Li Hesekê Komxebata ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re
Di komxebata “YPJ nûnera me ye” ya li Hesekê de beşdaran destnîşan kir ku YPJ’ê nasnameya jinan parastiye û xwest ku ev li berçav bê girtin.
Hesekê – Kampanyaya “Em hemû YPJ ne” ku di 26'ê Nîsanê de ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan a li Rojavayê Kurdistanê ve ji bo piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) re hate destpêkirin. Di vê çarçoveyê de îro Kongra Star a Kantona Hesekê û Meclîsa Jinê ya Îslama Demokratîk û Hêza Yekîneyên Parastina Jinan YPJ’ê, komxebatek diyalogî li xwarîngeha Mişwar li dar xistin. Di komxebatê de endam û rêveberên saziyên civaka sivîl, rêxistin û dezgehên jinan, partiyên siyasî û hêzên yekîneyên parastina jinan amade bûn.
Di komxebatê de du mijarên sereke tên nirxandin. Mijara yekem bi sernavê “Biryardayîna di dema zordariya olî û yasayî de” ji aliyê Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Ala Îbrahîm û endama Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Kongra Îslama Demokratîk Xilûd Ebdo ve tê dayîn. Mijara duyemîn bi sernavê “Jin û Parastin”, ji aliyê Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê Kurdistan Koçer ve tê pêşkêşkirin.
‘YPJ’ê parastina nasnameya jinan kir’
Komxebat bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Endama Koordînasyona Kongra Star Nehed Silêman diyar kir ku YPJ’ê nasnameya hemû jinên di cîhanê de parastiye û wiha domand: “Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) bûne sembola hêz û berxwedanê. Bi fedakarî û têkoşîna xwe ji cîhanê re nîşan dane ku azadî bi îrade, biryardarî û baweriya bi dozê tê bidestxistin. Jinan bi vîzyonek mezin dest bi vê rêwîtiyê kirine da ku rûmet û mafên jinan biparêze, hêza xwe ji ruhê têkoşîn û hevgirtinê di navbera jinên ku li eniyên pêş de ji bo parastina ax û gelê wê sekinîne, digirin.”
‘Jin di biryardayîn û parastina civakê de bûne hevkarên bingehîn’
Rûniştina yekem a bi sernavê “Biryardayîna di dema zordariya olî û yasayî de” ji hêla Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Alaa Îbrahîm û Koordînasyona Meclîsa Jinê ya Kongra Îslama Demokratîk Xilûd Ebdo ve hate birêvebirin. Wan li ser rola jinan a di hemû qadên jiyanê de û veguhertinên girîng ên di hemû waran de pêk anîn, nîqaş kirin. Pêşkêşvanan tekez kir ku jin êdî bi rolên kevneşopî an karên navmalî ve sînordar namîne, her wiha di biryardayîn û parastina civakê de bûne hevkarên bingehîn. Wan destnîşan kir ku beşdarbûna jinan a li hêzên çekdar, gavek girîng ê ber bi bidestxistina wekheviyê ye.
‘YPJ sembola gerdûnî ya berxwedana li dijî terorîzmê ye’
Wan rave kir ku her çend qadên şer ji mêj ve bi wêneyên mêran ve hatibe girêdan jî, YPJ’ê ev hişmendî têk biriye û tekez kiriye ku jin dikare di her qadên jiyanê de xwedî rol û mîsyon be û bi taybetî jî di qada parastinê de. Jinan serpêhatiya jinên li Rojava ku rola wan di dema şoreşê de ne tenê bi piştgiriya mirovî û alîkariyê ve sînordar bû, bi rêya damezrandina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ku bûne sembola gerdûnî ya berxwedana li dijî terorîzmê û şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê berfireh bû, bi bîr xist.
Mijara duyemîn bi sernavê “Jin û Parastin” li ser navê Yekîneyên Parastina Jinê YPJ’ê Kurdistan Koçer ve hat birêvebirin. Kurdistan Koçer da zanîn ku fedakariya dayîkan û gel dê tu carî neyê jibîrkirin û wiha domand: “Ji sala 2011an heta îro, jin li hemû eniyan amade bûn; dayîkan xwarin ji bo şervanan amade dikirin û gel çavkaniya hêz û berxwedanê bû. Em jî keçên vî gelî ne û em bi îrade û têkoşîna xwe gihîştine vê rojê. Berê DAIŞ’ê digotin ku ew naxwazin ji aliyê jinan ve werin têkbirin û îro jî hikûmet hîn jî rola jinan û YPJ’ê qebûl nake, ji ber ku ew ji hêz û biryardariya jinan ditirse.”
‘YPJ xeta yekem a parastinê ji bo azadî û rûmeta jinan e’
Kurdistan Koçer destnîşan kir ku gelek binpêkirin bi navê Îslamê hatine kirin, ku jin hatine paşguhkirin û ji mafên xwe bêpar hatine hiştin. Kurdistan Koçer ragihand ku hikûmeta demkî hewl dide "Sûriyeyek tarî" ava bike ku jinan ji holê rake û rola wan ji holê rake. Kurdistanê bang li hemû jinan kir ku piştgiriyê bidin Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) û wiha got: “Tevî 14 salan têkoşîn û hedefgirtina berdewam, jin di hêz û îradeya xwe de bi israr dimînin. YPJ xeta yekem a parastinê ji bo azadî û rûmeta jinan bûye û wisa dimîne.”
Piştî bidawîbûna herdu rûniştinan, beşdaran tekez kirin ku YPJ êdî ne tenê hêzek leşkerî ye, ji ber qurbaniyên mezin ên ku wan di rûbirûbûna terorîzmê û parastina sivîlan de dane, bûye sembola îradeya azad û berxwedana jinan. Her wiha wan piştrast kir ku jinan di warên cûrbecûr de, çi li qada şer be çi jî di xebata civakî û siyasî de, jêhatîbûna xwe nîşan dane.
Piştre sînevîzyona li ser ked û têkoşîna YPJ’ê ya di Şoreşa Rojava de û girîngiya hebûna wê ya ji bo parastina nasanmeya jinê, hat pêşkêşkirin.
Komxebat dê bi pêşkêşkirina encamnameyek bi dawî bibe.