Li Nîjerê zêdetirî nîv milyon kes ji hundir ve koçber bûne
UNHCR’ê hişyarî kir ku krîza koçberiyê her diçe li herêma peravê ya li Nîjerê mezintir dibe û hat destnîşankirin ku ev rewş dibe sedema rewşeke awarte ya mirovî.
Navenda Nûçeyan – Li yek ji herêmên peravê û bi zêdebûna tundiyê re li Nîjerê pêlên koçberiya navxweyî berfirehtir dibin.
‘Rewşa li herêma pervavê bûye sedema rewşeke mirovî ya awarte’
Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) duh eşkere kir ku Nîjer niha ji nîv milyonî zêdetir mirovên ji cih û warên xwe bûne re, mazûvaniyê dike, di demeke ku Sekreterê Giştî yê NY’yê hişyarî da rewşa ewlehiyê ya xirab li herêma peravê bûye sedema rewşeke mirovî ya awarte.
‘Piraniya koçberan zarok in’
Komîsyonê destnîşan kir ku ji nîvî zêdetir kesên di nava welat de koçber bûne zarok in, di heman demê de ji sedî 23 jin in, hejmara wan salane ji sedî 8 zêde dibe. Komîseriyê diyar kir ku analîz hê jî bi sînor e ji ber ku daneyên ji aliyê rayedarên Nîjeryayê ve bi awayekî nerêkûpêk tên pejirandin.
‘Nêzî milyonek koçber’
Komîseriyê piştrast kir ku hejmara giştî ya mirovên di bin şert û mercên koçberiya bi darê zorê de li Nîjerê dijîn ji milyonek derbas dibe, ji nîvê wan zêdetir kesên di nava welat de koçber bûne, bi giranî li du herêmên li başûrê welat kom bûne, yên mayî jî penaber û penaxwaz in.
Li gorî UNHCR’ê, nêzî 550’î hezar kesên ku li nava welat koçber bûne, ji sedî 45 li herêma Tîlabêrî ya başûrê rojavayê Nîjerê ne. Bi êrîşên dubare yên li dijî sivîlan û hêzên parastin û ewlehiyê ku bi koçberiya girseyî û zêdebûna xeterên li ser parastinê re, nemaze li deverên sînor, xirabûnek berbiçav di ewlehiyê de dijîn. Siyeka ji koçberan li herêma Dîffayê ne ku herêmeke din di bin zexta komên wekî “terorîst” tên binavkirin de ye.
Li gorî UNHCR’ê, ji bilî kesên ku di hundirê welêt de koçber bûne, Nîjer mazûvaniya 447 hezar penaber û penaxwazan dike ku ji nîvê wan zêdetir zarok in. Piraniya wan ji Nîjeryayê her wiha Malî û Burkîna Faso tên û hejmara wan di salek de ji sedî 3 zêde bûye, zêdebûna ku UNHCR wekî pêvajoyên qeydkirinê pênase dike.
Karbidestê NY’yê diyar kir ku rewşa ewlehiyê ya xirab li peravê bûye sedema rewşeke mirovî ya awarte ku bi zêdebûna tundiya li dijî sivîlan, koçberiya berfireh û zêdebûna bêewlehiya xwarinê ve tê diyarkirin, banga diyalog û hevkariyê di navbera hemû welatên herêmê de kir da ku ewlehî û hevkariya siyasî li hemberî “gefa mezin a terorîzm û tundrewiya tund” xurttir bikin.