ye, kuştina jinan û destdirêjiya li ser wan sûcekî mezin e û cezayên giran li wan tên birîn.”

‘Em hewil didin xwe bigihînin hemû jinan’

Arzû Temo li ser pirsa sedemên armancgirtina gund û bajarokan bi taybetî ji bo belavkirina hişyariyê got ku gere xwe bigihîjînin hemû jinan û wiha bi dawî kir: “Rewşa gundan û bajarokan hinek cuda ye, gelek gund hene dûr in ji van mijaran û dibe ku zû bi zû negihîjin jiyana derve. Gelek jin hene heta niha zagon û mafên jinan nas nakin her wiha zagona malbatê jî nas nakin. Em bi vê gavê hewl didin xwe bigihîjînin hemû jinan, hemû endamên civakê ji bo ku zagonan nas bikin û hişyar bibin.”